Şer hegemonyayê dibe ku nîvê aboriya Ûkraynayê tune bike

Li gorî Banka Cîhanê, Ûkrayna ji ber şerê hegemonyayê dibe ku nîvê aboriya xwe ji dest bide.

Di raporekê de ku roja Yekşemê hate weşandin, bankayê hatineya navxweyî ya ne safî ya Ûkraynayê dibe ku ji sedî 45.1 kêm bibe. Di raporê de hate gotin, "Ev tengavî wê li gorî dem û giraniya şer be."

Ji destpêkirina şer û vir ve binesaziya Ûkraynayê gelekî xera bû. Xisar li gelek pir û taxan bû, ayn jî hatin hilweşandin. Bendergeh jî di nav de gelek herêm hatin dorpêçkirin, qadên çandiniyê veguherîn qada şer.

Ûkrayna beriya şer ji aliyê firotina genim û rûnê gulaberberojk firoşkarekî sereke bû. Lê belê îsal dema çandiniyê ji ber şer nebû. Amûr û makîneyên çandiniyê bi destê cotkaran neketin.

Li gorî texmînên Banka Cîhanê, aboriya Rûsyayê ji niha ve ketiye resesyonê û tê payin ku aborî îsal ji sedî 11.2 kêm bibe.

Tê payin ku bazara Ewropa Rojhilat û Asya Navîn bikevin bin bandora giran a vê yekê. Tê texmînkirin ku Belarûs, Moldova û Tacîkistan jî îsal bikevin resesyonê.

Alîkara Serokê Banga Cîhanê ya ji herêmên Ewropa û Asya Navîn Berpirsyar Anna Bjerde bal kişand ser asta mirovî ya şer û anî ziman ku pêwîstiya vî welatî tavilê bi alîkariyeke mezin a malî heye. Di hevpeyvînekê de ya bi CNN'ê re ragihand ku bi milyonan mirov penaber bûne, reviyane welatên cîran û yek ji sê parên aboriya welêt êdî naxebite.

Hate ragihandin ku binesaziya Ûkraynayê gelekî xera bûye, heta dawiya meha Adarê nêzî 3 milyon mirov bêkar mane û li gorî pêştexmînan aboriyê ji niha ve 565 milyar dolar winda kiriye.