Şewat li ber deriyên Atînayê ne: Rewş pir xetere

Ji ber şewata daristanan 30 kîlometre li Bakurê paytexta Yewnanistanê herî kêm 6 kes birîndar bûne, 5 jiyangeh jî hatine valakirinê û gelek mal jî şewitîne.

Tîmên agirkûjiyê hetanî direngiya şevê ji bo vemirandina şewatê kar kir. Li esmanê paytext Atînayê bêhn û dûkelek mezin heye.

Şewata ku li quntarên çiyayên Parnes roja Pençşemê piştî nîvro derketibû, ji nû ve destpê kirî, ji roja Sêşemê hetanî niha 1200 hektarî zêdetir bû xwelî.

Şewat gihişte gundên 30 kîlometre dikevin bakurê paytext Atînayê. Di şewatê de herî kêm 6 kes birîndar bûn, 5 jiyangeh jî hatine valakirinê û gelek mal jî şewitîne.

Di rojên dawî de ji ber germahiya zêde ya seranserî welat, bi dehan şewat derketin.

MIÇOTAKÎS:  EM BI REWŞEK PIR XETER RE RÛ BI RÛ NE

Serokwezîr Kyrîskod Mîçotakîs, di daxuyaniya xwe ya roja pênçşemê de gotibû: “Welatê me bi rewşek pir krîtîk re rû bi rû ye.” Mîçotakîs, wiha domand: “Ji ber pêla zêde ya germê ya ev çend roje dewam dike, welat vegerandiya cerê barûtê, bi şert û mercên ku nehatine dîtin re rû bi rû ne.”

Rêya netewî ya Atînayê bi bakur ve girêdide, ji ber tedbîran hate girtin.

450’î agirkujên Yewnan bi piştevaniya hêzên hewayî yên agir vemirînê re kar dikin. Şeva Pênçşemê ji bo alîkariyê 82 agirkuj ji Fransayê xwe gihandin Atînayê. Li bendêne ku agirkujên Fransî roja Înî dest bi xebatên vemirîna agir bikin.

Li gorî daxuyaniya Parastina Sivîl a Fransayê wê 2 balafirên şewat vemirandinê ji aliyê Fransayê,  3’ê balafir jî  wê  Swîsre bişîne. Ji xwe Swêd û Qibrisê amûrên midexeleyê şandbûn. Li bendêne ku Îsraîl jî di demek herî nêz de balafirek sivîl, 15 agirkujan û amûrên vemirandina şewatê bişînin.