Rewşa dawî ya li Şengalê

Li Şengalê di pratîkê de agirbest dewam dike. Tê zanîn ku bi rengekî yekser û neyekser hin hevdîtin têne kirin. Nediyar e bê encam çi be. Sekn û aramiya Şengal a Xweseriya Demokratîk wê bandorê li encamê bike.

Bi Peymana Lozanê re Kurdistan kiribûn çar parçe. Her parçeyek wê bibûya koloniya welatekî hegemon. Kurdistan bi Qesrî Şîrîn re kirin du parçe, bi Lozanê re jî kirin çar aparçe. Di encama peymanê de Başûrê Kurdistanê radestî Îngilistanê, piraniya Kurdistanê jî radestî Tirkiyeyê hate kirin. Nuqteyeke din a ku li ser daxwaza Îngilizan li ser li hev hate kirin ew bû, ku ji bo çar parçe negihêjin hev sînorên hatine destnîşankirin sed salî bêne parastin, nakokî û şer di navbera parçeyan de bê derxistin, her gava ji bo yekîtiyê bê avêtin, were tepisandin. Ji dîrokê heta niha rewş timî bi vî rengî dewam kir. Yanî timî kurmê darê hate xwedîkirin.

Îngilistan û Îsraîlê li herêmê ev siyaset meşandin. Malbata Barzanî her gavê wekî çav, guh û destê wan tevgeriya. Malbata Barzanî ya ku gelekî koka xwe bi nakokî ne, bi salan an bi dilxwazî ev rola xwe bi cih anî. Xiyaneta PDK’ê ya di dîroka Kurdistanê de heta roja me ya îro dewam kir. Li her çar parçeyan tevlîhevî kûr kir, her raperîna ku pêş ket asteng kir, li pêşiya şoreşê bû asteng û bi ti awayî fikarek nejiya. Berî demekê kesekî ku îdea dikir endamê MOSSAD’ê ye, ev tişt gotibû: "Dest, ling, çav û guhê me yê herêmê, li Iraqê PDK ye." Yanî Malbata Barzanî ye. "Ji bo wê ti hêz nakare tiştekî bi PDK’ê bike" û bi vekirî gef li Îranê xwaribû û xwestibû ku xwe ji PDK’ê dûr bixin.

SIYASETA PDK’Ê YA KU DEŞÎFRE BÛYE

Ji ber wê têkiliyên PDK’ê yên bi Ingilistan û Îsraîlê re ne tenê dîplomasî, taktîkî û rojane ye; stratejîk û gelek kûr e. Her gava ku serê PDK’ê dikeve tengaviyê berê xwe dide Ingilistanê. Di zextên ku Îran li qadê li PDK’ê dike de jî diyar dibe ku PDK’ê piştgirî ji wan hêzan digire. Baregeha MOSSAD’ê ya li Hewlêrê ku êrişa Îranê li dijî wê pêk hatibû jî ji ber van sedeman e. Ji derveyê vê piştgiriyê, di gelek rewşên cuda de jî derketibû holê ku PDK gelek hêz ji van dewletan digire. Herî dawî baregeha MOSSAD’ê ya li Hewlêrê bi van êrişan eşkere bû. Ji bo têkiliyên Malbata Barzanî û Îsraîlê eşkere nebin, Ingilîstanê di demên dawî bi PDK-Malbata Barzanî re dîplomasiyeke berfireh meşand. Hema hema an serokdewletek tê ziyaretkirin, an jî serokdewletek Malbata Barzanî ziyaret dike. Dengeya ku bi nasnameya Kurd hatî xemilandin, bi raya giştî ya cîhanî didin rewakirin. Siyaseta PDK’ê ya ku teşîr bûye, nasnameya Kurd tenê bi ser PDK’ê tê nîşandan.

