Di du salên dawîn de êriş û gefên ku hêzên Şîî li dijî Hewlêrê kirine, zêde bûne. Em hemû dizanin ku li Îranê eniya Şîî çiqasî xurt e. Mudaxeleya ku DYE û hêzên navneteweyî li Rojhilata Navîn dikin jî didome. Piştî Sûriyeyê wê Îranê bike hedef û dîzayneke nû ava bike. Her kes vî tiştî dizane. Sedema ku ev pêvajo dirêj bûye jî Projeya Mezin a Rojhilata Navîn a Erdogan hilweşiyaye û Şam neketiye. Ji bo ku Şam nekeve Îranê bi pêşengiya Qasim Suleymanî hemû çavkaniyên xwe seferber kir. Îranê baş dizanî ku heke Şam bikeve wê dor were ser Tehranê.
DYE û Îsraîlê, Îran wekî ‘dijminê esasî’ hilbijartin û Hewlêr jî wekî navenda rêxistinkirinê hilbijartin. Hêzên navborî van êrişan jî di bin sîwana Haşdî Şabî dikin. Di 13’ê Adara 2022’an de dewleta Îranê êrîşek li hemberî PDK’ê kir. Ev êrîş bû destpêka pêvajoya êrîşên nû. Ne tiştekî veşartî ye ku PDK têkiliyên kûr bi DYE, Îsraîl û Tirkiyeyê re daniye. Di navbera PDK û Tirkiyeyê li ser meseleya gazê peymanek hatibû çêkirin û ji ber vê Îranê Hewlêr kir hedef. Mûxafizên Şoreşê yên Îranê cara pêşîn derbarê êrîşa li hemberî Hewlêrê daxuyaniyeke fermî dan.
Wezîrê Karê Navxweyî yê Iraqê Fûad Hisên, Wezîrê Karê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan û Wezîrê Îstîxbaratê Mahmûd Alevî li hev rûniştibûn û hinek belge pêşkêşî Hisên hatibû kirin. Di belgeyan de qala xebatên CIA, MOSSAD û MÎT’ê dihat kirin û dihat xwestin bila Iraq li hemberî vî tiştî gavekê biavêje. Di dema hevdîtinan de Îranê diyar kir ku wê Îran destûrê nede ku ji Başûrê Kurdistanê li hemberî Îranê gef werin kirin. Iraqê jî soz da ku wê destûrê nede tu xebatên li ser ewlekariya Îranê. Lê em hemû dizanin ku li Duhok û Hewlêrê navendên îstîxbarata Tirkan heye. Li Hewlêrê di 8’ê Hezîranê de êrişek hatibû kirin û wesayîteke Toyota bibû hedef. PDK’ê ev êrîş qet eşkere nekir. Xwediyê wesayîtê kî bû û di wesayîtê de kî hebûn? PDK û hêzên ku êrîş kirine baş dizanin li Hewlêrê çi dibe û gelo tu kesî jiyana xwe ji dest daye yan na.
ŞIRÎKATIYA PDK’Ê DESTKEFTINAN DIXE XETEREYÊ
Yek ji astengiyên li pêşiya rêveberiya herêmê PDK ye. Bi taybetî jî PDK ji YNK û Goranê cihê ye û li gorî xwe tevdigere. Yek ji xala YNK û PDK niha li ber hev rabûne, di hilbijartina 10’ê Cotmeha 2020’ê ya ji bi hikûmeta nû ya Parlementoya Iraqê ye. Her çendî li gorî qanûnê dora Serokkomariyê para YNK’ê ye, PDK’ê çav berdaye vê û ji bo vê postê bi temamî bi dest xwe ve bîne, li gel gelek aliyên Iraqî di serî de Sadir û yên din li hev kir ku vê postê ji destê YNK’ê bigire. Lê heta niha ev mijara posta serokkomariyê bûye yek ji girêkorên neavabûna hikûmeta nû ya Iraqê û ya navbera PDK û YNK’ê de.
Li aliyê din bazara PDK’ê ya li ser gaza xwezayî ya bi Tirkiye û dîsa êrîşên dagirkeriyê ya li ser xaka Başûrê Kurdistan û binpêkirina serweriya xaka Iraqê kir ku navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de nakokî kûr bibin. Li ser vê yekê Dadgeha Federal a Iraqê biryar girt ku bê destûra Iraqê bi ti awayî gaz û petrola Herêmê bê firotin ne qanûnî ye û wê li ber vê yekê rabin.
Krîza nan û jiyanî jî têra xwe asteng e. Pirsgirêka benzînê wisa kiriye ku rojane xwediyên wesayîtan hatûcûnê rê bigirin. Petrola ku ji Herêma Kurdistanê tê derxistin û ji bo welatên derve tê veguhestin, bi nirxeke giran li wan vedigerin. Nirxê benzînê demê dawî di navbera 1000-1250 dînarê Iraqê de tê û diçe.
Jixwe êrîşên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê ya li gel dagirkeriya Tirk wisa kiriye ku rewşa Herêmê û destkeftiyên wê bikeve metirsiyê û heta Kerkûk û Mûsil jî bikeve rojeva ku êrîşên dagirkeriyê li ser bê kirin.
