Vîna azad ti ambargoyan nas nake

Dewleta Tirk a faşîst, tişta ku nekarî heta niha bike, bi destê hevkarên xwe yên bi Kurdîniyê xwe bi nav dike, lê bi dijminê xwînxwar re ye, dike. Mînaka vê ya şênber jî ambargoiya siyasî ya 2 salan a li ser wargeha Mexmûrê ye.

Di demên cuda de her tim hêzên hegemon, emperyal û netewe dewletan, qirkirin li gel, netewe û civakan ferz kirine. Qirkirin ango tinekirin gelek şêwazên xwe yên cuda hene. Qirkirin ango tinekirin ew e ku civakek, ya jî komek, neteweyek di hêla, çand, nasname, hebûn, ziman, fikir, erdnîgarî, dîrok û bi wateya giştî qirkirin-tinekirin û ji holê rakirina hebûnê ye. Bêguman qirkirin di heman demê de çanda mirovahiyê ya bi nirx û pîroz li ser rûyê erdê radike. Mirovan bê kok dihêle ango bi gotinekê din bêesil dike.

Li welatekî mîna Kurdistanê ku ji her aliyan ve hatiye mêtingerkirin pêşxistina her tiştê gelek zor û zehmete. Ev mêtîngerî tenê li ser xaka wê nehatiye kirin, mêtîngeriya herî mezin û xirab jî li ser hişmendî, çand, nasname, civak, ruh, îrade, fikir û kesayetiya wê hatiye kirin. Bi sedan sale Kurdistan gelê Kurd bi dagirkerî, qirkirin, talan, mêtîngerî re rûbirû maye. Neteweyek ji netewbûyîna wê hatiye xistin, wisa lê hatiye kirin ku ji derveyî xwe bûye aîdê herkesî û her tiştî, êdî bi xwe jî ji xwe ditirse û xwe xeter dibîne. Rastiya gelê Kurd rastiyekê gelek bi êş e, di dîrokê de herî zêde weke gel û netew hatiye perçekirin, ji şêweyê civak û netew hatiye derxistin, belavbûyînê hem di hêla civak û hem jî di hêla mejî de di asta jor de jiya ye, bi ti awayî ji hêla siyasî ve nebûye xwedî îradeyek, ji ber erdnîgariya wê ya stratejîk û jeopolîtîk her tim bûye navenda şer û bûye hedef.

Komara Tirkiyeyê ji roja ava bûye û vir ve xwe li ser qirkirin û tinekirina gelan û neteweyan bi taybetî jî tinekirin û qirkirina gelê Kurd ava kiriye. Armancê wan ya sereke jî ev yeke. Em baş dizanin ku dewleta Tirk a faşîst a ku jê bê çandiya Osmaniyan tê yê talankar, dagirker, texrîpkar, qirker heya roja me ya îro jî didome. Dewleta Tirk a ku hebûna xwe li ser tinekirin û qirkirina gelê Kurd dibîne, ji dîroka xwe ya avabûnê heya roja me ya îro jî li ser esasê qirkirinê polîtîkayên cûr be cûr ê îmha û înkarê xistiye meriyetê. Qirkirina fîzîkî, çandî, aborî bi rê û rêbazên cûr be cûr pêk aniye.

Tevgera azadiyê PKK’ê li ber van polîtîkayên qirkirin û tunekirinê rabûye û li Kurdistanê bûye navê vejîna nû ya Kurdê azad. PKK’ê bi derketina xwe li Kurdistanê û tevahî cîhanê bûye hêviyên Kurd ên azad û tevahî mirovahiya pêşverû. Lewra bi derketina xwe pêşî li van polîtîkayên îmha û înkarê yên dewleta Tirk girtiye. 

