Di êrîşa Talîbanan de generalekî Amerîkî birîndar bû

Hate ragihandin ku hefteya borî li Kandaharê ya başûrê Efxanîstanê generalekî Amerîkî di êrîşa Talîbanan de birîndar bûye.

Li gorî daxuyaniya mîsyona NATO’yê ya Efxanîstanê di êrîşa Talîbanan a li dijî parêzvanên waliyê Kandarê de 13 kes birîndar bûn û di nava birîndaran de generalê Amerîkî Jeffrey Smîley jî heye.

Hate diyar kirin ku li Kandaharê li dijî civîna leşkerên di asta bilind de êrîş pêk hatiye û di êrîşê derbeyek giran li parazvanên ewlehiyê hatiye xistin.

NATO’yê diyar kir ku genarelê Amerîkî veguhestine nexweşxaneyekî Elmanyayê û metirsiya li ser jiyana wî tûne.

Hate diyar kirin ku fermandarê hêzên NATO û Amerîkayê yê Efxanîstanê Scott Mîllner jî beşdarî civînê bûye û di êrîşê de bêyî ku birîn bigre rizgar bûye.

General Abdûl Razîk fermandarê Kandahar û şefê îstixbareta eyaletê û rojnamegerekî Efxan di êrîşê de hatibûn kuştin.

Talîbanan êrîş li xwe girt û raigihandin ku Mîller û Razîk kirine hedef. Mîller piştî êrîşê rojekê daxuyanî da û got ‘hedef ne ez bûm’.