Bakurê Cezayîrê dişewitê: 42 kesî jiyana xwe ji dest dan

Li bakurê Cezayîrê ji ber şewatê 17 sivîl, 25 leşker jê leşker 42 kesî jiyana xwe ji dest dan. Rayedaran gotin ku şewat bi zanebûn hatiye derxistin û ji ber germa zêde belav bûye.

Şewata ku li bakurê Cezayîrê dest pê kir, dewam dike. Ji ber şewatê ku bandor li temamiya bakurê welêt kiriye, 17 jê sivîl, 25 jê leşker bi giştî 42 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Rayedar dibêjin, şewat bi zanebûn hatiye derxistin.

Şewata ku roja Duşemê dest pê kir, dewam dike. Serokdewlet Abdulmecît Tebbune diyar kir ku 25 leşkerên hwl dan şewatê vemirînin jiyana xwe ji dest dane û sersaxî ji malbata wan re xwest.

Wezîrê Parastinê jî ragihand ku 14 leşker bi giranî birîndar bûne û têne dermankirin. Wezîr got, bi desterdana leşkerî re jin û zarok jî di nav de 110 kes hatine rizgarkirin.

Ji ber bê, karê vemirandina şewatê bi zehmetî tê meşandin.

Serokwezîr Aimene Benabderahmane jî ragihand ku li bakurê Cezayî li 18 wîlayetan zêdeyî 70 carî şewat derketiye.