Di êrişa li Kabûlê de herî kêm 60 kes hatin kuştin
Di êrişa xwekujî ya li Balafirgeha Navnetewî ya Hamîd Karzaî ya li paytexta Efganîstan Kabûlê de 12 ji wan leşkerên DYE, herî kêm 60 kes mirin.
Di êrişa xwekujî ya li Balafirgeha Navnetewî ya Hamîd Karzaî ya li paytexta Efganîstan Kabûlê de 12 ji wan leşkerên DYE, herî kêm 60 kes mirin.
Hate gotin ku di êrişa xwekujî ya li ser balafirgeha Kabîlê hatî kirin de herî kêm 60 kes mirin ku ji wan 12 leşkerên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ne.
Her wiha hat zanîn ku teqînek li nêzî balafirgehê pêkhatiye û ya din jî li nêzî Otela Baronê pêkhatiye.
Rayedareke Talîbanê jî ji Reûters’ê re ragihandiye ku di teqîna li derweyî balafirgeha Kabîlê herî kêm 13 kes mirine ku di nava wan de zarok jî hebûne.