Çeteyên Boko Haram li Nîjerê 16 leşker kuştin

Li Nîjerê di êrişa Boko Haram de 16 leşker hatin kuştin

Li bajarê Baroûa yê li başûr rojhilatê Nîjerê di encama êrişa çeteyên Boko Haram de 16 leşker hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Nîjerê li bajarê Baroûayê di encama êrişa çeteyên Boko Haram de 16 leşker hatin kuştin. Wezaretê diyar kir ku êriş ji aliyê 50 kesî ve hatiye kirin û piştî êrişê şer qewimî ye.

Wezaretê ragihand ku êriş li ser nuqteyeke ewlekariyê hatiye kirin û êrişkar ji Çatê derbasî welatê wan bûne û 16 leşker kuştine, 9 jî birîndar kirine.

Rayedarên Nîjerê diyar kirin ku derdora 50 êrişkar hatine girtin û gelek çekên wan jî hatine desteserkirin.

Baroûa li herêma Gola Çadê ye. Ji ber êrişên çeteyan ên sala 2015'an derdora 6 hezar kesî herêm terikandine. Piraniya mirovên cih û warê xwe terikandin li gundên derdorê ji nû ve bi cih bûn.