Li Kurdistanê êriş û polîtîkayên dewleta Tirk tenê di hêla qirkirina fîzîkî de sînordar nemaye. Ji bo pêkanîna armanca xwe ya bişaftinê hin deman qirkirina fîzîkî pêk aniye, hin caran bi polîtîkayên hîn nermtir xwestiye çanda Kurditiyê di nav bêçandiya xwe de bihelîne, carna jî bi polîtîkayên koç û koçbertiyê valakirina gund û herêmên Kurdan kiriye. Ev polîtîkayên dewleta Tirk ji Dersimê, Geliyê Zîlan, Agirî, heyanî Licê û gelek heremên Botanê bi awayekî xuyayî hatiye jiyîn û pêkanîn. Gelê Botanê yê ku bi dilsoziya xwe ya bi ax û çanda xwe tê naskirin, di encama van polîtîkayên îmha û înkarê de gund û malên wan hatine şewitandin weke bedelê ketina li pey azadî û têkoşîna xwe yekane rêya koçberiyê ji wan re hatiye hiştin. Ev polîtîkayên koçberiyê bi taybetî jî di salên 93-94’an ku têkoşîna azadiyê li Kurdistanê bi serhildanên mezin dihat hembêzkirin gihîştiye asta herî bilind û di encama vê de bi hezaran Kurdistanî neçarî koçberiyê dibin. Gelê Botanê jî di van salan de neçarî koçberiyê dibe.

Serpêhatiya Mexmûrê bêguman bi vê awayî destpê dike... Gelê Botanê yê ku ti carî, rûxmê hemû êrişên kiret û dijwar ên faşîzma dewleta Tirk jî dev ji çanda xwe û têkoşîna xwe berneda û serî netewand. Ji Geliyê Qiyametê heyanî Etrûşê, heyanî warê dûpişk û maran ango Mexmûrê em hemû serpêhatiya vî gelî dizanin û dibînin. Bêguman guhdarîkirina li vê serpêhatiyê cuda ye, bi ser ve hatin cuda ye. Gelek bûyerên ku dayîk behsa jiyana xwe dikin, heya ku mirov nejî nayê fêmkirin. Êş û zehmetiyên ku gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî dîtiye em hemû dizanin. Gelê Wargeha Mexmûrê heya ku gihişt van rojan, çendîn caran bi êrişên dijmin û xiyanetkaran re rû bi rû ma, çend zarokên xwe yê di landikan de ji ber birçîbûn û tîhbûnê wenda kir, çend mirovên xwe yên ji vê civakê di oxira têkoşîna xwe ya azadiyê de şehîd dan, em hemû jî pê haydar in. Rastî û heqîqet ew e ku dost, dijmin û hevkarên dijmin ên îxaneta gelê xwe kirine vê yekê baş dizanin ku, heya roja me ev gel hemberî her cûre êrişan li ber xwe da û wê her tim li ber xwe bide. Ev ne gotinên me ne, gotinên dayikên ku ji bo dilopek av bidin zarokên xwe, dev ji jiyanê bernedan e...

Belê, Mexmûr bi xwe serpêhatiyek dirêj e ku tevahiya dîroka Kurdistanê tê de veşartiye an jî mirov dikare kurte dîroka Kurdistanê di rastiya êrişên li gelê Wargeha Mexmûrê tê kirin, bibînin.

Gelê Mexmûrê ji roja derketina xwe ya ji Bakurê Kurdistanê heya roja me ya îro jî di bin gefên dewleta Trik de bû. Nê tenê gef... cih hat êrişên herî kîret jî li ser vî gelî hat pêkanîn. Lê mixabin tişta ku mirov pê diêşîne, ne êrişên dijmin bi xwe ye... Ev gel li hemberî dijminê xwe bi sedan welatiyên xwe bide jî pê naêşe. Lê hezar mixabin heya roja me ya îro jî tiştên ku dewleta Tirk a faşîst nekaribûye pêk bîne bi destê hevkarên xwe yên ku xwe bi Kurdîniyê binav dikin lê bi dijmin û xwînxarê Kurdan re tevdigerin pêkaniye. Mînaka vê ya herî şênber jî ambargoya siyasî ye ku ev du sal in li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî tê pêkanîn e. Divê ev yek baş were zanîn ku gelê Wargeha Mexmûrê ne ji bo rewşa xwe ya aborî penabertiyê hilbijart. Ji bo pêkanîna jiyanek azad ketin vê rêya pênaberiyê de. 