ERDOGAN DIXWAZE DI SED SALA LOZANÊ DE BIBE XWEDÎ PAREKÎ

Piştî hemû dubarekirinên dîrokî jî serdem ber bi Peymana Lozanê ya berî 99 salan hatî îmzekirin ve diçe. Tê gotin ku di 100’emîn sala Peymana Lozanê de nexşeyên ku jinûve tên sererastkirin jî hene, serlêdanên endamtiya Swêd û Fînlandayê yên ji bo NATO’yê pêk hatin, Tirkiyeyê destpêkê veto kir, piştre ev nermtir kir û dixwaze bibe bazara sed salane. Mijara ku Erdogan dike bazar, dixwaze di sed saliya Lozanê de bibe xwedî parekî. Di vê wateyê de sînorên Mîsak-î Mîllî ji bo Tirkiyeyê gelekî girîng e. Sînorên Erdogan ên Mîsak-î Mîllî di komkujiya Kurd-Êzidiyan re derbas dibe. Ji bo wê Tirkiye dixwaze piştgiriya NATO û hêzên navneteweyî bigire, bi taybetî Başûr û Şengal a di bin mêtingeriya Ingilîstanê de, dixwaze di hevkirina PDK’ê de lampeya kesk ji bo wan bê vêxistin. Erdogan dizane ku projeyeke beyî PDK’ê wê ji hêla Ingilîstanê ve neyê qebûlkirin. Sedema ku Erdogan ewqas bi Barzaniyan re dide û distîne, hevkariyan pêk tîne, bi hevdu re karên bazirganiyê dikin, hateya hevpar a bi dest dixin, hemû di çarçoveya dîtinê Ingilîstanê de pêk tîne. Wer dixwiyê ku Ingilîstan ji hevkariya PDK’ê û Tirkiyeyê re gotiye erê. Herî dawî di serdana Mesrûr Barzanî ya Ingilîstanê de, Kurdistaniyan ew şermezar kiribûn û dayikeke Kurd pêlaveke Mekapê ya ku bûye sembola gerîlayan nîşanî wî kiribû gotibû ku "Tu bi qurbana vê pêlavê bî" û Mesrûr Barzanî şermezar kiribû.

DEWLETA TIRK Û PDK DIXWAZE ÊZIDIYAN DI KOMKUJIYÊ RE DERBAS BIKIN

Armanca dewleta Tirk û PDK’ê ew e Êzidiyan û Kurdan di komkujiyê re derbas bikin. Heke bi awayê fîzîkî nebe jî, bi awayê çandî Êzidiyan bi komkujiyê re derbas bikin. Siyaseta PDK’ê ya bi hikûmeta Kazimî re jî parçeyek ya vê yekê ye. Erdogan û Malbata Barzanî dixwazin bi darê NATO’yê li Şengalê bixin û li qadê jî hikûmeta Kazimî tev li vê êrişê bikin. Niha PDK ji bo hebûna xwe ya li Şengalê bi rêya pere û meaşên ku di bin destan re belav dike derbas nabe, li Başûr jî bi sedhezaran pêşmergeyên ku bi rêk û pêk maeşên xwe nagirin hene. Malbata Barzanî di siyaseta xwe ya taybet a li dijî Êzidiyan de, meaşên wekî bac dide qut nake û heta bi rêyên cuda mirovan hînê bertîlê dike, bi van rêyan mirovan dikire û difiroş e. PDK beşeke Êzidiyan di bin destê xwe de digire û wan wekî amûreke siyasetê bi kar tîne. Li wargehên li Başûrê Kurdistanê yên di bin serweriya Malbata Barzanî de, kon hatine rakirin û li cihê wan blok hatine danîn û odeyên prefabrîk wê bên çêkirin û di çapemeniyê de derket holê ku dest bi çêkirina wan hatiye kirin. PDK’ya ku Êzidiyan wekî amûreke siyasetê bi kar tîne, vê carê dixwaze Êzidiyan di wargehên wekî girtîgehên servekîrî de bi cih bike û bibêje ku "Ez çawa bixwazin hûnê wisa bijîn." Li wargehên konan her roj konek dişewitî û daxwaza gel a Şengalê her roj zêde bû, ji bo pêşî li çûyîna gel a Şengalê bigirin, malên portatîf ên piçûk ava kirin. Belê di serê meha Gulanê de di navbera Hêzên Parastina Şengalê (YBŞ/YJŞ) û artêşa Iraqê de şer derketibû. Hin Êzidiyan ku ji pêvçûnan tirsiya bûn û berê xwe dabûn hin wargehan, bi taybetî jin ji hêla PDK’ê hatin girtin, heta hat gotin ku 'PKK’ê hûn şandin, hûn ji bo xwe teqandinê hatin’ û di lêpirsînên bê wate re hatin derbaskirin. Hesabên Tirkiye-PDK’ê yên li ser Şengalê, wê herî zêde li ser PDK’ê û artêşa girêdayî Kazimî, li ser istixbaratê bimeşiya. Peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê û hesabên ku dihatin kirin, rewşeke şênber e û dîsa peymaneke ku Ingilîstanê kirî ye. Ev salek e ku dixwazin vê peymanê bixin meriyetê, lê di her gavavêtinê de li berxwedana gel diqelibin û vala derdikeve.

