Sedsala bîst û yekem jinek rêbera min û taca serê min e

Helbestvanê mezin ê Kurd Şêrko Bêkes dozdeh sal berî niha bi zimanî kurdî li dijî cezaya lisêdaredana jina şoreşger a Kurd Şîrîn Elemholî got, “Niha jinek rêbera min e, taca serê min e.”

Helbestvanê helbesta nû ya Kurdî di demekê de ev dirûşm di helbesta xwe de digot ku rejîma Îranê ya dagirker di asta herî jor a dirindetiyê de wekî rejîma Sedam Hisên şoreşgereke jin li sêdareyê dida. Şêrko Bêkes êdî ew rastî fam kiribû ku ev sedsal sedsala jinan e û wek helbestvanekî şoreşger helwesta xwe da xuyakirin.

Ev dirûşm dirûşmeke wisa bû ku di destpêka sedsaleke nû de û di dawiya sedsaleke tarî de hatibû gotin, dirûşma sedsala bîst û yekem bû. Alaya sedsala nû ya têkoşînê ye. Têkoşînek ku jin rêbertiyê jê re dikin û civak li pey jinan ji bo azadiya xwe daketine ser kolanan. Ev ne tenê dirûşmek e, her wiha ev ragihandina felsefe û ramanekê bû ji bo guhên ker ên pergala baviksalar û modernîteya kapîtalîst û hemû cureyên netewe-dewletê. Dozdeh sal berî niha helbestvanê mezin ê gelê me Şêrko Bêkes bi pênûsa xwe ya rengîn got êdî bes e, bes e ji bo civaka baviksalar û desthilatdariya zordar ku çavkaniya hemû şîdetan e. Bes e ji bo jinkujî û şîdeta li ser jinan. Şêrko ew yek jî veneşart ku divê ji niha û pê ve mêr bi awayekî eşkere li çavbirçîtiya xwe mikur werin û li gel jinan ji bo azadiya xwe û çareserkirina pirsgirêkên civakî û rizgariya mirovahiyê tê bikoşin.

Ew jinên ku dixwazin di vê têkoşînê de cih bigirin, divê berî her tişî bi hezaran fersah  kîlometre xwe ji mêran dûr bigirin û pişta xwe bi îradeya xwe ya gewherî girê bidin û rêxistinbûna xwe ya taybet pêş bixin. Pirsgirêkên hemû jinan û jîngeh û civak û mirovahiyê wek pirsgirêkên xwe bibînin û li gorî rênîşiyeke wiha di têkoşîna azadiyê de rol bigirin. Çênabe ku li wê yekê bifikirin yan jî li hêviyê bin ku mêr werin û pirsgirêkan ji wan re çareser bikin. Bendewariyeke wiha ji rastiya têkoşîna azadiyê dûr e. Mêr bi siruşta xwe dexesiya jinan dikin. Hezmkirina wê yekê ku jin bi dest û karîn û hêza xwe pirsgirêkên xwe çareser dikin, ji bo mêran ew qas rehet nîn e. Mêrek nikare bi rehetî wê yekê hezm bike ku ji jinekê daxwaza pereyan bike yan jî jinek çavkaniya madî û darayî ya mêrekî pêk bîne. Mêr ji jinên pêşketî û xwedî îrade ditirsin û dikarin bi sedan tawan û buxtan û derew û dek û dolaban li hev bînin. Jina zana û xwedî îrade bi rehetî çokê ji bo daxwazên mêran danayne. Lewma mêr bi wê hêza civakî ku hezaran salan e girtiye bin destên xwe, hezaran teqleyan didin da ku destdirêjiyê li nirxên civakî yên jinan bikin.

