Bajarekî dî jî kete destê Talîban

Berê sibehê Kunduz dane destê Talîban, piştî wê bi çend saetan jî bajarê Sar-i Pol.

Piştî şerê giran û berxwedana qels a artêşa Efgan Talîbanan piştî Zerenc û Şibirganê 8'ê Tebaxê jî Kunduz bi dest xistin.

Kunduz 300 km li bakurê paytext Qabûlê e, 50 km li sînorê Tacîkîstanê ye.

Talîban eynî saetan ketin bajarê Sar-İ Pol, tevahiya herêmên bajêr bi dest xistin. Endamê meclîsa Sar-i Pol Mihemed Hisên Micahidzene diyar kir li dora bajêr tabûreke leşekrî ya artêşa Efgan hatiye dorpêçkirin.

Li gorî saloxan hêzên ewlehiyê li Kunduê vekişiyane baregehê.

Hêzên Efgan ên li Şibirganê û berpirsên siyasî jî reviyane balafirxaneyê.

Piştî ku DYE ji gulanê û pê de hêzên xwe ji Efganîstanê kişand Talîban li her eniyê êrîş anî. Hema heme hemû hêzên Emerîkî vekişiyan.

Hêzên Efgan ku berxwedaniyeke qels dikin, ji bilî Qabûlê, paytextên eyaletan di dest de digire. Ji van çar jê di nav çend rojan de teslîmî Talîban kirin. Navçe û qada bejahî di dest Talîban de bû.