Xwedîderketina Kurdan a li xaka xwe

"Divê em êdî mîna berê nebêjin çiyayê me heye û yekser berê xwe bidin çiyayên xwe û dest ji xaka xwe berdin. Eger welatparêzî hezkirina ji welat be hingî divê em li dijî dagirkerî, talan û êrişên qirkirinê welatê xwe neterikînin."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn êrişên dagirkeriyê yên li Kurdistanê, rewşa civakî ya Kurdan û berxwedana li dijî dagirkeriyê nirxand.

Kasim Engîn bal kişand ser rewşa civakî ya Kurdan û got, "Kurdan eger heta niha li hemberî bi dehan êriş û dagirkeriyê karîbûne xwe biparêzin û hebûna xwe bidomînin, sedema vê yekê rêxistiniya wan a civakî ye. Kurdan bi rêxistiniya xwe ya civakî xwe gihandine vê serdemê. Dibe ku di asta neteweyî de rêxistinbûneke bingehîn nekarîne biafirînin, lê belê bi kabîle, eşîr û konfederasyonên xwe, her wiha bi jiyana xwe ya li cografyayeke jeostratejîk hebûna xwe parastine.

Divê em zanibin ku li deverên cuda yên dinyayê bi dehan etnîsîte hebûn ku dawî li hebûna wan hate anîn. Êrişên li dijî wan hatin kirin yek ji deh parên êrişên li dijî Kurdan e. Hêzên dagirker dawî li hebûna wan anîn, lê Kurdan hebûna xwe heta niha parastine.

Gelo sira vê yekê çi ye? Çiyayên Kurdan û rêxistiniya wan a bi rengê eşîrî bingeha vê yekê ye. Bi rastî jî Kurd bi saya çiyayên xwe û rêxistiniya xwe ya eşîrî xwe gihandine vê serdemê. Çiya bûn stargeh, eşîrtî jî bû rêxistiniya civakî ya parastina hebûna wan.

'ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ 5 HEZAR SAL IN LI KURDISTANÊ TÊN KIRIN'

Temenê eşîran li Kurdistanê nêzî 6 hezar sal in. Ev dîrok heta dema dagirkeriya destpêkê ya li Kurdistanê girîng e. Tê gotin ku cografya çarçoveya dîrokê ye. Bi rastî jî cografya Kurdistanê çarçoveya dîroka Kurdistanê ye. Xaka Kurdan li xetên girîng ên derbasbûnê ye. Çavkaniyên girîng ên avê û qadên çandiniyê lê hene. Mirovahiya destpêkê li vê deverê bi pêş ketiye.

Ji ber vê yekê kê xwestibe bibe hêzeke hegemon a navendî berê xwe destpêkê dan Kurdistanê. Ev yek jî tê wateya talan û dagirkeriya herî kêm 5 hezar salî ya bênavber. Nêzî 5 hezar sal in dagirkerî li Kurdistanê tê ferzkirin. Derbasbûna ji Klan ber bi kabîleyê pêwîstiyek bû. Derbasbûna ji kabîle ber bi eşîrtiyê ve pêwîstî bû, lê belê vê carê ji ber pêwîstiya xweparastinê bû. Çiqasî li ber êrişan rabûn ewqasî jî warê xwe neterikandin."

'DI HER DAGIRKERIYÊ DE KURDAN BERÊ XWE DAN ÇIYAYAN'

Kasim Engîn bi domdarî got, "Şah, sûltan, padîşah, kayser, qral heta împaratoran dema hatin Kurdistanê û hewl dan Kurdistanê dagir bikin, Kurdên ku hêza wan têrê nekir ku li ber vê dagirkeriyê rabin berê xwe dan çiyayan. Bi vî rengî jiyana xwe parastin.Yên neçûn çiyê bi giranî li deştê man û ji ber berxwedan ya hatin qetilkirin, ya jî ji ber ku teslîm bûn bi asîmîlasyonê hatin helandin û bûn hevkarên hêzên dagirker."

Kasim Engîn bi bîr xist ku dagirker û mêtinger dema ku êriş kirin karê ku destpêkê kirin, koçberkirina şêniyên herêmê ne û got, "Mirov dema ku bala xwe bidin ser kiyarên çend salên dawî wê bê dîtin ku ev yek tê çi wateyê."

Kasim Engîn koçberkirina Başûriyan ji ber êrişên Saddam, koçberkirina Şengaliyan ji ber êrişên DAÎŞ'ê, koçberkirina Kerkûkiyan a ji ber êrişên rejîma Iraqê yên sala 2017'an, koçberkirina Bakuriyan ji ber êrişên TC'ê yên şewitandina gundan, koçberkirina Rojhilatiyan ji ber êrişên Hûmeynî, koçberkirina Rojavayiyan ji ber êrişên DAÎŞ'ê û herî dawî koçberkirina şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi bîr xist.

'LI DIJÎ ÊRIŞÊN TALANKER DIVÊ EM WELAT NETERIKÎNIN'

Kasim Engîn destnîşan kir ku mîna berê divê ew yekser berê xwe nedin çiyê, xaka xwe neterikînin û got, "Di zor û zehmetiyeke biçûk de divê em welat neterikînin. Divê em dest ji warê xwe bernedin. Vê rê û rêbazê berê hebûna me parast, lê belê di serdema modernîst a kapîtalîst de terikandina welat tê wateya tinebûnê. Di demên berê de çûyîna çiyê dibe ku jiyana azad bû, lê belê niha tê wateya qutbûn û tinebûnê.

Bi kurtasî, "Her Kurd bi serbilindî dibêjin ku çiqasî welatparêzin. Her Kurd qala hezkirina xwe ya ji welat dike. Her Kurd bi serbilindî dibêje ku ew bi xaka bav û kalan girêdayî ye. Lê balkêş e ku ti gel bi qasî Kurdan bi hêsanî xaka xwe terk nakin. Gelo bi qasî Kurdan gelek heye ku warê xwe zû diterikîne?

Em zanibin ku bi qasî Kurdan ti gel welatê xwe bi hêsanî naterikînin. Rastî, bûyerên qewimîn û diqewimin bi vî rengî ne. Wê demê hezkirina ji xakê, ji welat û welatparêzî li ku ye? Eger welatparêzî hezkirina ji welat be wê demê li dijî dagirkerî, talan û êrişên mêtingeriyê divê em warê xwe neterikînin."