Bajarê Gaznî kete destê Talîbanê

Bajarê Gaznî ku bi 150 kîlometreyî dûrî paytexta Efganistan Kabûlê ye kete destê Talîbanê.

Rayedarên xwecihî piştrast kirin ku bajarê navendî yê eyaleta Gaznî, bajarê Gaznî kete destê Talîbanê.

Hate ragihandin ku bajar sibeha Pêncşemê ji aliyê Talîbanê ve hatiye kontrolkirin. Gaznî bi 150 kîlometreyî dûrî paytext Kabûlê ye. Lewma weke cihekî girîng tê dîtin.

Ji meha Gulanê dema destpêkirina vekişîna hêzên DYE'yî û vir ve Talîban ji her alî ve êrişan dike. Hêzên hikumetê nikarin pêşî li Talîbanê bigirin. Hin bajar bêyî ku şer lê biqewimin teslîm bûn. Li Kûndûzê bi sedan leşker teslîmî Talîbanê bûn.

Ji 6'ê Tebaxê û vir ve 10 paytextên wîlayetan ketine destê Talîbanê. Piraniya bajar û navçeyên li qadên bejahî di destê Talîbanê de ne.