Bi deh hezaran mirovên ji Baskê ji bo girtiyên ji doza ETA'yê meşiyan
Li paytexta welatê Baskê Bîlbaoyê, bi deh hezaran kes daketin kolanan. Çalakgeran piştgirî dan girtiyên endamê ETA'yê.
Li paytexta welatê Baskê Bîlbaoyê, bi deh hezaran kes daketin kolanan. Çalakgeran piştgirî dan girtiyên endamê ETA'yê.
Bi deh hezaran kes li se banga Kolektîfa Piştgiriya Girtiyên Siyasî yên Baskê (EPPK) meşiyan. Li gorî rojnameya Gara, herî kêm 78 hezar kes tevlî çalakiyê bûn. Çalakgeran piştgirî dan girtiyan.
Di çalakiyê de kiryarên xerab ên li dijî girtiyên ETA'yê û şert û mercên nebaş ên girtîgehê hatin şermezarkirin.
Saziya bi navê EPPK, dev ji daxwaza xwe ya efûya giştî ji bo bi sedan girtiyên ETA'yê berda ye, lê dibêje, divê mercên girtiyan yek bi yek bên nirxandin.
Li gorî komeleya bi navê Etxerat ku malbatên girtiyan endamê wê ne, di sala 2016'an de li 42 girtîgehên cuda yên li Spanyayê 279 endamên ETA'yê hene. Li gorî Etxeratê li girtîgehên li Fransayê jî 79 girtiyên ji Baskê hene û şert û mercên girtî di nav de dijîn, gelekî nebaş in.
ETA, ku ji bo azadiya welatê Baskê di sala 1959'an de ava bû, di sala 2011'an de ragihandibû ku wan biryar dane têkoşîna çekdarî biqedînin.
Di meha bihurî de, li başûrê Fransayê komek ji parêzvanên aştiyê ya ji Baskê dixwest çekên ETA'yê îmha bike, lê li dijî wan operasyonek hatibû kir. Hatibû fêhmkirin ku ev kes ne endamê ETA'yê ne û serbest hatibûn berdan.