 HESABÊ MAL Û BAZARÊ LI HEVDU NEHAT

Tirkiye, bi hêviya ku wê ji êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dane destpêkirin encamê bigire, êriş birin bi ser Şengalê de jî. Hêza duduyan a mezintirîn a NATO’yê artêşa Tirk a ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser hev têk çû, neda ber çavên xwe ku rasterast êrişê Şengalê bike. Ji wê boneyê, bi Peymana 9‘ê Cotmehê ya bi hevkariya PDK-Kazimî hat kirin, Artêşa Iraqê bi fermana Kazimî dawiya meha Nîsanê dest bi êrîşan kir. Armanc ew e ku bi tanq-topên çiqas çekên giran hebin pê êrişê cih û warên sivîlan bike û Asayîşa YBŞ-YJŞ’ê ya zarokên Êzîdxan yanî Şengala Xweser a Demokratîk tesfiye bike û vîna Êzidiyan hesab neke. Bi wê mebestê bi zalimi êriş hat kirin. Artêşa Iraqê ji êrişên xwe tu encam negirt. Ji ber wendahiyên xwe nekarî bi pêş de biçe û doza agirbestê kir. Ji wê rojê û bi vir de di navbera YBŞ-YJŞ û dewleta Iraqê de bi fiîlî agirbest hat ragihandin. Hesabê PDK-Kazimî ew bû ku artêşa Iraqê bi şer bakurê Şengalê bi dest bixe û paşê bide PDK’ê. Dibe ku PDK’ê jî bidaya dewleta Tirk. Ku hesabê ewil ê PDK’ê negirt îcar dest bi planê xwe yê B kir. Artêşê bi tirsandina gel kir ku qismek jê bireve kampan. Dest dan ser perê kesên çûn kampan, ên karîn birevin vegeriyan. A rast, armanca esas ew bû ku Şengalê ji mirovan bi temamî vala bikin. Lê gel cihê ku berê xwe bidin kampan berê xwe didan çiyayan û peyama ji PDK’ê bawer nakin dan. Yên berê xwe dan çiyayan ne hindik bûn.

PDK di planê xwe yê bicihkirina di kampan de ya şêniyên bakurê Şengalê de jî bi ser neket. Hesabê li malê û bazarê li hevdu nehat û bi wêrekiya gel û berxwedana li dijî artêşa Iraqê ber li hesabên Barzanî-Kazimî hat girtin. Artêşa Iraqê ket nav hin gunda û bi seetan bi tanq û topan li malên gundiyan xist. Lê komek ciwanên fedakar a bi navê Merkez Şebabî bi dirûşmeyên “Ji gundên me derbikeve artêşê!“, “Bi tanq û topan li gel nexe’’, “Ji nav sînorên Şengalê derkeve“ dest bi çalakiyan kir. PDK, ji bo çalakiya ciwanan destpê kiriye ji xwe re bike fersend alîgirên xwe kirin nav ciwanên kombûyî. PDK, sala 2003‘an li dijî artêşa Iraqê gel rakir serhildanê û artêş ji Şengalê derxist. Hesabê ku wê cardin pratîka sala 2003‘an bi kêr were kir û taktik guherand û lê fikirî ku bi rêya gel Şengalê cardin bistîne. PDK’yiyên ketin nav gel bi dirûşmeyên “Şengal ê Şengaliyan e“ ê ku rêgeza Şengal Xweser a Demokratîk e“ pêşî gel sor kirin û paşê dirûşmeyên “Bila bi tenê polîs, îstixbarat û hêzên îdarî bimînin, ji xeynî wê bila hemû hêz ji Şengalê derbikevin“ bi gel dane berzkirin. Xwestin xala duduyan a Peyaman 9‘ê Cotmehê bisepînin. Ev pêngav pêngava xapandina ciwanan û dayîna berê wan ber bi Hêzên Parastina Şengalê ve bû. Bûyer hêj ku teze bûn di çapemeniyê PDK’ê de hatin axaftin. Ciwanên hay ji xapandinê çêbûn tu wate nedan dirûşmeyên xwe yên ji bo hêza wan a zarokên Şengalê ne ji Şengalê derbikeve û vê carê bi pey pirsa ‘kî van dirûşmeyan bi me dide berzkirin’ ketin û derket holê ku PDK ye; çalakiya bi girseyî destpê bû veguherî çalakiyeke ji rêzê ya koma PDK’ê. Ne mimkûn e bi vî awayê xwe ji vê çalakiyê tu encam bihê girtin. PDK’ya di çalakiya ciwanan de dek û dolabên wê derketin îcar serî li planekî din da. PDK’ê bi Kazimî re mîzansenek amade kir. Qaşo heyeteke ji serokeşîrên heremê ya ji 20 kesan pêkhatî û ciwan jî di nav de, wê ji bo daxwazên Şengalê bi Kazimî re biaxiviyana û wê Kazimî li wan wead bikirana û bida ber dilê Êzidiyan. Ev hevdîtin 9‘ê Gulanê li Bexdayê çêbû. Heyet hêj bi rê de bû sicîlên wan li ser pel û rûpelên internetê aşkere bûn. Hemû heyeta çû ji PDK’ê pere dixwar û gel ew baş nas dikirin. Hema bibêje bawerî bi yekî jî nedihat.Piştî hevdîtinê Kazimî her yekî 2 milyon dînar xistibûn berîkên wan, ji heyetê tu kes ji wî pereyî re negotibû na û negotibûn Şengal û Êzidî ne yên firotinê ne.  PDK’ê piştî dankirina hevditinê bi Kazimî re, heyet wê vegeriya Şengalê û gel li dora xwe kom bikira û daxuyanî bidaya çapemeniyê. Ku ji hevdîtina heyetê bi Kazimî re tu encameke erênî derneket, kesê nedît ku heyet ji Bexdayê vegeriyaye.

Wisa xuya ye gelê Şengalê ji kodên xiyanetê yên PDK’a hewil dide xwe li ber dilê Şengalê şîrîn bike fahm kiriye. Erdogan jî hewil dide ku bi rêya PDK’ê bigihêje Şengalê û zorê dide her rêya derdikeve pêş da ku encamê jê bigire. Wisa xuya ye ku Tirkiye bi xeyalê sînorê Mîsakê Millî wê bazariyeke hişk bi endamên wê nû tev li NATO’yê bibin re bike. Helbet bi tu bazariya wê bike wê ser rastiya li hember gerîla û li Şengalê têk çûye neyê girtin.

Rewşa agirbesta bi fiîlî li Şengalê berdewam e. Tê zanîn ku bi rasterast û bi eşkereyî hin hevdîtin tên kirin. Dawî wê çawa bibe ne diyar e. Taliya talî, hêmanên esas ên pê berê hevdîtinan ne diyar dibin ew in ku Iraq tu hikûmeteke xwe nîn e, artêş perçe wesle ye, rêya siyasetê ya Bexda û Mûsilê ji hevdu cuda ye. Li hember nediyarbûna aliyê dewletê îstiqrar û helwesta Şengala Xweser a Demokratîk, wê hem asta hevdîtinan bilind bike hem jî diyar bike.