PKK partiya jinên azad e

Rêxistinbûna xweser tê wateya sîstema nû ya jinên azad jî. Têkoşîna jinan a di nava PKK’ê de û asta ku bi partiya jinan PAJK’ê re gihiştiyê, hêz û serketina wê nîşan dide. Ev ast ji bo jinên cîhanê jî modelekê diafirîne.

Em salvegera 45’an a partiya xwe PKK pîroz dikin ku bi têkoşîna xwe mohra xwe li dîrokê xistiye. PKK ji roja avabûna xwe û vir ve li ber hemû êrîşan radibe û timî pêşketinê esas digire. Destkeftiya PKK’ê ya herî mezin a di dîroka têkoşîna wê de, azadiya jinê ye. PKK ku cihê jinê di şoreşê de girîng dibîne, pirsgirêka azadiya jinê taloqî piştî şoreşê nekir. Bêyî reformkirinê çareserî esas girt û guhertineke ji kok û radîkal armanc kir. Ev şêwazê têkoşînê şaşitiyên tevgerên şoreşê û çep ên heta niha, dubare nekir û ji bo jinê pêşketinek afirand. Ev meşa PKK’ê ya bi pêşengiya jinê di demeke kurt de çênebû, bû girseyî û gav bi gav li her derê civak guherand û nasname da qezenckirin. Bi bîrdozî, xeta Rêbertî û rêxistinbûna gel siberoja gelekî diyar kir.

YEKANE CIHÊ AZAD ÇIYA BÛN

Ev pêşketina ku ji aliyê PKK’ê ve hate afirandin, ji bo rastiya gelekî ku li Kurdistanê rû bi rûyê polîtîkayên îmha û înkarê hatî hiştin, xwedî wateyeke mezin e. Têkoşîna PKK’ê gelek ji nû ve zindî kir ku di polîtîkayên dijmin ên komkujî, sirgûn û bişaftinê de hate derbaskirin û li goristana betonê hate binaxkirin. Ev îmha û înkar ne tenê bi fîzîkî, li dijî nasname, dîrok, ziman, çand, huner û hemû nirxên ku gelekî diafirînin, hate pêkanîn. Gelê Kurd yek ji gelên herî qedîm ê dîroka mirovahiyê ye. Hat xwestin ku navê gelê Kurd ji dîrokê jê bibin.

Pêkanînên mêtingeriyê ku li hemû Kurdistanê kete meriyetê, ji bo jinên Kurd encamên hîn xeternaktir afirand. Rêber Apo jin weke ‘ref û netewa bindest a destpêkê’ pênase kir. Jin di cendereya dewlet û malbatê de bindest bû û bi polîtîkayên mêtinger û faşîzan ji her alî ve bêîrade hate hiştin. Jin afirênera herî mezin a nirxên neteweyî û civakî ye. Dewleta Tirk di pêvajoya damezrandinê de pir car êrîşî jinan kir. Îradeya ku hêmana herî bingehîn a azadiyê ye, hate felçkirin. Ev êrîşên ku dijmin bi topyekûn û demdirêj xist meriyetê, ti dever nehişt ku gelê Kurd bi azad lê nefest bistîne. Yekane cihê azad, çiya bûn. Çiyayên Kurdistanê di kêliyên herî zehmet de, ji gelê Kurd re bû cihê xwespartinê. Ji dervey çiyayan, her dever di bin kontrola dijmin de bû û îmha lê dihat ferzkirin. Di nava vê rastiyê de mêtingerî û zexta li ser jinê jî zêde bû. Ji bo şikandina van zincîran û ber bi warê azad ve gav avêtin, şerekî bi cesaret, israr û fedayiyane dixwest.

JINA AZAD JI WELÊT Û SERBIXWEBÛNÊ BI NIRXTIR E

Rêber Apo got, ‘asta azadiya jinê asta azadiya civakê, azadiya civakê jî asta demokratîk a giştî diyar dike. Afirandina jina azad, ji welêt û serbixwebûnê hîn bi nirxtir e.’ Rêber Apo ji damezrandina PKK’ê û vir ve esas girt ku jin di têkoşînê de cih bigire. Ev armanc mezin kir û xwest ku şoreşa Kurdistanê di seranserê navneteweyî de bibe şoreşa jinê. Dît ku şoreşeke neteweyî bêyî şoreşa jinê wê di asta azadiya şoreşê de kêm bimîne û wê di statuya jinê de ti guhertinê çêneke. Ya ku pêwîstiya wê bi azadiyê heye, ne tenê jin bû. Di peywendiyên jin-mêr ên di nava PKK’ê de pîvanên azadiyê hate esasgirtin û pêşketina şoreşa Kurdistanê ya di kesayeta şoreşa jinê de hate armanckirin. Ji ber ku PKK ji destpêkê û heta îro li gorî vê rastiyê tev digere, timî bi ser ketiye. PKK weke partiya jinên ku bi îdîa, tevlîbûn, berxwedan û rêxistinbûnê ber bi azadiyê ve dimeşin, tê pênasekirin. PKK bû pêşengê şoreşa azadiyê ya jinê.

JIN BI ARTÊŞBÛNÊ NASNAME QEZENC KIR

Artêşbûna jina azad, garantiya herî şênber a vê armancê bû. Artêşbûna jinê ku 30 salên xwe tejî kir, weke zemînê hêza parastina rewa û azadiyê roleke mezin lîst. Jin a ku ji jiyanê hate dûrxistin, bê hêz û bê îrade hate hiştin, ji bo xwe ne xwedî mafek ê tercîhê bû û bê biryar bû, ev destpêkê di qada şer û artêşê de pêş xist. Şerê wê yê herî mezin, li dijî darazên ku ji jinê bawer nakin û jin biçûk didîtin bû. Ev daraza ku bi zayendparêziya civakî tîmar dibe, yek ji astengiyên herî mezin a li pêşiya jinê diafirand. Jin a ku şerê xwe yê destpêkê li dijî vê yekê kir, ev daraz têk bir û deriyên serketinê vekir. Îrade, bawerî û nasname qezenc kir. Ya herî girîng jî zanista zayendî bi dest xist. Ev yek ne tenê di asta teorîk de, di şert û mercên herî zehmet ên şer de ceriband. Ev pêşketin têgeha Kurd a li cem dijmin jî guhert. Mîna ku Sakîne Cansiz li zîndana Amedê li dijî êşkencekaran serî netewand, îrade û berxwedanê jinê derket holê ku dijmin li hemberî matmayî ma û neçar ma ku rêz jê re nîşan bide. Li gorî bîrdoziya PKK’ê, jinê berxwedana herî mezin weke israra di kesayeta jina azad de dît û di her qada jiyanê de li gorî vê yekê tev geriya. Kesayeta jina azad ku ji bo afirandina nasnameya Kurdê azad roleke esas lîst, bi PAJK’ê re nasnameyeke bîrdozî bi dest xist û hêz û mekanîzmayên pêşeng ên vê jî afirand.

BÎRDOZIYA RIZGARIYA JINÊ, CIVAKÎ YE

Welatparêzî, fikir û îradeya azad, rêxistinbûn, têkoşîn, etîk û estetîk hêmanên esas a bîrdoziya rizgariya jinê ye. Ev hêman hêmanên xeta azadiya jinê jî diyar dike. Bîrdoziya rizgariya jinê bîrdoziyeke civakî ye û rêya çareseriya pirsgirêka azadiyê nîşan dide. Ev di heman demê de rizgariya ji sîstema baviksalar û bîrdoziyên wê îfade dike. Ji Şehîd Sara heta Bêrîvanê, ji Bêrîtanê heta Zîlanê û şehîdên me yên dawiyê, hemû şehîdên me ku mîrateya me ya têkoşînê afirandine nûneriya vê xetê dikin. Bêyî çavdêrîkirina van hêmanan ne pêkan e ku têkoşîneke azadiyê sûdê bide civakê û di jiyanê de bersivê bigire. Gavên xurt ên ku ji aliyê PAJK’ê ve di têkoşîna azadiyê de hatine afirandin û ji her alî ve bandora vê ya li ser civakê, gihiştina wê ya asteke girseyî û gerdûnî ji ber vê yekê ku ev hêman di her şert û mercê de tên pêkanîn. Ev hêman bi azadiya kesî û azadiya civakî û neteweyî ve dibin yek, sûd didin hev û bi nirxên îrade, zanist, rêxistinbûn, etîk û estekîk ên jinê guhertinê ava dike. Yanî jiyanê ji her alî ve bi rengê jinê dixemilîne û asta azadiya civakê diparêze. Her wiha çeperên azadiyê jî diparêze.

