Zalimên mîna Erdogan wê Fîlîstînê bikin qurbanî ji berjewendiyên xwe re

Xweşibandina li sîstema heyî wê pirsgirêka gelê Fîlîstînê çareser neke. Di heman demê de wê bibe sedem ku zalimên mîna Erdogan doza Fîlîstînê bike qurbanî ji berjewendiyên xwe re.

Cografya ku îro weke Fîlîstîn-Îsraîl û derdora wê tê pênasekirin rêya bazirganiyê ya dîrokî, herêma ku Asya û Afrîka lê digihêjin hev, qada tevgera keştiyan a navbera Ewropa û Rojhilata Navîn, herêmeke ji aliyê xweza û çandiniyê ve dewlemend, qada çandan e. Di heman demê de ew herêm e ku navenda destpêkirina sê olên semewî yên yek xwedayî ye, sembolên hersê ol ên pîroz heta niha jî lê ne. Lê belê ji sala 1948'an û vir ve dewleteke ku xwe dispêre yek olî, yek miletî. Sala 1948'an piştî ku Komara Îsraîlê hate ragihandin, şer gihîşt asteke nû. Gelên ku bi hezaran sal in li vê xakê ne, gelê Fîlîstînê, Ereb, Misilman û Xiristiyan li derveyî vê projeyê man, li ser vê bingehê şerê dîrokî nû bû. Veguherî herêmeke welê ku şerê dîrokî lê destpê kir ku weke pirsgirêka Misilman-Yahûdî, Ereb-Îbranî yan jî Fîlîstîn-Îsraîlê hate binavkirin. Ev pirsgirêka ku divê tavilê bê çareserkirin mixabin ji sala 1948'an û vir ve her kûr dibe, mezin dibe û nayê çareserkirin. Çareseriya ku tê pêşkêşkirin pirsgirêk bi xwe ye. Her kes ji bo çareseriyê daxwaza dewletê dike. Herdu alî jî pê bawer in ku eger dewleta netewe hebe wê pirsgirêk çareser bibe, lê belê ji bîr dikin ku çavkaniya bingehîn a pirsgirêkê bi xwe dewlet netewe ye.

Şoreşa Kurdistanê jî bi dehan salan ji bo heman armancê têkoşiya, lê belê dawiyê hate fêhmkirin ku rast nîne û sedema bingehîn a zilm û dagirkeriya li ser tevahiya Kurdistanê netewe dewlet e. Rêber Apo projeya xwe ya çareseriyê pêşkêşî tevahiya cîhanê kir, li şûna sîstema netewe dewletê, paradîgmayeke azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk xiste meriyetê. Dewleta Îsraîlê ji ber ku di sîstem û polîtîkaya xwe de israr dike, gel û tevgera Fîlîstînê jî ji ber ku nikarin lîderekî pêşeng ji xwe re bibînin, li şûna çareseriyê şer girantir bû. Di ser re 75 sal derbas bûn, lê pirsgirêk hîn jî dewam dike. Herî dawî Tûgayên El Kassam ku weke baskê leşkerî yê Hamasê tê naskirin, di bin navê têkoşîna li dijî dagirkeriya Îsraîlê de êrîş bir ser festîvalekê. Di encama êrîşê de ku gelek mirovên ji welatên cuda tevlî bûbûn, gelek sivîl dîl hatin girtin û ewqas jî hatin qetilkirin. Ji ber vê êrîşa Tûgayên El Kassam li herêmê pêvajoyeke nû destpê dike. Weke ku tê zanîn, rêyên bazirganiyê bandorê li siyasetê dike, di encama vê de şer û lihevkirin pêk tên, di van mijaran de berjewendiyên dewletan têne nirxandin. Her dewlet dixwaze van rêyên bazirganiyê bixe bin otorîteya xwe. Ev rê carna dibe fînans û pere, carna jî dewletên ku berjewendî û bazirganiya xwe ji vê herêmê derbas dibin, divê xwediyên vê herêmê bipejirînin û heta aramî û ewlehiya herêmê bi baldarî tevbigerin. Dema ku mirov li gorî vê rewşê dinirxînin, tê fêhmkirin ku yek ji sedemên şer û hewldanên ji bo kontrolkirina Kurdistanê dewlemendiya xwe û rêya Îpekê ye.

