NÛ BÛ- Di çalakiyên Şerîda Xezeyê de 77 Filistînî birîndar bûn

Di çalakiyên protestoyî yên li herêma Şerîda Xeze ya navbera Filistîn û Îsraîlê de 77 Filistînî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di encama êrîşa leşkerên Îsraîl a çalakiyên protestoyî yê îro hatin kirin de, bi kêmanî 77 kes hatin birîndarkirin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê berdevkeke yê artêşa Îsraîlê ve hate kirin, derdorî deh hezar xwepêşander li ser sînor kom bûn, li gel hinekan jî madeyên teqemenî hebû.

Di xwepêşanderên ji meha Adarê ve hatî kirin û heta niha herî kêm 200 Filistînî ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatine kuştin, leşkerekî Îsraîlî jî hatiye kuştin.