ARTÊŞA JINÊ AZADÎ ANÎ

Serketina jinê ya di nava gerîla de, gelek serketin bi xwe re anîn. Artêşa ku timî bi karakterê mêr dihat naskirin, cara destpêkê di nava PKK’ê de bi xweseriya jinê hate nirxandin. Artêşa ku bi destê mêtingeran rê li ber komkujî, qirkirina civakî û ekolojîk û newekheviyê vedikir, di nava PKK’ê de bi xweseriya jinê xwe rêxistin kir û bû artêşa wekhevî û azadiyê ya ku li mafê bindestan û jinan digere. Weke pergala parastinê ya rewa, zanista zayendî bi tarzê reng û pêşengiya jinê şêwe girt. Têkoşîna ku di her qada jiyanê de girêdayî vê yekê hate meşandin, kir ku nasnameya jina azad bandorê li ser serbixwebûna welêt, mafên mirovan, asta demokrasiyê û hemû nirxên civakê bike. Jina ku bi zane bûyî, civaka zane afirand û hingî ku jin azad bû civak jî azad kir.

Jin ne tenê bi şerê ku li çiyê dike, li hemû qadên jiyanê gihîştiye wê astê ku hêzeke pêşeng a li dijî sîstemê şer dike. Jina ku berî avabûna PKK’ê nedikarî ji malê derkeve, îro gihiştiye wê astê ku pêşengiya serhildanên gel û mûxalefeta civakî dike. Jin maskeya sîstema serdest a mêr xist xarê, nasnameya jinê ya bi van polîtîkayan hatiye tinekirin, derxist holê. Her wiha bi berfirehî qirkirina ku ji aliyê ol, dewlet, malbat û pergalê ve li ser jinê hatiye kirin, raxistiye ber çavan. Ne tenê vê rastiıyê deşîfre kir, di heman demê de nîşan da ku divê îdeolojî, têkoşîn û avakirina jiyana azad weke alternatîfek çawa pêş bikeve.

Her wiha girîng bû ku hişmendiya koletiyê û fikra rizgariya jinê bigihîne pênaseyeke rast. Di îdeolojiya PKK û PAJK’ê de pîvana jina azad ti car nebûye azadiya takekesî û bi hêza mêr re nehatiye mûqeyesekirin. Her wiha feraseta azadiyê ya ku sîstemê pêşkêşî jinan kir deşîfre kir û alternatîfek derxist holê. Bi têkoşîna domdar a li hemû qadên jiyanê re, hate armanckirin ku armanca azadiyê berfireh bike, potansiyela jinê derxe holê, bi reng û cewherê jinê azadiyê pêş bixe û di civakê de jî nîşan bide. Ji artêşbûyîna jinê heta rêxistinbûyînê, heta hemû xebatên jinê û nûnertiya jinê ya li qada siyasî ev yek wisa pêş ket.

SERKETINA HERÎ MEZIN RÊXISTINBÛNA JINÊ YE

Yek ji mezintirîn desketiyên têkoşîna azadiya jinê ya PKK'ê, avabûna partiyeke jinê ye. Di sala 1987’an de bi yekemîn rêxistina jinê ya xweser YJWK’ê, piştre di sala 1995’an de bi artêşa jinê ya yekemîn a xweser YAJK’ê û di berdewamiyê de jî bi PJKK, PJA û PAJK’ê ev pêvajo pêş ket û dîroka herî bi rûmet a têkoşîna azadiya jinê îfade dike. PAJK hem ji bo jinên Kurd hem jî ji hemû jinên cîhanê perspektîf û misogeriya siberoja azad pêşkêşî dike. Ji bo parastina çeperên azadiyê yên hatine bidest xistin, ji bo qezenckirina maf û qadên hatine dagirkirin, pêwîstî bi têkoşînek demdirêj û dayîm di qada leşkerî, îdeolojîk û rêxistinî de li me ferz dike.

Rêxistina xweser jî pergala nû ya jina azad îfade dike. Têkoşîna jinê ya di nava PKK'ê de û asta ku bi partîbûna jinê re xwe gihandiyê PAJK'ê îmkan, hêz û serketina vê derxist holê. Ev ast ne tenê ji bo pêkhateya PAJK’ê û milîtanên wê, ji bo jinên hemû Kurdistan û cîhanê jî modelekê diafirîne. Rê li ber destkeftiyên nû, gerdûnî yên jinan vedike û hêviyê dide. Bi tecrûbeya xwe ya têkoşînê, bi tecrûbeya xwe ya îdeolojîk û rêxistinî ji bo pêkanîna şoreşa jinê ya cîhanê bingeheke xurt pêşkêş dike. Şoreşa Rojhilat asta ku jin di civakê de gihiştiye asta ku her yek ji wan xwedî hêza pêşengiya serhildanê bû nîşan da. Pêşketina ku me di azadiyê de bi dest xist, ji bo şoreşa jinê ya cîhanê ya bi pêşengiya PKK û PAJK'ê jî hêviyek mezin dide.