Lewma Tirkiye xwe weke welatekî di stratejîk pênase dike. Ji xwe Kurdistanê nas nake. Gel çi guherî? Ya ku guherî ew e ku rêya Îpekê mîna berê nikare bibe bersiv ji liv û tevgera navbera cîhana rojhilat û rojava. Ji ber ku li Rojhilata Navîn bi taybetî li Kurdistanê şer hîn jî dewam dike. Hegemonya cîhanê êdî dît ku tevgera Kurd têk neçû û li Îmraliyê berxwedaneke dîrokî tê meşandin. Eşkere bû ku hikumeta Tirk a bi serkêşiya Erdogan soza xwe bi cih neanî, nekarî Kurdan tune bike yan jî nekarî pirsgirêka Kurd çareser bike. Ji ber vê jî hêzên hegemonîk kete nava lêgerîna li rêyeke cuda. Bi taybetî piştî ku di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de şer destpê kir, hêviya li ser gihîştina li Rojava ya bi rêya li ser Ûkraynayê derbas dibe, nema. Li Rojhilat li ser rêgeha ji Hindistanê ber bi Erebistana Siûdî, ji Urdunê ber bi Îsraîlê, ji Îsraîlê ber bi Qibris û Ewropayê li hev hate kirin. Ji bo di vê rêgehê de pirsgirêk ji Erebistana Siûdî re çênebe û Îran li Kendavê nebe pirsgirêk, kar tê kirin.

GELÊ ERMEN JI CIH Û WARÊ XWE BÛ

Ji ber vê yekê di navbera Erebistana Siûdî, Îran û Misrê de hevdîtin têne kirin. Di vê mijarê de beriya çend mehan dewletên Îran û Siûdî hin gav avêtin. Mînak, herdu dewletan biryar dan ku sefaretxaneyên xwe jinûve vekin. Tişta dixwazim balê bikişînim ser ew e ku di rewşeke bi vî rengî de wê hêza dewleta Tirk kêm bibe, êdî mîna berê wê bi bandor û bi qîmet nebe. Tê zanîn ku beriya 7 salan bi çi rengî ji aliyê leşkerî ve dest li Bakurê Sûriyeyê werda. Yek ji sedemên vê destwerdanê ew bû ku nehêle xeta ji sînorê Iraqê di ser Bakurê Sûriyeyê re bigihêje Derya Spî. Eger ew rê bihata ewlekirin û Tirkiyeyê dest lê newerda bûya, bi taybetî piştî dagirkeriyê dikarîbû di ser Bakurê Sûriyeyê re ji Basra gihaştibûya Derya Spî, ji wir jî biçûya Qibris û Ewropayê. Piştî ku ew derfet ji holê hate rakirin, bi taybetî piştî ku Cerablûs, Ezaz, Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê hatin dagigrkirin di civîna dawî ya G20 de biryar hate dayin ku rêyeke nû bê vekirin. Erdogan ji bo vê biryarê têk bibe, dixwaze di ser Azerbaycanê re rêgeheke alternatîf biafirîne. Ev jî rêya Zengezor a navbera Tirkiye û Ermenistanê ye.

Ji bo karibe vê yekê bi Azerbaycanê re bike, piştgirî da Azerbaycanê û êrîş bir ser Ermenistanê. Êrîş bi hin qonaxan pêk hat. Di encamê de jî herêm ji Ermenan hate standin û gelê Ermen ji cih û warê xwe bû. Guherîna demografîk kirin. Lê tevî vê yekê jî nekarîbû dewletên G20'an îqna bike ku gazirganî ji deriyê Zengezorê bê derbaskirin. Di rewşeke bi vî rengî de hesabên Erdogan hemû têk çûn. Eger karîbûya PKK'ê tune bikira wê rêya bazirganiyê di ser Tirkiyeyê re derbas bibûya, lê nekarî vê bike. Her kes pê zane ku Hamas bi Erdogan re xwedî têkiliyeke bingehîn e, weke dewama fikrê Biratiya Misilman li nava gelê Misilman ê li Fîlîstînê xwe bi rêxistin kiriye û desthilatdariya Fîlîstîniyan xistiye destê xwe. Erdogan sûdê ji êşên gelê Fîlîstînê werdigire. Erdogan ku dibîne Netanyahû pirsgirêkê çareser nake, şer girantir dike, bi bikaranîna doza gelê Fîlîstînê polîtîkayeke zirav û xapînok meşand û destûr da ku Hamas vê êrîşê bide destpêkirin. Rewş niha gelekî tevlîhev e. Erdogan niha li bendê ye ku DYE û hêzên din li rêya berê ya bazirganiyê vegerin û Tirkiyeyê vegerîne rewşa xwe ya berê.

Eger çareseriya doz û pirsgirêkên gelê Fîlîstînê tê xwestin, divê proje û pêşniyarên Rêber Apo esas bêne wergirtin. Ev pêşniyar fikrên xwe dispêrin paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk, ekolojîk û jiyana hevpar. Xweşibandina li sîstema heyî wê pirsgirêka gelê Fîlîstînê çareser neke. Di heman demê de wê bibe sedem ku zalimên mîna Erdogan doza Fîlîstînê bike qurbanî ji berjewendiyên xwe re. Bi vê polîtîkayê re ne tenê gelên Îsraîl û Fîlîstînê wê winda bikin, di heman demê de wê bibe sedem ku Tirkiye jî gelekî winda bike. Hamas a ku gelê Fîlîstînê temsîl nake zerarê dide doz û têkoşîna vî gelî. Di heman astê de Erdogan jî zerareke mezin da Tirkiyeyê û gel.