Bi rêya 'teyrên sîxur' wê pêşî li seyda qedexekirî bê girtin

Ji bo pêşî li seyda qedexekirî ya li deryayê were girtin, rê û rêbazeke nû hate peydakirin. Ji bo keştiyên ku derdikevin vê seydê werin şopandin, wê 'teyrên sîxur' bên bikaranîn.

Ji bo pêşî li seyda qedexekirî were girtin, wê radar bi teyran ve bê kirin. Bi vî rengî teyrên ku li ser deryayê digerin, wê li ser her keştiyên ku çav lê dikevin agahiyan bişînin ji navendekê re.

Teyrikên albatros wê di vê mijarê de bi roleke girîng rabin û masîgirên ne qanûnî tespît bikin.

Bi rêya cîhazeke ku bi van teyran ve bê kirin, wê agahiyên li ser keştiyan yekser ji navendekê re bên şandin. Ji meha Mijdarê heta meha Adarê wê cîhazên destpêkê li 150 teyrikên albatros bên bicihkirin.

Ev kar sala 2018'an hate ceribandin û encameke baş jê derket. Wê destpêkê li giravên Crozet û Kergûelenê, li Amsterdam û welatên giravî yên ser bi Fransayê bê kirin.

Navenda Lêkolînê ya Konseya Ewropayê jî piştgiriyê dide vî karî. Ev kar wê bi alîkariya teyrên albatrosê were kirin ku 50 sal in zanyar li ser wan lêkolînan dikin.