27’ê Mijdarê li Helsînkiyê hat pîrozkirin

Li Helsînkiyê bi boneya salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê pîrozbahî hat lidarxistin.

Li paytextê Fînlandiya Helsînkiyê bi boneya 27’ê Mijdarê salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê şeva pîrozbahîyê hat lidarxistin.

Pîrozbahî li salona Kedkaran, ji bo bîranîna şehîdên azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre daxuyaniyên rêxistin û partiyên cuda hatin dayîn. Rêxistin û partîyên wek, Partîya Kominîst a Fînland, Riseup4Rojava, Aurora, Komeleya Yeksanî, Komela Rêkxrawî Kurdistanî, Hîzbî Komonîstî Êran peyam dan û salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin.

Pîrozbahî bi mûzîk û gerandina govendê heta saetên dereng dewam kir.