Ev rewşa aliyê herêma Başûrê Kurdistanê ye, aliyê din rewşa Iraqê ne kêmî ya Başûr e.
Yek ji krîza herî xedar a Iraqê neavabûna hikûmeta nû ye û hikumet kar nake. Ji ber ku di rewşa heyî de ne hikûmeta nû û ne jî hikûmeta ku çav li rê ye ev nêzî 8 meh derbas bûn hê nehatiye avakirin, bikare derdê gel derman bike.
LI IRAQÊ KRÎZA HIKUMETÊ
Li Iraqê ji ber mijarên olî û mezhebî, heta vê gavê di avakirina hikûmeta nû de ti gaveke şênber nehatiye avakirin. Herî dawî serokê Tevgera Sadir, Muqteda El Sadir bang li hemû aliyên xwe yên Parlementoyê kir ku ew jî ji 73’ê parlementerî pêk tê îstifaya xwe ragihînin. Hema piştî vê parlementeran daxwaznameya xwe ya îstifayê radestî Sadir kirin. Di saetên şevê de jî Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî ragihand ku hewl dane Sadir qane bike, lê ser neketine û daxwaznameya îstifayê erê kir.
Hemû hewldana Sadir ew e ku hikûmeteke pir alî ye. Li gorî Sadir ne hikûmeta pir dengî be wê nikaribe çareseriyek ji bo Iraqê bê peydakirin. Ji bo wê hemû hewldana wî ev e ku pirdengiyê bi dest bixe û li parlementoyê bibe xwedî dengekî xurt.
Li aliyê din Çarçoveya Hemahengî heye ku ew jî dixwaze xurtbnûna dengan bi dest bixe. Lê heta vê gavê encamek baş nehatiye bidestxistin, bi vî rengî biçe jî wê encam neyê girtin. Piştî îstifaya giştî ya parlementerên girêdayî Sadir hate erêkirin, Çarçoveya Hemahengî ya bi serokatiya Nûrî El Malikî lezûbez biryara civînê da. Encam wê çi be hê zelal nîne.
Her ji xwe di vê rewşê de êdî dengê betalkirina hilbijartinê jî derdikeve. Endamê Parlementoya Iraqê Cewad Xezalî herî dawî banga betalkirina hilbijartinê da.
Li gel vê yekê, dengê li dijî êrîşên dagirkeriyê jî kêm jî be, hene. Di vê çarçoveyê de gelek kes û parlementer bang dikin ku di serî de hêzên biyanî yên li ser xaka Iraqê bên derxistin û dîsa dawî li êrîşên dagirkeriyê ya Tirk a li ser Iraqê bînin.
Her çendî heta niha encamek baş ji vê yekê nayê girtin jî, sedemê wê nebûna hikûmetek nû û dîsa hinek aliyên Iraqî weke Serokwezîrê Iraqê Mûstefa El Kazimî ku têkiliyeke xurt bi Tirkiye re heye û heta ji bo vê jî herî zêde bi peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a li Şengalê kete rojevê. Her wiha dîsa ji ber neliheviya navbera aliyên Iraqî jî Tirkiye sûdê ji vê digire hem êrîşî Herêma Kurdistanê û hem jî serweriya xaka Iraqê binpê dike. Ev jî dihêle ku metirsiya dagirkirina Herêma Kurdistan û bi vê ve girêdayî gefa li ser Kerkûk û Mûsilê bidome. Ji xwe Tirkiye vê yekê tim tîne ziman. Ji ber nakokî û nelihevkirinên nava aliyên mezhebî û dîsa siyasî Tirkiye zêdegaviyan davêje.
Em dibînin eger ku heta niha Tirkiye negihiştiye armancên xwe ji ber berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê ye. Berxwedan gerîla ya çawa 2014’an pêşiya DAÎŞ’ê girt ku gelek deverên xaka Iraq û Kurdistanê neyê dagirkirin, niha jî bi berxwedana di serî de li Zap, Avaşîn û Metîna û xetên sînor wisa kiriye ku rê neyê dayîn Başûrê Kurdistan bi temamî û dîsa Kerkûk û Mûsil bê dagirkirin.
Ji bo vê ye ku divê ev rastî bê famkirin. Eger ku Tirkiye heta niha gelek qad dagir nekiriye ev ji ber gerîlayên PKK’ê ye. Ne PKK hincete ku êrîş tê kirin, PKK bendeke polayî ye ku nahêle keramet û rûmeta di serî de Kurdan, Ereb û hemû pêkhateyên li Kurdistan û Iraqê dijîn bê binpêkirin.
Eger helwestek bê nîşandan divê, piştevaniya vê hêzê bê kirin û rêgiriyê li dagirker û hevkarên wan bê kirin. Eger ku wisa nebe, wê Iraq bi temamî parçe bibe, beşek Iran, beşek jî Tirkiye û beşên din jî li ser hêzên hegemon bê parvekirin. Dewletek bi navê Iraq a parçekirî bimîne û dibe temamî jî nemîne.