Civîna YE’yê ji bo Brexitê çareserî nedît

Yekîtiya Ewropayê (YE) li Brukselê civiya, bêyî ku çarseriyeke berbiav ji qeyrana Brexitê re bibîne belav bû. 

7 welatên YE’yê rojên Çarşem û Pêncşemê bi Ingilîzan re rûniştin û pirsgirêka Brexitê gotûbêj kirin. Beriya niha ev civîn weke civîneke diyarker dihata nirxandin. Lê belê di civîna çarşemê ya di navbera Ingilîz û Ewrûpayiyan de pêk hatî de encameke şênber derneket. Ji bo roja pênçşemê jî êdî hêviya ku pêşketinek çêbe nemabû. 

Serokwezîrê Ingilîstanê Theresa May, bi destvala vegerî welatê xwe. Berdevkê YE’yê jî gotin êdî mijar maye li ser milê Îngilîzan. 

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got ku divê serokwezîrê Îngilîstanê bi pêşniyariyên çareseriyê bihata. Macron got, “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Îngilîstanê, yê ku tawîzan bide ne YE ye.

Ji ber pirsgirêka Îrlandayê xitimî bû. Lê belê ji bo çareseriyeke mayînde her du alî jî nebûn xwedî projeyeke şênber a çareseriyê. 

Muzakerevanê YE’yê yê mijara Brexitê Michel Barnier, anî ziman ku blokaj “gelek giran e” û bivênevê ye ku bi Îralandayê re nebin cîran. 

Barnier got, “Lewre piştî gelek trajediyan ev yek ji şertê Giravê yê aştî û ewlehiyê ye.”

Welatên Ewropayê, dixwazin ku bi îngilîstanê re lihevkirin pêk neyê, bila Irlanda di nav yekîtiya gumruk û bazarê de bimîne. 

Ingilîstan jî vê li dijî yekparebûna xaka xwe weke gefekê dibîne. Hikumeta Îngilîstanê, dixwaze tevahiya Kraltiya Yekbûyî bikeve nav yekparebûna gumrukê.