Berpirsê têkiliyên hikûmeta Efgan hate kuştin

Wezareta Karê Hundir a Efgan, ragihand ku şefê servîsa têkliyên hikûmetê Dawa Han Manapla hatiye kuştin.

Berdevkê Wezareta Karê Deve Mîwaîs Stanîkzayî di peyama xwe ya li ser WhatsAppê dayî de got: “Mixabin, mixabin, terorîstên hov û canî, îmzeya xwe danî binê çalakiyek din a bi tirs, welatparêzekî (...) Dawa Han Menapal ê li ber propagandayên dijmin li ber xwe didan, di nimêja Înê de kuştin.”

Ji berdevkên Talîbanan Zabîhûllah Mûcahît jî li ser WhhatsAppê daxuyanî da û got: “Şefê navenda peywendî û medyaya rêveberiya Kabîlê di encama êrîşeke taybet a mûcahîdan hatiye kuştin.”

Talîbanan di daxuyaniya xwe ya roja Çarşemê dayî de ragihandi bû ku wê li ser bersivdayîna êrîşa hewayî ya Efanî wê êrîşên li ser rayedarên hikûmetê yên asta jor pêk bînin.

Di rojên dawî de artêşa Efganistan û Emerîka li gelek bajarna êrîşên ku pêşveçûna Telîbanan asteng dike kirine.

Talîbana roja Sêşemê li dijî mala Wezîrê Parastinê lBîsmîllah Mûhammedîi Kabîlê êrîşek kiribû û ew êrîş girtibû ser xwe. Di vê êrîşê de 8 kes miribûn, Wezîr Mûhammed rizgar biribû.