Peywirên sereke yên welatparêziyê -4-

Welatheziya rastî encex bi parastin, li dijî her êrîşê bi parastina welêt dibe. Naxwe yek ji peywira herî kêm a welatparêziyê, belkî jî ya sereke ew e ku mirov li dijî her êrîşê parastina welêt bike.

Têgîna 'welatparêziyê' ji navê xwe tê fêhmkirin. Hezkirina welêt, bi parastin û xweşikkirina wê dibe. Encex ku mirov mirovên li ser welêt, civakê biparêze û azad bike dikare welêt xweşik bike. Ango 'welatparêzî' dibe 'gelhezî', 'civakhezî'. Naxwe encex ku mirov sirûştê, yanî xaka ku li ser dijî, welêt, mirov û civaka li ser wê xakê hez bike ev dibe welatparêzî.

Me diyar kir welathezî bi parastin û xweşikkirina welêt dibe. Xweşikirina welêt tê maneya ku mirov ziyanê nede sirûştê, bi rengekî rast û hewce ji fêkiyên wê sûd werbigire, li ser van fêkilyan jiyana komun a dmeokratîk û takekesê azad biafirîne. Ev jî timî bi geşkirina pîvanên sincî û polîtîk, bi têkoşîna dijî hişmendî û helwesta dijî van pêkan e. Beriya niha me gotibû ev jî bi qutnebûna ji welêt, dilsoziya bi pîvanên civakî, bi têkoşîna dijî wan her tiştan e ku ziyanê didin nirxên civakî.

Di vî beşî de em ê li ser paratsina welêt, ango li dijî êrîşan li ser parastina wê û avakirina jiyana azad rawestin. Ji ber ku heta ku welat neyê parastin mirov nikare wê xweşik bike. Heke xweşikirina avakirina jiyana azad be ew jî encex di nav rewşeke ewle de pêkan e. Ji ber vê jî ewlehî û azadî ji hev qut nabin, heke ewlehî nebe azadî nabe. Jiyana azad encex bi avakirina derdoreke ewle dibe.

Naxwe parastina welêt wê maneya ku mirov derdoreke wiha ava bike ku lê bikaribe jiyaneke bi azadî bijî. Naxwe ji bo ku mirov bi azadî bikaribe bijî, şert e ku mirov xwe biparêze. Heke welathezî li ser parçeyek xak jiyaneke bi azadî û ewlebûna wê xakê be, aşkere ye ku li dijî her êrîşê divê wê biparêze. Naxwe welathezî têkilî hebûn û jiyana bi azadî, ji ewlehî û parastina xakê ne qut e.

Pir aşkere ye ku welatparêzî û welatparêzî ji hev qut nabin. Welatheziya rastî encex bi welatparêzî, li dijî her êrîşan bi parastina wê pêkan e. Naxwe yek ji peywira herî kêm a welatheziyê, belkî jî ya pêşî, li dijî her cure êrîşan parastina welêt e, mirov wê bike parçeyeke ji xakê ya ku mirov dikare lê jiyaneke azad û xweşik ava bike.

Baş e, ev ê çawa bibe? Li ser giringiya parastinê ramanên zêde cihê nînin. Kêm zêde her kes hay ji girîngiya parastinê ango ewlehiyê heye û qebûl dike. Li vir zêde problem nînin. Pirsa esasî bi çarçoweya wê pirsê ye ku me kiriye; ango parastina wê çawa bibe. Ev jî ji ber wê ye ku mirov xwe nadin ber vê peywirê û dixwazin bi hêviya hine dî ve bihêlin. Çima? Ji ber ku zor e, hem wêrekiyeke zêde, hem fedekariyê hewce dike û hem jî divê mirov jiyana xwe deyn holê. Ji ber vê, tê xwetsin ku peywira bi dset hine dî ve were berdan.

Sedema sereke ku dewlet û desthilat li ser kes û civakan serweriyê datînin ev e. Hesibandina (derew) 'ewlehiya kes û civakê'  rê li vê serweriyê vedike. Qelsiyên li ser mijara ewlehiya kes û civakê dibe sedem ku serê xwe li ber serweriya dewletê bitewîne ku dewlet bi vê xwe dike hêza yekdest. Li ber desthilatdarî û hêza deletî ku her demê yekdest e, qelsiyên kes û civaka nerêxistinî dibe sedemeke dî ya serweriya navborî.

Dereweke mezin e ku dewlet û hêza artêşê xwe weke 'hêza ewlehiya civakî' nîşan bide. Dewletek yekdest û hêza artêşê, bi esasî dibe hêza ku li dijî kes û civakê xwe biparêze. Li bara dewletên din parastina ciakê jî derew û hîle ye. Hebûna dewletê û şerê berjewendiyê ewlehiya civakê ji holê radike û pirsa ewlehiyê bi vî rengî derdixîne holê.  Tişta ku dewlet ji civakê re dibêje, ''Heke du serweriya min qebûl bikî, li bara êrîşên dewletên din ez ê te biparêzim'. Ev jî ne parastin e, di rastiyê de ketine bin serweriyeke giran e.

