Îsraîlê êrîş bir ser avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Xezeyê: Herî kêm 19 kes mirin

Artêşa Îsraîlê li Cibaliye ya li bakurê Şerîda Xezeyê êrîş bir ser avahiyek Ajansa Penaberan a Fîlîstînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) û îdîa kir ku di hundirê avahiyê de milîtanên Hamasê hebûn.

Di daxuyaniya artêşê de hate gotin, "Li herêma Cibaliyeyê, li terorîstên Hamasê hate xistin ku li navendeke fermandariyê xwe veşartibûn."

Li ser pirsa AFP'ê, berdevkekî artêşê piştrast kir ku êrîş li avahiya UNRWA'yê hatiye kirin ku klînîkek jî lê bû.

Li gorî Parastina Sivîl a Şerîda Xezeyê, zarok jî di nav de herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku di encama êrîşê de bi dehan kes jî birîndar bûn.