Sadir daxwazek balkêş kir; bê civîna li parlementoyê, daxwaza betalkirina parlementoyê kir.
Serokê Tevger Sedr Muqteda Sedr daxwaz ji Dadgeha Bilind a Federal kir ku ji berî hefteya bê Parlamentoya Iraqê betal bike û got; ji bo betalkirina parlementoyê pêwîstî bi civîna parlamentoyê nîne.
Li ser vê Dadgeha Bilind a Federal bersiv da Sadir û diyar kir ku mekanîzmeya betalkirina parlementoyê bi erêkirina serokkomar, serokwezîr û parlementoyê ye. Yanî li gorî qanûnê divê bi erêkirina piraniya parlementeran bê kirin, an jî yekem li ser daxwaza yek li ser sê parên endamên parlemetnoyê, ya duyemîn jî li ser daxwaza serokwezîr û bi erêkirina serokkomar pêk tê. Nabe li ser daxwaza aliyek yan kesekê guherîn bê kirin.
Tevî ku di warê qanûnî de hilweşandina parlementoyê ne mimkûn e, lê Sadir li ser ya xwe israr dike û dibêje erd û ezman bigihêje hev, divê parlemento bê betalkirin û hilbijartinek pêşwext bê kirin.
Sadir bi vê yekê dixwaze bandora xwe temamî li ser hemû sazî û dezgehên Iraqê û heta Dadgeha Bilind a Federal jî ferz bike. Ev jî tê wateya desthilatdariyeke yek alî ya siyasî, olî, mezhebî ku xwe li ser her tiştî re bibîne û ya xwe bide erêkirin. Dema wisa bû, li welat ne hiqûq û ne jî pîvanên hiqûqî dimîne. Her tişt dimîne bi hêviya gotinên ji nava du lêvan derdikeve. Ev jî bi xwe re wê krîz û aloziyên siyasî, mezhebî yên li herêmê heyî kûrtir bike.
Mûqteda El Sadir vê yekê jî bi xwe spartina alîgirên xwe dike. Peyama ku ‘ger hûn bi ya min nekin, ez ê kolanan bixim tevgerê û her cihê bixwazim bikarim dest danim ser’ dide. Berî niha ji xwe me tevan şahidî ji vê re kir bê ka çawa alîgirên Sadir dest danîn li ser Parlementoya Iraqê û nêzî 3 rojan têde man.
Her ku diçe ev aloziyên di nava mala Şîa de zêdetir û kûrtir dibe. Ev jî dihêle ku destwerdan û nakokiyên li Iraqê zêdetir bibin.
Sadir sond xwariye ku rê nede bi gotina wî hikûmeta diz û gendel bê avakirin. Lê dema em li kûraniya mijarê dinêrin, sedemên xurtir û niyetên xurtir ên Sadir li Iraqê hene. Sadir dixwaze merceiyekî Şîa yê xurt li Iraqê ava bike û mîna lîderê Rûhanî yê Îslamî yê Îranê Ayatulah Elî Xamineyî li Iraqê jî bi heman rengî bibe. Aliyê Şîa yê Iraqî xurt bike û bandora Îranê ya li ser aliyê din ê Şîa kêm bike.
Bi vê yekê re hewl bide li Iraqê merceiyeke xurt a Şîa ku serkêşiya wê bike bide avakirin. Di warê olî, siyasî û mezhebî de hikûm li hemû herêmê bike. Sadir ji bo vê pêk bîne jî, pişta xwe dide alîgirên xwe û bi vê yekê re hemû mekanîzmeyên hiqûqî yên Iraqê tehdîd dike.
Ev gavên xeternak ên ne li gorî hiqûq û pîvana welat, her kêlî alozî û gengeşeya li nava welat zêdetir dike. Çarçoveya Hemahengî jî daxwaz dike ku hemû karê bê kirin li gorî hiqûq û mekanîzmaya hiqûqî ya welat bê kirin.
Li aliyê din Kurd jî ku beşekin ji vê nakokiyê, heta vê kêliyê li hev nekirine û bi rengekî parçeyî tevger dikin. Ev jî wê ziyanên ku qet nayê hişê, bi xwe re bîne. Çawa ku li ser lihevnekirinên aliyên Kurdî ya dema 16’ê Cotmeha 2017’an ji sedî 51’ê axa Başûrê Kurdistanê ku ji destê DAÎŞ’ê hatibû rizgarkirin çû, vê carê jî eger ku lihevkirin û parçebûnî dewam bike, dibe ku beşek mezin bikeve destê Tirkiyê û beşek jî bikeve destê Iraqê. Dema ku rewş wiha jî bû, wê mûdaxeleya Îran û Emerîka ya li ser Iraqê zêdetir bibe. Wê demê şer wê bibe tişteke nebe nabe.
Ji ber ku her kes wê bixwaze para xwe ji vê bigire. Wê demê wê Iraq jî Kurd jî winda bikin. Gelo Sadir çiqasî ji bo guherîneke wiha amade ye? Em dibînin di rewşekê de ku şerek rû nedayî mudaxeleyên Tirkiye, Îran û DYE’yê çiqasî zêde bûye, nexasim rewş aloztir bibe, wê ya qet neyê texmînkirin li Iraqê rû bide.