Bi kurtasî li ber çavan e ku desthilat û hêza dewletî ji hêla kes û civakan ve ne bi rastî ne 'hêza ewlehiyê' ye. A rast desthilat û hêzên dewletî ne hêza ewlehiyê ya kes û civakê ye. Ango ewlehî û parastin bi ti hêza dî ve nayê hiştin. Ji ber ku hêzeke wiha peywira ewlehî û parastinê bi cih nayîne, berevajî zextê datîne û serweriyê li ser datîne.  Kes û civakên ku ewlehî û parastina xwe bi dest hine dî ve berdidin dikevin ber serweriya wê û azadiya wan ji dest wan diçe.

Naxwe peywira ewlehî û parastinê mirov nikare bi dest hine dî ve berde. Belkî derheqê jiyanê mirov dikare gelek karan bi dest hinan ve berde lê elehiyê mirov nikare bi dest hine dî ve berde. Ji ber ku, dema ku mirov ewlehiyê bi dest hine dî ve berdide, ev tê maneya ku mirov bikeve ber serweriya wan û jiyana azad ji dest berde. Baş e, çi li pey dimîne? Aşkere ye xweparatin ew e ku mirov ewlehiya xwe bi cih bîne. Şertê sereke ê azadbûn û jiyana azad xweparastin e. Ango tê maneya ku mirov bi hêza xwe xwe biparêze, ewlehiya xwe bi hêza xwe bi cih bîne.

Di serdemê herî berê de mirov û civak wiha dijiyan. Klan, qebîle, eşîran bi hêza xwe ewelehiya xwe bi cih dianîn, ti caran bi dest hine dî ve bernedidan. Ji ber vê, ev civak bi azadî dijiyan. Rewşeke wiha, ji bo wan civakan û kesên wan civakan bîrewerî, berpirsyarî, pîvaneke sereke ya sincî bû. Jiyana civakî jî li gorî vê vê dihate plankirin û rêxistinkirin. Civakê hem derfetên jiyanê diafiran û hem jî ewlehiya xwe bi cih dianî. Hişmendî, perwerde û rêxistiniya civakê li gorî vê bû. Çawa ku cih û roleke kesên civakê hebû, her wiha di peywira parastinê de jî her kes xwedî cih û rolekê bû. Dema ku hewce dikir jiyana xwe jî datanî holê û li gorî vê rola xwe bi şervaniya xwe di pratîkê de bi cih dianî.

A rast çêbûna desthilat û pergala dewletê li nav civakê ev rastî xira kiriye. Derewa, ''dewlet ewlehiyê bi cih tîne' datanî holê, her kes bi vê da bawer kirin û yên ku bawerî pê neanî jî bi zorê kire bin kontrola xwe. Bi vî rengî civak û mirovan azadiya xwe ji dest dan. Her tiştê wan kese ber serweriya dewletê. Bi vî rengî hate rewşeke wiha, kesên ku azadiya wan ji holê rakirin weke kesên ku ewlehiya wan bi cih tînin hatin dîtin. Halê hazir li Kurdistanê ev rewş hate asta ku 'celadê xwe weke hêza ewlehiya xwe bibîne'. Mînak tê çi maneyê ku ji hêzên qirker ên TC'ê re 'hêza ewlehiyê' were gotin û tê çi maneyê mirov jê ewlehiyê hêvî bike? Aşkere ye ku rewşa hişmendiyeke wiha pir berbelav e.

Bêguman mesele ji vê hê wêdetir e. Hin jê gişhatine wê bîr û baweriyê ku nikarin ewlehiya xwe bi cih hînin. Lê xweş nizanin bê ka wê ewlehiya xwe çawa bikn. Li gel ku divê bi hêza xwe vê bike, li ser hîmê peywira xweparastinê ku herî peywira herî serke ya welatparêziyê ye, daxwaza ku vê peywirê bi dest hine dî ve berde derdikeve holê. Mînak vê peywirê tenê bi hêzên gerîla ve beride. Dikevin fikra ku li Rojava yenê YPG-YPJ dikarin wan biparêzin. Ev şaşîtiyek e. Belê gerîla, YPG-YPJ weke hêza sereke ya parastinê dikare bi rola xwe rabe lê parastrina Kurdan encex ku her jin û mêrê Kurd ku dikarin rahêjin çekê li ser hîmê xweparastinê rêxistinî bibe û ku hewce kir şer bikin wê pêk were .Rastiya civaka şerker, jina şerker, gelê şerker encex wiha derdikeve holê.

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka