Tenê navê ‘Rewşa Awarte’ rabûye

Hikumeta AKP-MHP'ê ku 20'ê Tîrmeha 2016'an Rewşa Awarte îlan kir û 7 caran dirêj kir û 2 salan dom kir. Tevî ku Rewşa Awarte hatiye rakirin lê li bajarên Kurdan pêkanînên Rewşa Awarte didome.

Li gorî berhevkirina nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Ozgur Paksoy, di çarçoveya Rewşa Awarte ku 24 mehan dom kir 31 Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan (BHQ) hate weşandin. Tevî ku rayedarên hikumetê gotin wê di nava mehek û du mehan de bê rakirin jî 7 caran dirêj kirin û 2 sal dewam kir. Di bin navê Rewşa Awarte de Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (BHQ) weşandin û bi van BHQ’yan hemû beşên civakê para xwe jê girtin. Li gel ku Rewşa Awarte piştî du salan di 18’ê Tîrmeha 2018’an de hat rakirin jî lê pêkanînên Rewşa Awarte yên li bajarên herêmê didomin.

BI SEDHEZARAN KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Di du salên Rewşa Awarte de 31 BHQ hatin weşandin û bi van BHQ’yan bi hezaran mirov ji karê xwe hatin îxrackirin. Ev BHQ kirin qanûn û mayînde kirin. Di çarçoveya vê rewşa Rewşa Awarte de bi sed hezaran însan hatin destgîrkirin û bi deh hezaran kes hatin girtin. Li gorî daneyên Platforma Mafên Mirovan a Hevpar (ÎHOP) ji 16’ê Tîrmeha 2016’an heta 20’ê Adara 2018’an herî kêm 228 hezar û 137 kes hatin girtin û wan şandin girtîgehan.

JI ROJNAMEGER HETA SIYASETMEDARAN

Hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 9 wekîlên HDP’ê jî di nav de bi hezaran siyasetmedar, rojnameger, parêzvanê mafên mirovan, akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr hatin girtin. Bi ser sedî re hevşaredarên DBP’î dawî li wezîfeya wan anîn û hatin girtin. Bi ragihandina Rewşa Awarte re li girtîgehan şertên awarte û yên der mirovî hatin destpêkirin. Êşkence li girtiyan hat kirin û hemû mafên wan hatin desteserkirin. Ji ber şertên nebaş ên girtîgehan gelek girtiyan jiyana xwe ji dest da.

SAZÎ Û DEZGEHÊN MEDYA AZAD GIRTIN

Di rewşa awarte de saziyên çapemeniyê jî para xwe girtin. Di çarçoveya BHQ’yên hatin weşandin de gelek rojnam, televîzyon, radyo, malper û ajans hatin girtin. Ajansên wek JINHA, DÎHA, rojnameya Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Ozgur Gun TV, ÎMC TV, HAYAT TV, TV10, DENGE TV, AZADÎ TV, VAN TV, DÎJLE TV jî di nav de 174 sazî û dezgehên medyayê hatin girtin. Li gorî Ropora Çavdêriya Medya ya BÎA 315 rojnamger, nivîskarên kuncikan, berpirsên weşanan rastî cezayên hepsê û pereyan hatin. Li gorî rapora Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad a sala 2018’an jî 192 rojnameger girtî bûne.

BI HEZARAN KES HATIN ÎXRACKIRIN

Bi deh hezaran karmend û akademîsyen hatin îxrackirin. Sendîkayan û karmendan gotin hikumet dixwaze wan bi birçîbûnê terbiye bike. Di Rewşa Awarte de dest danîn ser pasaportên rojnameger, siyasetmedar, karmend, akademîsyenan û pasaportên ên îxrackirî hatin betalkirin. Li gorî daneyên ÎHD’ê li 5 hezar û 268 kesan îşkence û muameleya xerab hatiye kirin. Di serî de li Enqere û Amedê li gelek deveran welatî bi darê zorê hatin revandin û binçavkirinên der qanûnî pêk hatin.

‘DARBEYA SIVÎL A AKP’Ê DIDOME’

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel a bi BHQ’ê ji wezîfeya xwe ya bijîşkiyê hat îxrackirin da zanîn ku her çiqas Rewşa Awarte hatibe rakirin jî lê pêkanînên Rewşa Awarte didome û got: “AKP’ê krîza darbeye ji xwe re veguherand firsendê. Bi Rewşa Awarte her kesî kirin hedef. Hemû muxalîfan dorpêç kirin. Bi vê pêvajoyê êrîşî têkoşîn û destekftiyên jinan kirin. Pêvajoyek giran a binpêkirina mafan pêk hat. Bi mayîndekirinê OHAL didome. Pêkanînên di vê pêvajoyê de qewimîn hemû dij qanûnî û bêhiqûqî ne. Yanî mirov bi kurtasî dikare bêje ku darbeya sivîl ya AKP’ê didome. ”

‘ÇAPEMENIYA AZAD RASTÎ DI TARIYÊ DE NEHIŞT’

Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan jî diyar kir ku saziyên çapemeniya azad jî ji Rewşa Awarte nesîbê xwe girtin û got: “Rewşa Awarte kîmyaya Tirkiyeyê xera kir. Ewil saziyên çapemeniyê kirin hedef. Zextên qedandina çapemeniya azad dan destpêkirin. Hemû weşanên çapemeniya azad hatin girtin. Dest danîn ser mal û milkên wan. Wek ganîmetê hat bikaranîn. Rojnamegerek nehat darizandin û ceza lê nehat birîn nema. Tevî hemû hewldanên bêdengkirina çapemeniya azad jî lê nikaribûn bêden bikin. Xebatkarên çapemeniya azad karkirinê bersivek mezin dan Rewşa Awarte û nehiştin rastî di tariyê de bimîne.”