Têkbirina dewleta Tirk têkbirina hişmendiya netew-dewletê ye

Di armanca dewleta Tirk a dagirkirina Sûriyê de, têkbirina Şoreşa Rojava û bi riya hêzên girêdayî PDK’ê û komên çete serxistina dagirkeriya xwe ye.

TÊKBIRINA NETEW-DEWLETÊ

Gelo li Şamê çi diqewime? Rejîma Esad piştî 13 sal bi israr xwest desthilatdariya xwe biparêze çima di carekê de dev jê berda û reviya? Bêguman reva Beşar Esad gelek kesan matmayî hişt û hîn jî gelek kes ji vê rewşê bawer nakin. Mixabin ev yek çavkaniya xwe ji rast nexwendina rewşa reel-polîtîk a demê digire.

Di hinek nûçeyan de dibêjin, ‘rejîma Baas’ê rûxiya.’ Jixwe ev rejîm bi destpêkirina Şoreşa Rojava re rûxiyabû û gelên herêmê xeta xwe diyar kiribûn. Li aliyê din ji destpêka ‘bihara Ereban’ heta niha tu rastî wek rastiya Şoreşa Rojava ne dewleta Tirk ne jî hêzên hegemon ê cihanê netirsandibû. Tiştê ku li Sûriyê rewşê guhert Şoreşa Rojava bû. Lewre ev şoreş ne ya dewlet û desthilatdaran bû, ev şoreş a gelan bû. Di dîrokê de cara ewil gelên Rojhilata Navîn rêveberiyên xwe yên cewherî avakiribûn û li dewsa dewletê, demokrasiyê ava dikirin. Tiştê ku rejîma Baas’ê rûxand û di şexsê vê rejîmê de jî dijcivakîbûna dewlet û desthilatdariyê derxist holê Şoreşa Rojava bû.

Niha li Sûriyê aloziyên heyî bi çûyîna Beşar Esad re mezintir bûn. Bêgûman çûyîna Esad ji bo gelan firsendeke mezin e, lê ji bo rewşa herêmê desthilatdarî ji komên çete û dewleta Tirk re hiştina wî aloziyan mezintir kir. Li Sûriyê bi çûyîna Esad re dewsa ku aramî çêbe, wê şer û pêvçûn zêdetir bibin. Lewma dewleta Tirk a dagirker çûyîna Esad ne ji bo berjewendiya gelan, ji bo şoreşa Rojava têk bibe dixwest. Ev yek ji dervayî dewleta Tirk a dagirker bi kêrî tu hêzan nehat. Hîn li Şamê rewşa desthilatdariyê ne diyar e, lê dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrîşên xwe yên li ser bajarên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê didomîne. Ji ber vê yê ku rewşa Sûriyê diyar bike jî wê Şoreşa Rojava be. Nexwe li Sûriyê tu guhertinek erênî çênabe û heta rewşeke ji ya berê xerabtir biqewime.

Kurd hema hema li gelek bajarên Sûriyê bi awayek rêxistinkirî jiyan dikin û pergaleke wan a demokrasî û xwerêvebirinê heye. Dewleta Tirk bidestxistina hin cih û herêman wisa fêm dike ku wê Şoreşa Rojava têk bibe. Lê belê tiştê ku haya wî jê nîne, êdî hemû gelên herêmê têra xwe xwedî ezmûn û danahev in. Lewma çiqas li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê şer girantir jî bibe, dewleta Tirk a dagirker bi ser nakeve. Tiştê ku li Rojava çêbûye Şoreşa Zihnî ye. Êdî civak wekî berê nafikire, wekî berê jiyan nake û wekî berê tevnagere. Bi felsefeya Rêber Apo re dagirkerî di mejiyê civakan de têk çû û êdî mirovê azad heye.

Bi çûyîna Esad re hêzên navnetewî jî dewleta Tirk jî ketin nav lêgerînên cuda cuda. Hem Rûsya hem DYE bi komên çete û dewleta Tirk re di nav danûstandinan de ne. Daxuyaniyên ku ji aliyê hemû hêzan ve tên dayîn nîşan dide ku çûyîna Esad ne belasebeb e. Hemû di encama hin li hevhatinan de pêk hatiye. Lewre rewşa Sûriyê wekî ya Misrê, Lîbya û Tunusê nebû. Hikûmeta Rejîma Baas’ê li cihê xwe ma û ji bo dewirkirina desthilatdariyê di nav hewldanan de ye. Rûsya û DYE hebûna xwe ya li Sûriyê didomînin. Xuyaye hemû tişt di encamê hin li hev hatinan de çêbûye. Jixwe DYE dixwest bi riya Îsraîlê li herêmê hin destwerdanan pêk bîne. Dewleta Tirk jî hem ji bo hegemonyayê xwe ava bike hem jî hêzên navnetewî neçarî xwe bike, li ser erdên Sûriyê bi riya komên çete sefera dagirkeriyê meşand. Heta astekê gihîşt armanca xwe jî. Lewre tiştê ku gelek dewletan bi salane nikarin bikin, dewleta Tirk di demekê kurt de pêk anî û welatê Sûriyê dagir kir.

Dewleta Tirk di daxuyaniyên xwe yên destpêkê de destnîşan kir ku wê her êrîşî Rojavayê Kurdistanê bikin û li wir ji dervayî hêzên hevkar ên girêdayî PDK’ê û yên çete, tu hêzê rewa nabînin. Di armanca dewleta Tirk a dagirkirina Sûriyê de têkbirina Şoreşa Rojava û bi riya hêzên girêdayî PDK’ê û komên çete serxistina dagirkeriya xwe ye. Lewma civaka Rojava îro hem li çar aliyan şerê çekdarî li hemberî çeteyên dagirker dimeşîne hem jî di hundir de li hember hêzên xayîn û hevkar têdikoşe da ku destkeftiyên xwe biparêze.

Li milê din dewleta Tirk piştî Şehba û Til Rifatê berê xwe daye Minbicê û dixwaze ji wir jî heta Reqa, Dêrezor xeta heyî bigire û teslîmî çeteyan bike. Bajarên Rojavayê Kurdistanê jî dixwaze teslîmî hêzên girêdayî PDK’ê bike û wek Başûrê Kurdistanê îlhaq bike. Bi kurtî gelek aliyên plana dewleta Tirk hene. Lê yekane armanc dagirkerî ye. Ji ber vê pêwîstî bi parastina Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê heye. Rojava li Rojhilata Navîn xeta sor a demokrasiyê ye. Heger pêşî li ber dagirkeriya dewleta Tirk neyê girtin, netew-dewleta yekparêz wê carekê din bibe belayê serê gelên Rojhilata Navîn. Têkbirina dewleta Tirk têkbirina hişmendiya netew-dewletê ye. Bi vê zanabûnê nirxên ku bi xwîn, ked û xwihdanê hatiye afirandin pêwîste werin parastin. Nexasim jî Bakurê Kurdistanê pêwîste wek pêvajoya 2014’an li hemberî vê dagirkeriyê rol bilîze û xeta xwe ya sor biparêze.