Astronotê dawî yê çû ser Heyvê jiyana xwe ji dest da
Astronotê ji Dewleten Yekbûyî yên Amerîkayê Eugene Cernan, ku mirovê dawî bû çû ser Heyvê, duh jiyana xwe ji dest da.
Astronotê ji Dewleten Yekbûyî yên Amerîkayê Eugene Cernan, ku mirovê dawî bû çû ser Heyvê, duh jiyana xwe ji dest da.
Daîreya Hewakarî û Fezayê ya Neteweyî ya Amerîkayê (NASA) daxuyaniyek da û diyar kir, Cernan ê 82 salî, ku weke 'mirovê li ser Heyvê meşiya' tê naskirin, jiyana xwe ji dest daye.
Eugene Cernan, di çarçoveya mîsyona Apollo 17 de, di navbera 11-14'ê Kanûna 1972'an de sê caran firiya bû ser Heyvê.
Cernan yek ji 11 astronotan e ku daketiye ser Heyvê. Ji van astronotan ê dawî bû, sax ma bû.