Dewleta Tirk piştî Efrînê li Lîbyayê jî dest bi kolandina goristanan kir

Dewleta Tirk a dagirker, piştî Efrînê li Lîbyayê jî dest bi kolandina goristanan kir. Dewleta Tirk ku ji bo hevrikên xwe lawaz bike ketiye nava lêgerîna 'gora komî' cenazeyan dike amûrek ji lîstikên xwe yên siyasî re.

Li gorî nûçeya li malpera Cmaerron Magazine, dewleta Tirk 'gorên komî' yên li gelek bajarên Lîbyayê hatin dîtin, hewl dide ji bo lîstikên xwe yên siyasî bi kar bîne.

Çavkaniyên ku nexwestin navê xwe eşkere bikin, ragihandin ku hêzên Tirk ên bi serkêşiya general Îlkay Altindag bi rengekî çalak daneyan kom dikin û li bajarên Geryan, Tarhûna û Nasma cenazeyan kom dikin.

Li gorî nûçeyan, ev hewldan hemû ji bo wê yekê ne şefê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter bi sûcên şer û kuştina bêdaraz bê sûcdarkirin.

ARMANC, LAWAZKIRINA MUXALÎFAN E

Çavkanî dibêjin, dewleta Tirkdixwaze bi vî rengî Hefter, hevalbendên wî û muxalîfan lawaz bike.

Dewleta Tirk her wiha hewl dide ku di hilbijartinên giştî yên 24'ê Kanûna 2021'ê de dengan ji bo namzetên alîgirê Tirk kom bike.

Di nûçeyê de hate gotin, "Ev destwerdana Komara Tirkiyeyê, dibe ku bandoreke neyînî li hilbijartinê û pêvajoya çareseriya siyasî bike."

Sala derbasbûyî jî Hikumeta Mutabaqata Neteweyî bi piştgiriya Tirkiyeyê li Tarhûnayê dest bi lêgerîna li gora komî kiribû. Piştî ku bi dehan cenaze hatin dîtin, hikumeta Trablûsê Xelîfe Hefter sûcdar kiribû ku li herêmên di kontrola xwe de ne kuştinên bêdaraz kiriye û êşkence li sivîlan kiriye.

halbûkî bajarê Tarhûnayê bi salan di destê koma milîsên xwecihî El Kaniyat de bû ku bi ser hikumeta Trablûsê ye. El Kaniyat Nîsana 2019'an tevlî artêşa Xelîfe Hefter bûbû.

GORISTANA LI EFRÎNÊ HATE XERAKIRIN

Dewleta Tirk di nava meha Tîrmehê de li Efrîna dagirkirî goristaneke xera kiribû û weke goreke komî nîşan dabû. Piştî demeke kurt hem rayedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem jî bi wêne û dîmenan eşkere bûbû ku li goristana navborî şervan û sivîlên di dema êrişên dagirkeriyê yên Tirk de şehîd bûbûn, hatin veşartin. Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî bang li civaka navneteweyî kiribû ku bûyerê lêpirsîn bike û ji bo rawestandina sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê bikeve nava liv û tevgerê.

Lêkolîner Benjamîn Stîck jî dîmenê peykê yê ji sala 2018'an ve weşandibû û derewa îdîaya gora komî raxistibû pêş çavan.