Sala 2019’an di 17’ê Hezîranê de rêveberiya PDK’ê li ser wargeha Şehîd Rustem Cûdî biryara ambargoyê da. Çûyîn û hatina gelê wargehê ya Başûrê Kurdistanê hat qedexekirin. Bi gotinek kurtir li ser Kurdan ketina Kurdistanê hat qedexekirin. Tê zanîn ku ev biryar ne tenê biryara rêveberiya PDK’ê ye. Biryarek ku ji navenda Enqere hatiye girtin û PDK’ê tenê bi pêkanîna vê biryarê re hatiye erkdarkirin e. Her çiqas li hemberî vê pêkanînên PDK’ê ê ku birayar wê ji Enqere hatiye dayîn, dayikên aşitiyê yên wargeha Mexmûrê li Seytera Gêçê çalakî lidarxistibin jî, ev çalakiya wan bi dîtina tundiya peşmergeyên PDK’ê bi encam bûye. 

Ambargoya ku qala wê tê kirin ne tenê ambargoyek fîzîkî ku çûyîn û hatin hatiye qedexekirin e. Aliyên vê ambargoyê yên siyasî, leşkerî û çandî jî bi bûyerên ku bi taybetî di nav dû salan de hat jiyankirin li holê ye û zelal e. Ji lewra ev ambargo ji polîtîka û siyaseta qirkirin, îmha û înkarê ya dewleta Tirk qût nîne. Armanca vê ambargoyê jî gel ji wargehê derxistin û valakirina wargehê, bi gotinek din çok bi vê gelê berxwedêr tewandin e. 

Di pêvajoya ambargoyê de xelkê wargehê bi zehmetiyên mezin ên jiyanî re rû bi rû maye û ev zehmetî hîn jî berdewam dikin. Gelek caran li hemberî welatiyên wargehê ên ji ber rewşên tendûristiya xwe neçarî çûyîna nexweşxaneyê bûn an jî dayikên dûcanî yên pêwistiya wan bi çûyîna nexweşxaneyê hebûn ji ber nêzîkatiyên ji derveyî ehlaqê mirovahiyê yên PDK’ê paş de hatine zivirandin û destûra çûyîna nexweşxaneyê ji wan re nehatiye dayîn. 

Encamên ambargoya 2 sal in dom dike;

• Bi sedan nexweşên wargehê nikarin biçin serdana bijîşkan û ji ber vê rewşê nexweşiyên wan girantir bûne. Ev kesên ku nexweşiyên kronîk in ji ber rewşa heyî metirsiyek mezin ya jiyanî dijîn û rewşa wan girantir bûye. 

• Di nav du salan de ji ber ku jinên dûcanî nikarin di bin çavderiya bijîşkan de zarokên xwe bînin dinê 4 dayikan zarokên xwe wenda kirin. Yek ji van dayikan Kewê Pîranî ye ku du zarokên xwe ji ber bêr vê yekê wenda kir. Her wiha rewşa van jinan jî ket xeteriyekê mezin de. 

• Bi sedan jinên wargehê yên li derve ji bo xwedîkirina zarokên xwe kar dikirin ji kar hatin avêtin. Di vê pêvajoya ambargoyê de qasî 730 jinan ji kar hatin derxistin û niha nikarin ji bo dabinkirina pêwistiyên zarokên xwe kar bikin. Ji ber vê dorpêç û ambargoya li ser Wargehê êdî ev jin nikarin biçin ji bo mala xwe bixebitin û niha rewşa van malbatan di aliyê aborî û xwe dana jiyankirin de rewşekî gelek xeternak de ne. 

- Herî dawiyê di dîroka 02/02/2020`an de carekdin çeteyên DAÎŞ’ê êrişî wargehê kirin. Divê êrişê de 3 hemwelatiyên Wargehê birindar bun. Berî ku ev êriş çêbibe û piştî vê demê jî çend caran Wargeha me bi êrîşan re ru bi ru maye.

