Assange hikûmeta Ekvatorê dibe darizandinê

Damezirînerê Wîkîleaksê Julîan Assange ku ev ji 6 salan zêdetir e li sefaretxaneya Ekvatorê ya li Londrayê penaberê siyasî ye, wê li dijî hikûmetê ku ji bo wî ji sefaretxaneyê derxîne, mafê wî sînor dike, dozê veke.

Li gorî daxuyaniya di sîteya Wîkîleaksê de Assange ku ji 2012'an ve li sefareta Ekvadorê ya li Londrayê bi penaberiya siyasî dijî, ji ber zextên ku van demên dawî zêde bûne wê serî li dadgehê bide. Van demên dawî ketibû rojevê ku hikûmeta Lenîn Moreno ku 2017'an hatî ser kar gelek mafên Assenge yên li sefaretxaneyê sînordar kiriye.

Li gorî agahiyan yek ji dadgerê bilind ê Ekvatorî Baltasar Garzon wê nûneriya Assange bike û her wiha li gorî agahiyan Garzon ji ber dozê heqerat li welatê xwe kiriye.