Bi dehan hezar kes tevlî çalakiyên Êlek Zeran bûn

Li Fransayê, bi dehan hezar kes tevlî çalakiyên Êlek Zeran ên roja Çarşemê bûn.

Li gorî daneyên fermî, nêzî 50 hezar kes tevlî roja heyştemîn a çalakiya Êlek Zeran bûn ku weke "Acte VIII" hate binavkirin.

Li gorî Wezareta Karên Hundir, 32 hezar kes tevlî çalakiya 29'ê Kanûnê bûbûn.

Hejmara tevlîbûnê nîşan dide ku çalakiyên Êlek Zeran ji nû ve xurt dibin.

Roja Şemiyê li gelek bajaran şer qewimî. Li gorî çavkaniyên polîsan 35 kes li Parîsê hatin destgîrkirin. Roja 29'ê Kanûnê lêpirsîn li 57 kesan hatibû vekirin û 33 kes hatibûn destgîrkirin.

Nêzî 3.500 kes tevlî meşa li Parîsê bûn. Şerê destpêkê saet 14'an li cihekî nêzî avahiya Şaredariya Bajarê Mezin rû da. Piştre li gelek kolanan dewam kir. Di nava birîndaran de jendermeyek jî heye.

KETIN HUNDIRÊ AVAHIYA HIKUMETÊ

Berdevkê hikumetê Benjamîn Grîveaûx ragihand, wesayiteke kar ketiye hundirê avahiya wezaretê. Deriyê mezin ê avahiya hikumetê hate şikandin û wesayitên li hewşê zerar dîtin. Berdevk diyar kir, kes ji ber bûyerê birîndar nebûye, lê kesên li avahiyê bûn ji neçarî ji avahiyê hatine derxistin.

Serokkomar Emmanûel Macron çalakgeran sûcdar dike ku şîdetê bi kar tînin û êrîşî komarê dikin.