Îran û Rûsya dixwazin li Derya Xezerê tetbîqatê bikin
Hate ragihandin, Îran û Rûsya amadekariyê dikin ku li Derya Xezerê tetbîqateke hevpar bikin.
Hate ragihandin, Îran û Rûsya amadekariyê dikin ku li Derya Xezerê tetbîqateke hevpar bikin.
Li gorî ajansa nûçeyan a Îranê Mehrê, Fermandarê Hêzên Deryayî yên Îranê Huseyîn Hanzadî diyar kir, her du welat amadekariyan dikin ku li Derya Xezerê tetbîqata hevpar bikin.
Amîral Hanzadî got, "Tetbîqata taktîk, rizgarkarî û têkoşîna li dijî korsanan" wê di demeke nêz de were kirin.
Fermandarê Hêzên Deryayî ragihand, wê ti carî destûrê nedin ku hêzên li derveyî herêmê dest li Xezerê werdin û got, "Li ser mijara ewlekariya Hezarê ku derya aştî û dostaniyê ye, hemû welat hemfikir in."
Rûsya û Îran ku li Sûriyeyê bi hev re tevdigerin, li Derya Xezerê salên 2015 û 2017'an gelek caran tetbîqata hevpar kiribûn.