Bloomberg: May di mijara Irlandaya Bakur de gav bi paş de avêt

Hate gotin li gel gelek danûstandinên nav heftiyê jî Serokwezîra  Brîtanyayê Theresa May li ser stayûya YE û Irlandaya Bakur li hev nekir amade ye ku bi paş ve gav bavêje.

Bi referandûma Brexîtê ya 2016'an Brîtanyaya Mezin ku biryar li ser derketina ji Yekîtiya Ewropayê (YE) dayî, divê Adara 2019'an ji yekîtiyê derkeve. Di navbeyna YE û Brîtanyayê de ku ev 1,5 sal e muzakereyên Brexîtê didomin, bi giştî lihevkirinek çêbû, li ser statûya Irlandaya  Bakur di civîna lîderan de Çarşem û Perşemê lihevkirinek çênebûbû.

Irlanda ya ku di bin serweriya Brîtanyayê de otonom e, li gorî Peymana Belfastê ya 1998'an Irlanda endamê YE'yê ye, divê kontrolên wê yên li ser sînor û ti cihêkariyeke wê nebe. YE dixwaze statûya Irlanda were parastin û di bazara hevpar de bimîne, hikûmeta Theresa May jî dixwaze hemû Brîtanya ji bazara hevpar ji bo demkî jî be sûd werbigire. May her wiha digot Irlandaya Bakur dema ku bi serê xwe li bazara hevpar bimîne ev li dijî mafê serweriya Brîtanyayê ye.

ÎDÎAYA KU 'MAY QANIH BÛ KU JI YA XWE WERE XWARÊ'

Duh ajansa nûçeyan  Bloombergê îdîa kir ku May qanih bû ku Irlanda ji Brîtanyayê cuda dikare li bazar hevpar a YE'yê bimîne.

Li gorî nûçeyê May ji şertê ku piştî Brexîtê ji derfetên bazara hevpar sûd werbigire, li ber zextên YE'yê bi paş ve gav avêtiye.

Bloombergê îdîaya xwe sparta burokratên ku di muzakereyan de cih girtine, ji bûroya May derbarê îdîayê ti daxuyanî nehatiye dayin.