Amnesty: Azadiya li Ewropayê kêm bû

Li gorê lêkolîneke nû, ku ji aliyê Rêxistina Efrûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) ve hat weşandin, 'pêla terorîzma Îslamî' ya li welatên Yekîtiya Ewropayê, azadî û mafên bingehîn ên li van welatan kêm kirine.

Encamên lêkolînê li Parîsê bi konferanseke çapemeniyê hatin eşkerekirin. Di raporê de hat destnîşankirin, dewletên yekîtiyê, ji ber gefa êrîşên terorîstî berê xwe dane polîtîkayên ewlekarîparêz û hat ragihandin, ev yek çareserî nîne.

Li gorî lêkolînê, li qanûnên li Brîtanyayê di destpêka salên 2000'î de tund bûne û di sala 2005'an de piştî êrîşên li Londonê hîn bêhtir hatine dijwarkirin. Lê vê yekê pirsgirêka ewlekariyê ya li welêt çareser nekiriye.

Amnesty bal kişand ser komkujiyên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine kirin, bi taybetî komkujiyên li Fransa û Belçîkayê û bibîr xist, di Fransa di nava Yekîtiya Ewropayê de bû welatê yekane ku rewşa awarte ragihandiye.

Li gorî Amnesty, azadî û mafên bingehîn ên bi dehan salan li welatên Ewropayê hatin destnîşankirin, bi qanûnên du salên dawî yên ji ber êrîşan hatin derxistin, ji holê tên rakirin.

Amnesty destnîşan kir ku rêya welatên Ewropayê li dijî terorîzmê hilbijartiye, rêyeke xetere ye.

Di lêkolîna saziyê de hat ragihandin, bi pêkanînên mîna şopandin û guhdarîkirinê yên li Elmanya, awûstûrya, Polonya, Hollanda û gelek welatên din ên Ewropayê bi qanûnan tên kirin, pêşî li azadiya şexsî girtine.