Têkildarî bangên li ser yekîtiya neteweyî

Yên ku li ser 'yekîtiya neteweyî' bang dikin, divê destpêkê mebesta xwe ya ji yekîtiya neteweyî eşkere bikin. Divê zanibin ku yekîtiya neteweyî bi çanda welatparêziya Kurd dibe û bi vî rengî li dijî xiyaneta PDK'ê têbikoşin.

Yek ji bangên herî girîng ên meh û salên derbasbûyî li ser 'yekîtiya neteweyî ya Kurd' e. PDK û alîgirên wê ne di nav de, hemû partî, sazî û kesayetên Kurd timî vê bangê dikin. Bi taybetî her ku pirsgirêkên aborî û siyasî dikevin rojevê, weke rêya herî hêsan a çareseriyê işaret bi 'yekîtiya neteweyî' tê kirin. Ji bo saziya ku 'yekîtiya neteweyî' pêk bîne jî navê 'kongreya neteweyî' tê bilêvkirin. Tim û tim bi gotina 'Divê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê' bicive bang têne kirin. Ya balkêş jî ew e ku bangên bi vî rengî ji aliyê saziyekê ve jî tê kirin ku navê xwe 'Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê' ye. Halbûkî li şûna ku bangên bi vî rengî bike, xwedî li mîsyona navê xwe derkeve û hewl bide wezîfeyên xwe pêk bîne, wê pirsgirêkên navborî bi giranî çareser bibin.

Bêguman gotina 'yekîtiyê' pênaseyeke erênî ye. Dema ku gotina 'neteweyî' jî lê tê zêdekirin û dibe 'yekîtiya neteweyî' hingî hîn bêhtir erênî dibe. Ji mirovan heye ku dema 'yekîtiya neteweyî' tê gotin, her cûre pirsgirêk çareser dibin. Yeqîn dikin ku dema banga 'yekîtiya neteweyî' dike, hingî hemû wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bi cih tîne. Feraseteke welê tê nîşandan ku dema 'yekîtiya neteweyî ya Kurd' bê gotin wê hêzên faşîst, mêtinger, qirker hemû têk biçin û demokrasî û azadiya Kurdan pêk were.

Bêguman pênaseya 'yekîtiyê' girîng e. Bi taybetî 'yekîtiya neteweyî' gelekî girîng e. Ji aliyekî ve balê dikişîne ser xurtbûna feraset û îradeyê, li aliyê din jî aîdiyeta nasnameyê ya mirovan xurt dike. Lê belê yekîtiya ku tê xwestin, tenê bi gotinê pêk nayê. Bi taybetî jî 'yekîtiya neteweyî' tenê bi daxuyaniyan, bi bangawaziyan pêk nayê. Ji bo vê pêwîstî bi têkoşînê heye, bi hişmendî û stratejiyeke rast heye. Ji wê jî girîngtir divê atmosfera siyasî û şert û merc guncav bin.

Bêyî van, bangên ji bo yekîtiya neteweyî bêne kirin dibe ku encamên neyînî bi xwe re bînin. Ji xwe di nava şert û mercên heyî de bangên li ser 'yekîtiya neteweyî ya Kurd' zerarê didin têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê. Çima? Ji ber ku ji mirovan heye ku dema bangeke bi vî rengî dike, hingî wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bi cih anîne. Feraseteke welê ya şaş tê afirandin ku il şûna têkoşîna ji bo azadî û hebûna gelê Kurd, bi bangên 'yekîtiyê' dikare pêk were. Bi vî rengî jî rewşeke ku têkoşînê ji nedîtî ve tê, tê afirandin.

Ji vê jî girîngtir, di nava şert û mercên heyî de bangeke bi vî rengî timî li PDK û alîgirên wê tê kirin. Ev yek jî PDK û malbata Barzanî 'girîng' dike û xurt dike. Hêz û qîmeteke ku qet ne hêjayî wê ne, dide wan. Bêguman ev rewş jî xizmetê ji mejî û siyaseta PDK'ê, yanî jî neteweperestiyê re xizmetê dike. Rastiya sîxurî û xiyaneta PDK'ê dinixumîne ku heta qirika xwe ketiye nav. We demê divê pênase di cih û dema wê de bê kirin, bang di dema xwe de bêne kirin. Naxwe gotinên ku bi tena serê xwe gelekî erênî ne, dikarin encamên xetere bi xwe re bînin.

Em li ser bifikirin; di nava van şert û mercan de ku dewleta Tirk di şexsê Rêber Apo û PKK'ê de dixwaze Kurdîtiya azad tune bike û êrîşên herî hovane dike; her wiha PDK bi her awayî tifaqê bi dîktatoriya faşîst a AKP-MHP û dewleta Tirk re dike, gelo 'yekîtiya neteweyî ya Kurd' a ku gelekî tê xwestin, wê çawa pêk were? Sermeselê, xeta vê yekîtiyê, pîvanên wê yên bingehîn wê çi be? Gelo wê sîxurî, hevkarî û xiyaneta PDK'ê ji xwe re bike esas, yan jî wê xeta neteweyî demokratîk û azadiyê ya PKK'ê ji xwe re bike esas? Bi gotina 'Bêyî ku ti ji wan ji xwe re bike esas, bê pîvan û bê xet' yekîtî nabe. Eger di van feraseta û helwestan de kombûna li hev wê nebe, wê demê bangên li ser 'yekîtiya neteweyî' jî bêwate ne. Tevî ku zane pêk nayê, hingî kirina bangeke bi vî rengî tê wateya xwexapandinê.

