Şandeyek bilind a Iraqê wê serdana Enqerê bike

Şandeyeke payebilind a Iraqê wê bi serokatiya Wezîrê Karên Derve Fuad Hisên serdana Tirkiyeyê bike.

Li gorî medya Iraqê, sibe wê bi serokatiya Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên, şandek bilind ya ewlekariyê ya Iraqê serdana Tirkiyeyê bike.

Li gorî daxuyaniyê, di serdana Iraqê ya ji bo Tirkiyeyê de mijarên “ewlekariyê” ya di navbera her du welatan de were gotibêjkirin.

Tê gotin di rojeva şandeya Iraq ya ji bo Tirkiyeyê de, wê mijara ewlekariya di navbera herdu welatan de were gotubêjkirin.

Civîna sêyemîn ya komîteya bilind a ewlekariyê di navbera Iraqê û Tirkiyeyê de 14’ê Adara 2024’an de li Bexdayê pêk hatibû. Sibê jî wê ji bo civîna çaremîn li Enqreyê bicivin.

Serokkomarê Tirkiye Tayyîp Erdogan di 22’ê Nîsana 2024’an de serdana Iraqê kiribû û bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî re gelek peyman îmze kiribû.

Piştî serdana Erdogan dewleta Tirk a dagirker dest bi dagirkeriyek berfireh li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Dewleta Tirk bi hezaran leşker û alavên leşkerî sewqî Başûrê Kurdistanê kir, li nav xaka Başûr seytere danîn û nasname kontrol kir.