Rûniştina li ser dozê, îro li Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal a li Karlsrûheyê pêk hat û ei encama rûniştinê de biryar hat dayîn ku NPD neyê qedexekirin.
Serokê dadgehê Andreas Vosskûhle diyar kir, serlêdana Meclîsa Eyaletan (Bûndesrat) a ji bo qedexekirinê, hatiye redkirin.
Vosskûhle da xuyakirin, ew qebûl dikin ku armanca NPD heye ji bo guhertina sîstema destûra bingehîn biguherîne, lê belê nîşaneyeke ku partiya nîjadperest karibe vê bi ser bixîne, nîne.
Serokê dadgehê diyar kir, NPD xwedî îdeolojiya nasyonal sosyalîst (nazîzm) e, lê belê hêza xwe nîne ku gefê li demokrasiyê bixwe. Serokê dadgehê ev yek weke hinceta biryarê, nîşan da.
Ji bo qedexekirina NPD, Meclîsa Eyaletan di sala 2013'an de serlêdan kiribû.
Partiya NPD di hilbijartinên dawî yên federal de ji sedî 1,3 ê dengan girtibû, di salên 1960'î de li gelek eyaletan ji benda ji sedî 5'an derbas bûbû, di salên 2000'î de li eyaletên Sachsen û Mecklenbûrg-Vorpommerng ên li rojhilatê Elmanyayê ketibû meclîsa eyaletan. Lê belê bi xurtbûna partiya Alternatîf ji bo Elmanya (AfD) re, ku polîtîkayên li dijî koçberî û Yekîtiya Ewropayê derdixîne pêş, partiya NPD li ti eyaletên rojhilat jî nekarî bikeve meclîsê.