Şîroveya Trûmp a li ser Kaşikçi: Rojhilata Navîn cihekî gemarî ye

Serokê DYA'yê Donald Trûmp li ser skandala bûyera Cemal Kaşikçi daxuyaniyeke nû da û got, "Operasyona herî nebaş a nixumandinê." Trûmp ji bo Rojhilata Navîn jî peyva "gemarî" bi kar anî.

Li ser kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi li konsolosxaneya li Stenbolê, Serokê DYA'yê Donald Trûmp daxuyaniyeke nû da û bi baldarî hewl da ku rêveberiya Siûdî neke hedef.

Donald Trûmp li Qesra Spî bersiv da pirsên rojnamevanan û ji bo plana kuştina Kaşikçi got, 'gelekî nebaş' bû. Trûmp diyar kir, divê bûyereke bi vî rengî neqewime û li ser hewldana nixumandina cînayetê jî îdîa kir ku "operasyona herî nebaş a nixumandinê ye."

Trûmp got, "Diviyabû li vê nefikiriyan" û wiha dewam kir: "Kî dibe bila bibe, kê ev nêrîn dabe, di rewşeke gelekî zehmet de ye."

Gotinên Trûmp ên li ser Rojhilata Navîn jî balkêş bûn. Trûmp ji bo Rojhilata Navîn got, "Herêmeke zehmet a cîhanê ye. Hawirdoreke gemarî ye û parçeyek ji gemara cîhanê ye."

Trûmp li ser rêveberiya Erebîstana Siûdî zimanekî tund bi kar neanî û bi bîr xist ku Siûdî yek ji girîngtirîn veberdêrên li DYA'yê ye.