Tevgera Aştiyê ya Belçîkayê: Welatên Rojavayî li hemberî dagirkeriya Tirk çima bêdeng in?

Berdevkê Tevgera Aştiyê ya Belçîkayê Ludo De Brabander li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk gotarek nivîsî û bêdengiya welatên Rojavayî rexne kir.

Nivîsa bi sernavê "Cîhana Rojava li hemberî êrişeke din a dagirkeriya Tirk a li ser Bakurê Iraqê bêdeng ma" li malpera vrede.be hate weşandin û işaret bi êrişên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê hate kirin.

Ludo De Brabander êrişa nû ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi bîr xist ku ji bo dagirkirinê di 17'ê Nîsanê de destpê kir û anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze xwe bi dehan kîlometreyî berde nava herêmê û "herêma ewle" ava bike.

De Brabander bal kişand ser rola krîza aboriyê ya giran a li Tirkiyeyê û kêmbûna piştgiriya ji bo desthilatdariya AKP'ê ya di nava vê êrişê de û destnîşan kir ku di bin navê "li dijî terorê" de dixwazin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê 'neteweperestiya Tirk a bi daxwaza Neo-Osmanî xurt bikin'.

De Brabander ragihand ku dewleta Tirk dixwaze Peymana Lozanê ya 1923'an qaşo di ber çavan re derbas bike û got, "Tirkiye xwedî kevneşopiyeke dûr û dirêj a ji dagirkeriya leşkerî ya li ser Bakurê Iraqê ye ku digihêje heta sala 1983'an. Ji hingî ve artêşa Tirk bi dehan carî xaka Iraqê binpê kir. Ji nîvê sala 2019'an û vir ve heyşt caran operasyona 'Pençe' pêk anî û zêdeyî du hefte ne jî operasyona 'Pençe-Kîlît' dimeşîne. Tevî ku hikumeta Iraqê gelek caran binpêkirina xaka xwe şermezar kir, operasyon dewam dike û Tirkiye li vê derê baregehên leşkerî ava dike."

De Brabander wiha dewam kir:

"Ji sala 2020'î û vir ve saziyeke dewleta Tirk nexşeya li ser cihê qereqol û 38 baregehên leşkerî yên artêşa Tirk ên li Bakurê Iraqê weşand, ku bêyî destûra Bexdayê hatine avakirin û bi hezaran leşkerên Tirk lê ne. Meha Gulanê ya derbasbûyî jî Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar di dema yek ji operasyonên dijî PKK'ê de serdana baregeha leşkerî ya Bîlîç Tepesî ya li Bakurê Iraqê kir. Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê ku ji vê serdanê bi hêrs bû, ji bo nerazîbûna xwe ya ji hebûna wezîrê Tirk a li Iraqê nîşan bide, bang li sefîrê dîplomatîk ê Tirk ê li Bexdayê kir."

De Brabander diyar kir ku li Sûriyeyê jî heman senaryo heye û got, "Tirkiyeyê ji sala 2016'an û vir ve sê caran bakurê welêt bi milîsên Îslamî dagir kir."

De Brabander dagirkirina Efrînê ya sala 2018'an bi bîr xist û got, "Di sala 2018'an de yekîneyên Tirk ev cih dagir kir û paqijiya etnîkî kir. Sala 2019'an ji Tel Ebyad (Girê Spî) heta Ras al-Ayn (Serêkaniyê) qadeke dirêj a sînor dagir kir."

De Brabander destnîşan kir ku êrişên dawî yên li ser QSD'ê nîşaneya plana 'avakirina herêma tampon e' û got, "Enqereyê êrişên li ser Sûriye û Iraqê zêde kir. Ji şerê yekîneyên Rûs ên li ser Ûkraynayê sûdê werdigire."

Di heman nivîsê de wiha hate gotin:

"Tirkiyeyê qada xwe ya hewayî li balafirên Rûs ên diçin Sûriyeyê girt. Ev yek zorê dide piştgiriya Rûsyayê ya ji bo Şamê. Dibe ku Tirkiye bixwaze zextê li Moskowayê bike, ji bo karibe destûrê ji Kremlînê werbigire ku herêma sînorê bakurê bi temamî kontrol bike.

NATO û Yekîtiya Ewropa bêdeng in. Ev yek li zimanê tund û tedbîrên li dijî Rûsyayê hatine nîşandan, nayê. Li gel vê yekê di her du rewşan de jî êrişeke navneteweyî li ser welatekî serwer heye û pêwendiya vê yekê bi binpêkirina Şertê Neteweyên Yekbûyî heye. Tirkiye endamekî girîng ê NATO'yê ye. Li aliyê başûr ê Rûsyayê ye û di navbera herêmên dewlemend ên gaz û petrolê yên Rojhilata Navîn û Asya Navîn de mîna pirekê ye. Tirkiye bi eşîra Barzanî ya Kurdê muxafazakar re xwedî têkiliyeke baş e. Piraniya petrola ji herêma Kurdan tê, bi rêya lûleyan li Tirkiyeyê tê pêşkêşkirin. Enqere niha ji bo gazê ji Herêma Xweser a Kurd a li Bakurê Iraqê werbigire gelekî dixebite. Tirkikye bi vî rengî dikare bi Ewropayê re ku dixwaze zû dest ji çavkaniyên enerjiyê yên Rûs berde, têkiliyên baş ên siyasî û aborî pêk bîne.

Tirkiyeyê ji bo veguhastina gazê ji Kurdistana Iraqê ber bi Ewropayê ve bi Îsraîlê re dest bi hevdîtinan kir. Herdu welat jî ji bo gaza li Levîathan a li qada gazê ya deryayê ya Îsraîlê, ji bo karibin di ser Tirkiyeyê re li binê deryayê xeteke lûleyan çêbike û bigihîne Ewropayê, dest bi hevdîtinan kirin. Ji bo Ewropa li ser dagirkeriya Tirk a li Iraq û Sûriyeyê rexne neke, Tirkiye dixwaze bi gazê Ewropayê hewcedarê xwe bike."