Ya rast, gelek hêzên Kurd rewşa heyî dibîne û zane ku divê welatparêziya Kurd li ber PDK'ê rabe, li dijî feraset û polîtîkayên wê bi piralî têbikoşe, li şûna ku têkoşîneke bi vî rengî bike, li pêşberî PDK'ê helwesteke binketî nîşan didin. Di vir de bêguman para helwest û feraseta neteweperestiya Kurd jî heye. Di vir de tirsa ji PDK û xanedaniya Barzanî jî heye. Di vir de para nêzîkatiya ku bi pênaseya 'Serok' nêzî Barzaniyan dibe, heye ku Barzaniyan ev yek qet heq nekirine.

Bêguman di vir de em ê sicîla xiyanetê ya Barzaniyan ranexin pêş çavan. Ji destberdana ji Berxwedana Mahabadê û reva wan heta bi desteserkirina PDK'ê ya bi darbeyê, heta bi danîna têkiliyên herî xetere yên bi MÎT a Tirk re, heta bi bûyera qetilkirina Dr. Şivan, heta bi tasfiyekirina tevgera welatparêz a Rojhilatê Kurdistanê, heta bi lihevkirina bi Saddam û êrîşa li ser YNK'ê û herî dawî jî ji havîna 1985'an û vir ve qetilkirina bi sedan, bi hezaran gerîlayên PKK'ê, her kes bi kiryarên PDK a Barzanî zane. Tişta îronî jî ew e ku dema vê dike, di heman demê de xwe weke 'Tevgera Kurd û Rêberê Kurd' nîşan dide, hinekan jî ev yek pejirandine.

Ev vê rastiyê dikarin bi şênberî bibêjin: Eger partiyeke din a Kurd tenê yek ji sedî ya xiyanet û hevkariya PDK'ê bikira, yên ku niha li pey yekîtiya bi PDK'ê re ne wê qiyamet rakiribûna, wê li dijî rêxistina navborî bi her cûreyî înfaza bêdaraz pêk bianiya. Lê belê hewl didin xiyaneta PDK'ê, sîxuriya wê ji nedîtî ve bên û rewa bikin. Divê êdî her kes vê rastiyê bibîne û li dijî xeta xayin, hevkar helwestê nîşan bidin. Yekane pîvana welatparêziya Kurd a hevgirtî û rast bi vî rengî ye. Ev pîvan divê ji bo her partî, sazî û kesayetan bi rengekî wekhev bê bicihanîn.

Wekî din, hin rexneyên şermok hene ku qaşo li hemberî PDK'ê têne kirin. Ev yek jî bi şêweyê banga hevkar a li PDK û PKK'ê têne kirin, ku PDK û PKK'ê weke hev nîşan didin. Qala 'herdu aliyan' tê kirin û qaşo bang 'li herdu aliyan' tê kirin. Ev rewş ji piştgiriya PDK'ê ya bi rengekî eşkere bêhtir xerab e. Ji ber ku helwest û xeta welatparêziyê xumamî dike. Xiyaneta PDK'ê û welatparêziya PKK'ê mîna hev nîşan dide. Gerîlayên PKK'ê yên ku ji bo hebûn û azadiya kurdan li Zapê li dijî her cûre bombeyên kîmyewî û taktîk nukleer bi fedaî şer dikin û PDK a ku bi şev û roj gel dişêlîne weke hev nîşan dide. Yên ku xwedî helwest û nêzîkatiyên bi vî rengî ne, divê vê yekê biterikînin û rûyê xwe bi şênberî nîşan bidin.

Eşkere ye ku pênaseya 'yekîtiyê' dîtbarî ye. Bi navê 'yekîtiyê' gelek tevger û çalakiyên demokratîk û azadiyê dikare bêne afirandin, di heman demê de di bin pênaseya 'yekîtiyê' de her cûre hîle, mêtingerî, şêlandin û talan jî tê kirin. Lewma divê bi rengekî rast mirov li ser pênaseya 'yekîtiyê' rawest e û rast fêhm bike. Bi hilweşîna Yekîtiya Sowyetan re baştir hate fêhmkirin ku dewleta ku Stalîn weke netewe pênase dike çawa ye û çawa bi sîstema modernîteya kapîtalîst a global re bûye yek. Her wiha li Vîetnam û mînakên mîna wê hîn baştir hatiye fêhmkirin. Yanî 'neteweyeke dewletê' heye û 'neteweyeke demokratîk' heye. Rêber Apo ev rastî bi pênaseyên piralî bi xurtî vegotiye. Neteweya demokratîk neteweya yekîtiya çand û mejî ye. Wê demê yekîtiya neteweya demokratîk tenê bi yekîtiya çand û mejî dibe. Gelekî zehmet e ku hevkarîperestiya Barzanî û welatparêziya Apoyî bên gel hev.

Wê demê, yên ku ji bo 'yekîtiya neteweyî' bang dikin, divê destpêkê mebesta xwe ya ji yekîtiya neteweyî eşkere bikin. Divê zanibin ku yekîtiya neteweyî bi çanda welatparêziya Kurd dibe û bi vî rengî li dijî xiyaneta PDK'ê têbikoşin. Divê têkoşîna li dijî siyaset û mejiyê mêtinger-qirker ji têkoşîna li dijî hevkarî û xiyaneta PDK'ê cuda nebîne. Yên ku ji bo yekîtiyê bangê dikin divê li ser bingeha 'yekîtiya neteweya demokratîk' bikin û li dijî her cûre hevkarî û xiyanetê bi têkoşînê re bibin yek.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka