6 welatên Ewropayê ji Brukselê xwest ku Efganan vegerînin

6 welatên endamê Yekîtiya Ewropayê ji Brukselê xwest ku biryara li ser vegerandina koçberên Efgan bi cih bîne.

Di demekê de ku li Efganistanê êrişên Talîbanê yên ji bo dagirkirina bajaran dewam dike, 6 welatên endamê Yekîtiya Ewropayê ji Brukselê xwest, biryara ji bo vegerandina koçberên Efgan betal neke.

Hikumeta Efgan bi hinceta şerê Talîbanê yê ji bo dagirkirina Efganistanê, ji Yekîtiya Ewropayê dixwaze ku vê gavê koçberan venegerîne. Lê belê Elmanya, Belçîka, Danîmarka, Yewnanistan, Hollanda û Awûstûrya li ber vê daxwazê radibin.

Sekreterê Dewletê yê ji Koçber û Penaberiyê Berpirsyar ê Belçîkayê Sammy Mahdi li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da û diyar kir, ji ber ku beşeke welêt di nava xeteriyê de ye, bi hinceta ku pêwîstî bi parastina her kesî nîne, divê koçberên Efgan bêne vegerandin.

Welatekî din ku naxwaze vegerandin bê rawestandin Hollanda ye. Wezîrê Edaletê yê Hollandayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku divê vegerandin neyê rawestnandin û ew bûyerên li vî welatî ji nêz ve dişopînin.

Wezîrê Koçberiyê yê Danîmarkayê Mattias Tesfaye jî pêwendî bi Komîsyona Ewropayê re danî û diyar kir ku wan biryara ragihandina daxwaza ji bo ranewestina vegerandinê bi kêfxweşî pêşwazî kirine.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê jî ragihand ku wan nameya navborî wergirtine û "di dema herî guncaw de" wê bersivê bidin.

Hikumeta Tabûlê meha Tîrmehê ji welatên Ewropayê xwestibû ku di nava 3 mehên bê de koçberên serlêdana penaberiyê kirine venegerînin. Fînlandiya û Swêdê ev banga hikumeta Efgan qeb^jul kiribûn û biryara vegerandinê rawestandibûn.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hefteya derbasbûyî bang li Awûstûryayê kiribû ku ji ber hinceta ewlekariyê koçberên Efgan venegerîne.

Li gorî statîstîkên Eurostatê, di nava penaberên ku sala 2020'î de serî li Ewropayê dan, Efgan civaka herî mezin a duyemîn e.