Mêr bi zeftkirina qada aboriyê ya civakê, jin neçarî xwe kirine. Jin di rastiyê de bi xwe ve girê dane. Bazar di destên mêran de ye, ji hêla mêran ve li ser kar û pîşeyan biryar tên girtin. Banka û seraf û zêringerî di destên mêran de ye û hetta kilîdê jî nadin destên jinan. Ev yek bûye çandek, bûye dab û nerîtek. Ji dewlet û pergalên siyasî bigire heta mêrên nav malê ku wek dewleta biçûk tên hesibandin, dirêj dibe.

Tundûtîjiya perwerdeyê aliyekî din ê tundûtîjiyê ye. Di pergala perwerdeyê de jî jin rû bi rûyî zilmeke mezin dibin. Wekî pêwîst girîngiya ku di nav malbatê de didin zarokên kur, nadin zaorkên keç. Dibistanên taybet û îmkanên pêwîst ku ji hêla malbatan ve ji bo kuran tên dabînkirin, nîvê wê ji bo zarokên keç nayê dabînkirin. Di pergala perwerdeyê de hem di asta malbatan de û hem di asta saziyên fermî de jin wek pile du tên hesibandin. Di rastiyê de di van qadan de jî jin du caran rastî tundûtîjiyê tên.

Mêran bi karên aboriyê jin wek koleyekê di nav karên malê de zîndanî kirine. Jin bi aliyê xwe yê têrkirina xerîzeyên mêran û zarokanîn û mezinkirina wan hêza kar e ji bo bazara kapîtalîst. Ji hêla darayî ve jin bê destûra hevjînê xwe nikarin ji bo xerckirinê qurişek pere bibin û bê destûra mêrê malê xerc bikin. Jin her çend di nav tengasiyê de bijîn jî, ji ber tirsa desthilatdariya mêrê malê yan jî ji ber tirsa birayê mezin nikarin biryarê li ser xerckirinê yan jî li ser kirîna pêwîstiyekê bidin. Karekî wiha ji bo jinan qedexe ye.

Mêr tenê berpirsê qada darayî û madî nîn in, esasen mêr berpirsê çawaniya fikirîna jinan in. Eger jinek bixwaze ji hevjîn û bira yan jî ji bavê xwe cuda bifikire, wê demê rasterast divê amadeyî cezayeke di asta mirinê de be. Ew mêr êdî bav dibe yan birayê mezin dibe yan jî hevjîn dibe, ew li ser çawaniya fikirîna jinan didin.

Tundûtîjiya zayendî tenê ji lêdana bedenî pêk nayê. Aliyên tundûtîjiya li ser jinan gelek in: tundûtîjiya bedenî, tundûtîjiya derûnî, tundûtîjiya zayendî, tundûtîjiya perwerdeyî, tundûtîjiya aborî, tundûtîjiya wêjeyî, tundûtîjiya teknolojiyeyê, tundûtîjiya siyasî, tundûtîjiya dînî û civakî. Ev çend alî ne ji tundûtîjiyên li ser jinan. Ji hemûyan biêştir û biazartir tundûtîjiya îdeolojîk e. Pirsgirêka jinan, pirsgirêka civakî ye. Bi gotineke din divê civak bi giştî vê pirsgirêkê wek pirsgirêka xwe bibîne û ji bo çareserkirina wê hewl bide.

Tenê xalek ku divê jin pê bawer bin ew e ku divê bi hêz û îradeya jinan û bi rêxistinbûna jinan bawer bin. Bendewarbûna  ji dewlet, hikûmet û pergala siyasî ya mêrane yan jî bendewarbûn ji wê pergala perwerdeyê ku tenê mentîqa zayenparêziyê kûrtir û aloztir dike, pirsgirêkê aloztir dike. Bêyî ciyawazî rêxistinkirina rêzên jinan û danîna bernameyeke perwerdeyê ku têkoşîna “zayendparêzî, çînî û neteweyî” ji xwe re bingeh digire, ji bo jinên kurd pêwîstiyeke hevçerx e û bêguman sedsala bîst û yekem sedsala jinan û sedsala jiyana azad e.