Çîn ji bo modela malbata 3 zarokî dixebite

Li Çînê ku bi dehan sal bû polîtîkaya yek zarokî dihat rêvebirin, vê carê Partiya Komînist ji bo modela malbata 3 zarokî dixwaze welatiyên xwe îqna bike.

Li Çînê fikara esasî ev e ku nifûsa wê her ku diçe pîr û kal dibe. Hikûmetê di bihara 2021’an de destûr dabû malbatan ku dikarin 3 zarokan bînin dunyayê, vê carê jî dixwaze malbatan îqna bike.  Bi vê wesîlê rayedar bi şêniyan re dest bi hevdîtinan kir û dixwaze dirûşmeyên herî baş ji bo kampanya propagandaya pêşerojê diyar bike.  Encax fikarên girîng ên malbatan hene. Bihabûyîna jiyanê di astek bilind de zêde dibe û daxwazên takekesî yên ciwanan jî li pêşiya welidandinên nû re astengiyan çêdikin.

Li gel vê guherîna civakê, wisa xuya nake ku wê polîtîkaya yek zarokî ya zêdetirî 40 sal in li ser hişmendiyan hatî ferzkirin bi hêsanî were derbaskirin.  Di rewşa heyî de daketina rêjeya zayînan ya bi awayeke metirsîdar, têra misogerkirina nûkirina nifûsê nake.

Ji ber vê sedemê her çiqasê rayedaran di destpêkê  sala 2015’an de destûra anîna 2 zarokan dabe jî, lê di rêjeya zayînan de zêdebûyînek çênebû. Vê carê jî îqnakirina malbatên ku xwe ji anîna 2 zarokan paşve didin, ji bo 3 zarokan wek karek zehmet tê nirxandin.

 Revêberiya Pekînê ji aliyekî ve xwe ji bo kampanya propagandayê amade dike, ji aliyê din ve jî hinek herêman ji malbatên ku 2 an jî 3 zarokên wan heyî re dest bi dayîna alîkariya pere kir. Şaredariya Schuanê her mehê ji bo her zarokî pereyan dide.