Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Di destê hikumeta Efgan de tenê sê bajarên mezin man

Talîbanê paytexta wîlayeta Helmandê Leşkergah jî bi dest xist. Bi vî rengî tenê sê bajarên mezin di destê hikumetê de man.

Talîbanê sibeha Înê bajarê Leşkergahê yê li başûrê Efganistanê bi dest xist. Piştî ku destûr hate dayin leşker û rêveberên saziyên îdarî bajêr biterikînin, hate ragihandin ku bajar hatiye bidestxistin.

Sibeha Înê her wiha paytexta wîlayeta Gur a li navenda welêt Çagçaran jî bêyî berxwedan bê kirin ketibû bin kontrola Talîbanê.

Şeva Pêncşemê duyemîn mezintirîn bajarê welêt Kandahar jî ket. Heman rojê sêyemîn bajarê mezin Herat û û bajarê Gaznî yê bi 150 kîlometreyî li başûrrojavayê Kabûlê ye, kete destê Talîbanê.

Di rewşa heyî de tenê Kabûl, Mezar-i Şerîf û Celalabad ê li rojhilatê welêt di destê hikumetê de mane.

Talîbanê di nava heyşt rojî de nêzî nîvê 34 wîlayetan kontrol kir. Bİ taybetî wîlayetên li bakur, rojava û başûr ketin.

Ji meha Gulanê dema destpêkirina vekişîna hêzên DYE'yê û vir ve Talîban ji her alî ve êriş dike. Hêzên hikumetê nikarin li ber bisekinin. Hin bajar bêyî ku şer lê biqewime teslîm bûn.

Li ser vê yekê Washîngtonê nîvê şevê ji bo veguhastina dîplomatan û welatiyên Emerîkî 3 hezar leşker li balafirgeha Kabûlê bi cih kir. Londonê jî bi heman armancê 600 leşker bi cih kir.