Îsraîlê li Şerîaya Rojava avakirina koloniyeke nû erê kir

Wezîrê Maliyeyê yê Îsraîlê Bezalel Smotrich roja Çarşemê daxuyanî da û ragihand ku li Şerîaya Rojava ya di bin dagirkeriya Îsraîlê de, plana avakirina qadeke nû ya ji bo niştecihbûnê erê kiriye.

Smotrich diyar kir ku cihê niştecihbûna nû ya bi navê Nahal Heletz a li bloka niştecihiyê ya Gush Etzion a li başûrê Kudusê, tê plankirin. Ev cihê nişecihiyê ya nû, li herêmeke nêzî bajarê Beytullahim a Fîlîstînê ye.

Tevî ku niştecihî li gorî hiqûqa navneteweyî derqanûnî ne jî, Smotrich destnîşan kir ku Îsraîl bi biryar e ku vê projeyê bidomîne û anî ziman ku wê li dijî planên avakirina dewleta Fîlîstînê, têbikoşin.

Rêxistina civakî ya sivîl Peace Now ev gav şermezar kir û diyar kir ku îlhaqa fiilî ya Şerîaya Rojava dewam dike û berdêlê vê wê giran be.