Bîlançoya hilbijartina kaotîk a li Afganîstanê

Gelê Afgan 20 û 21'ê Cotmehê ji bo hilbijartina giştî deng da. Bombe, dek û dolab û kêmasiyên teknîkî mohra xwe li hilbijartina du rojan xist.

Li Afganîstanê ku şer bi dehan salan e dewam dike, hilbijartin weke rojên herî bi tirs û fikar tên dîtin. Tê zanîn bê wan rojan çi wê biqewime. Talîbanê beriya hilbijartinê hişyarî dabû û bang li dengdêran kiribû ji bo ji malên xwe dernekevin.

BI SEDAN ÊRÎŞ HATIN KIRIN

Li gorî rojnameya Le Monde, kolanên vala yên Kabûlê û tirs û fikara li ser rûyê hêzên ewlekariyê, bîlançoya rewşê ji xwe nîşan dida. Rojnameyê ragihand, ku li gorî agahiyên ji çavkaniyên 'cihê baweriyê' wergirtî, ji êvara Yekşemê ve 49 kes hatine kuştin. 38 ji van sivîl in, 11 jî endamên hêzên ewlekariyê ne. Ji ber êrîşan nêzî 100 kes birîndar bûn.

Rojnameyê nivîsand ku li gelemperiya welêt nêzî 200 bûyerên şîdetê rû dane. Çend ji van jî teqîna mayina antî-personel e. Berdevkê Talîbanê Zabîbûllah Mucahîd jî got, "Li dijî van hilbijartinên sexte 318 êrîş hatin kirin." Di hilbijartina Serokkomariyê de bîlanço bi du qatî girantir bû.

PIRSGIRÊKÊN TEKNÎKÎ YÊN RÊ LI BER HÊRSA GEL VEKIRIN

Lê belê vê carê ne tenê Talîban li pêşiya dengdanê bû asteng. Organîzatorên hilbijartinê ji ber karê dengdanê yê kaotîk di nava dengdêran de rê li ber hêrsê vekirin. Dema ku bi rabûna li ber hilbijartinê gelekî kin bû. Kontrola biyometrîk a ji bo pêşîgirtina li hîleyan hate destnîşankirin, sîstem bloke kir. Bi dehan mamosteyên ji bo bikaranîna vê sîstemê hatibûn perwerdekirin, roja hilbijartinê nehatin. Carna jî ji ber qutbûna elektrîkê gelek makîne nexebitîn, ya jî ev makîne negihiştin hin herêman.

Hin buroyên dengdanê jî ji ber ku lîsteya dengdêran negihiştin wan, girtî man. Gelek hilbijêr ji bo karibin dengê xwe bidin neçar man ku bi saetan li ber buroyên dengdanê bisekinin. Ji ber vê yekê Komîsyona Hlibijartinê dema dengdanê ji saet 16'an heta 20'an dirêj kir. Û biryar da ku roja Yekşemê zêdeyî 250 buroyên dengdanê werin vekirin. Li gel vê yekê rêya li bakurê Kabûlê ji aliYê bi hezaran kesî ve hate girtin. Buroyeke dengdanê ya li paytext Kabûlê hate hilweşandin.

Serokê Komîsyona Hilbijartinê Abdul Badîn Sayat ji ber kêmasiyên êvara Şemiyê rû dan lêborîn xwest û got, êvara Yekşemê ji 8.9 milyon dengdêrî 4 milyonî dengê xwe dan û ev yek silav kir.

Encamên dengdanê hîn ne zelal in. Li benda îtirazên din e. Tê payin, encamên destpêkê 19'ê Mijdarê, encamên herî dawî jî 26'ê Mijdarê bên eşkerekirin.