Di sedsala 21'an de ku weke sedsala jinê tê pênasekirin, têkoşîna azadiyê ya ku jin wê bi rengekî wekhev bimeşîne, wê di çareseriya pirsgirêkên civakî de jî roleke bingehîn bilîze. PAJK ku pêşenga wê ya îdeolojîk dike, di heman demê de hêza herî bingehîn a hişmendiya zayendî û xweparastinê ye ku bingeha azadiya jinê ava dike. Rêxistinbûn, hişmendî û xweparastin gavên bingehîn ên azadiyê ne. Êrîşên îro yên li dijî jin û gelan diyar dike ku ev yek çiqas girînge. Bi rola xwe ya pêşengiyê li dijî pirsgirêkên ku pergal ji bo azadiyê derxistiye holê radibe, rêbaz û alternatîfek pêşkêş dike.

ISRARA JINÊ YA DI JIYANA AZAD DE

Şoreşa jinê ya Rojava ku piştî artêşbûna jinê ya xweser a li Kurdistanê û avabûna PAJK'ê pêş ket û her wiha serhildanên "Jin, jiyan, azadî" a li Rojhilat jî israra jinê ya di civaka azad û paşerojek azad de û hêza xwe ya avakirina wê derxist holê. Îro milîtanên PAJK’ê bi têkoşîna xwe ya li her qadê bi taybet li çiyayên Kurdistanê îspat dikin ku hêza herî rêxistinkirî û radîkal xweparastina rewa ye. Berxwedana jinên Kurd a li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk a faşîst a bi desteka NATO’yê, israra jinê ya di jiyana azad de ye. Di vî şerî de bidest xistina her çeperek tenê bi çiyayan re ne sînordar e, şerek li dijî hemû pêkanînên zayendperestiya civakî, têkoşîneke li dijî êrîşên li ser jinan, dewlet, civak û pergalê ye. Ji ber vê yekê artêşên bêhempa yên jinan ên li Kurdistanê di bin navê YJA STAR, YPJ, HPJ û YJŞ’ê de hatine avakirin, hêza parastina rewa ya hemû jinan e û çeperên azadiyê ne ku li ser navê jinên cîhanê şer dikin û li ber xwe didin. Şervanên jin ên enternasyonal ên ku vê rastiyê dîtin û tevlî nava refên gerîla bûn, vê yekê îspat dikin. Bersiva herî xurt a ji bo bîranîna şehîdên me û şehîdên me yên enternasyonal ku di çeperên azadiyê de bi vê armancê şer kirin, tacîdarkirina wê bi şoreşa jinê ya cîhanê ye. Jineolojî û konfederalîzma jinê ya tevgera azadiya jinê, gavên herî bingehîn û stratejîk ên vê yekê ne.

EM JI HER DEMÊ BI HÊZTIR IN

Ji ber vê sedemê divê em careke din jiyana şehîdên xwe û peyva wan a dawî ya ku bi israr anîn ziman bibîr bixin: Weke milîtanên PKK û PAJK'ê em bi îdîaya serkeftinê ji roja ewil heta îro derketin rê, şert, merc û astengî çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin. Em ê ti carî ji vê pîvana ku serkeftina têkoşîna me misoger dike tawîz nedin. Êrîşên li dijî hêz û pêşengên tevgera me, wê ti carî me nede rawestandin. Em ê mîrateya berxwedanê ya ku me ji hemû şehîdên xwe mîras girtiye, jinên ku di dîrokê de li ber xwe dane, pêşengên me yên di PKK û PAJK’ê de ku di têkoşîna azadiya jinê de israr kirin, bi awayekî rast biparêzin û em ê vê têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin. Bi rûmet û hêza vê mîrateya destanwarî ya berxwedanê, ji bo afirandina siberojeke azad û mayîndekirina van destketiyan em ê şer bikin, em ê vê têkoşînê li her qadê belav bikin û em ê bi ser bikevin. Ji bo vê têra xwe hişmendî, rêxistinbûn û hêza me heye. Weke milîtanên PAJK’ê em ji her demê zêdetir di warê bîrdozî, rêxistinî û leşkerî de bi hêztir in. Em ji berê gelek bi biryardartir û bi hêvîtir in. Em ê her tim destkeftiyên nû li van destkeftiyan zêde bikin, zêde bibin, bi hev re mîrateya xwe ya berxwedanê ya ku me ber bi serketinê ve birin, derbasî nifşên paşerojê bikin. Em ê rastiya Jin, Jiyan, Azadî belavî her derî bikin, derbasî siberojan bikin û li hemû deman belav bikin.

*Endama Meclîsa PAJK’ê