- Her wiha di vê pêvajoyê de Waregha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî-Mexmûrê bi hedefa gef û êrişên dewleta Tirk a faşîst de bûye. Bi giştî di pêvajoya ambargoyê ya du salan de bi balafirên şer û yên keşfê yên artêşa Tirk 4 caran êriş li ser wargehê hatiye pêkanîn. 

- Di 19’ê Tirmeha 2019’an de di encama êrişên hewayî yê dewleta Tirk a faşîst de du ciwanên wargeha penaberan birîndar bûne, zirar û ziyanekê zêde giheye bax û bexçeyên welatiyên wargehê. 

- Di 15’ê Nîsana 2020’an de balafirên bê mirov (SİHA) yên dewleta Tirk a dagirker di demjimer 1 nîvro de wargehe bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de sê jinên ciwan yên bi navê Hewa, Ezîme û Eyşê ji bêriya pez dihatin bun hedefa van bombebaranan û şehîd bûn. Hewa û Ezimê heman li cihê bûyêrê jiyana xwe ji dest dan lê belê Eyşê dema ku gelê wargehê bi hewara wan ve çûn hîn birîndar bû. Ji ber rênedayîna ambûlansê ji bo hatina wargehê Eyşê jî di nexweşxaneya Wargehê de ruxmê hemu mudaxalaya bijîşkan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Di encama bombebarana heyî de cenazeyê wan di astek zêde de şewitî bû. Weke her carên din NY’î hatin agadarkirin û heyetên keşfê yên Iraqê hatin rewşa heyî şopandin ji lê heya roja meya îro ji bo hesap xwestin ji van sucên mirovahî de ti hewildan nehatine kirin. 

- Di 15’ê Hezîrana 2021’an de seatên şev ê 12:00’ê de balafirên şer ên dewleta Tirk a faşîst nêzî seatekî wargehê bomberaran kir. Di encama vê bombebaranê de wendahiyek canî çênebû lê zirarek pir mezin giha bexçeyên welatiyên wargehê. Her wiha ji ber lêdana balafiran gelek zarok di aliyê de derûnî de bandoriyek neyînî jiyan kirin. 

- Piştî gefxwarina serokkomarê dewleta Tirk a faşîst a di 3’ê Hezîranê de, 5’ê Hezîrana 2021’an navenda wargeha Mexmûrê ku aliyekî wê qada parka Şehîd Aryen e, aliyekî wê dibistan in û aliyekî wê jî malên welatiyên wargehê ne bi balafirên bê mirovî (SIHA) di seatên nîvro de hat lêdan. Ji ber betlana dibistanan û ji ber ku ev êriş di seatên nîvro de pêk hat û di seatên nîvro de kesek nediçû parkê tu zirarek canî çênebû. 

Bûyer û rewşên hatiye jiyîn weke xal anîna ser ziman hêsan e. Lê weke kesên ku van xalan jiyan dikin û her roj di bin gefên êrişan de ne jiyankirin bi çi rengê gelo? Lê rexmê hemu tiştî jî gelê Wargeha Mexmûrê ya ku ji bo xwe îradeya azad ket rêya penaberiyê de, li dijî hemu pêkanînên faşîzmê û polîtîqayên tinekirinê li ber xwe didin. Ji ber vê jî mirov bi jiyan û biryardariya gelê wargehê dibîne ku îradeyek azad ti amabargoyan nas nake. Belê, divê em êdî weke gelê Kurd vê yekê baş fêm bikin. Mijar ne tenê Mexmûr e. Weke li jor jî me anî ser ziman Mexmûr kurte dîroka Kurdistanê ye. Mirov ger bi çavekî ku dixwaze bibîne lê binêre, wê bibîne ku êriş, zext û gefên li ser Mexmûrê pênaseya êriş, zext û gefên li ser tevahî Kurdistan û tevahî Kurdistaniyan e. Lewra erka ku dikeve ser milê me hemûyan, xwedî li Mexmûrê derketin, xwedî li Kurdistanê derketin e.