Êlek Zeran li Fransa dengê xwe li hikûmetê bilind kirin

Êlek Zerên ku bi hefteyan e li Fransayê hikûmet xiste nava krîzê, roja Şemiyê dîsa daketin kolanan. Her çendî hikûmet çalakî weke ‘serî rakirinek’ pênase kir, hiyşyariya xirakirina aramiyê kir.

Êlek Zeran di sala 2019’an de jî dest bi çalakiyê kirin. Di serî de li Parîs, Bordeaûx, Toûloûse, Lyon û li gelek bajarên de çalakî lidar xistin. Çalakiya bi ‘Acte VIII’ hate binavkirin bi hezaran kes tevlî bûn. Çalakvanên ku daxwazên hikûmetê kêm dîtin, bang li hikûmetê kir ku bila gel biçûk nebînin.

Tê pilankirin ku hikûmet jî di nava meha Çileyê de ji bo daxwazên Êlek Zeran bi cih bînin wê gotûbêjekî netewî bikin.

Di çalakiya Parîsê de ya ku daxwaza îstifaya Serokkomar Emmanûel Marcron dihate kirn, lê gelek çalakvanên ji çapemeniya Fransî re axivîn ji bo gel desthilatê bidest bixin çalakiyan dikin.

Destgîrkirina yek ji pêşengên çalakiya Êlek Zeran Ercî Droûet a roja Çarşemê rê li ber nerazîbûnên mezin vekir. Droûet piştî 10 saetan hate berdan.

Her çendî çalakî ev nêzî mehek û nîve dom dike jî, ‘Acte VIII’ weke testekê tê nirxandin. Di çalakiya ‘Acte VIII’ a 29’ê Kanûnê hate kirin de bi kêmanî 12 hezar çalakvan daketibûn qadan, di çalaiya 17’ê Mijdarê de jî li gorî Wezareta Karê Hundir 282 hezar kes tevlî bûbûn. Lê tê texmînkirin ku hejmara tevlîbûnê hê zêdetir in.

Li gel her çendî daxuyaniyên Serokkomar Macron ên ‘Aramiya komarê’ wê ji nû ve bê destgirtin jî ev daxuyanî têr nehatin dîtin û Kolektîfa ‘Fransaya bihêrs’ bi nameya vekirî ya roja Pênçşemê dayî got; ‘Eger hûn û yên wekî we gelê biçûk û weke parsekan bibînin’, wê hêrs vegerin nefretê.”

Li hemberî vê daxuyaniyê jî hikûmet hişyariyên wê tedbîrên hê xurtir bên nîşandan kir. Berdevkê Hikûmetê Benjamîn Grîveaûx bi daxuyaniya roja Înê dayî got: “Ev bûye bûyereke ajîtatorên ku dixwazin serî hildin û hikûmetê hilweşînin.”

Şeva Înê li Servey 18 êlek zerên ku dixwestin platforma lojîtîk a Amazonê bloke bikin hatibûn destgîrkirin.