'Pêngava 15'ê Tebaxê jinên Kurd hînî şerê ji bo azadiyê kir'

Ji fermandarên YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar got, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi nêrîna Jineolojiyê û rêbazên kûantomîk, di fikrê gerîla de rûpeleke nû afirandin û li ser xeta Egîd û Zîlan li Kurdistanê dîroka azadiyê nivîsandin.

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar bi wesîleya salvegera 39'an Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê nirxandin kir.

Nirxandina Şerda Mazlûm Gabar bi vî rengî ye:

"Dema ku em sala 39’an a Pêngava 15’ê Tebaxê ya dîrokî û birûmet li pey xwe dihêlin û dikevin sala wê ya 40’î, fermandarê me yê qehreman hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) di serî de, em li ber bîranîna şehîdên xwe yên ku kulîlkên azadiyê yên mirovayetiyê ku damarên esîl ên têkoşîna me ya azadiyê ya ku veguheriye straneke domdar, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin, bi wesîleya îro careke din soza xwe dubare dikin ku wê artêşa me ya gerîla li ser xeta Egîd û Zîlanan bimeşe û serfiraziyê bi dest bixe. Ez 15’ê Tebaxê Cejna Gerîla ya Rêber Apo, gelê me yê welatparêz, gelan, jinan û ya hemû hêzên gerîla pîroz dikim.

Çalakî di zeman û mekanê xwe de, dema ku pirsgirêkên herî jiyanî û girîng ên civakan nîşan bidin û karibin bibin çareseriya van pirsgirêkan, wê demê çawaniyeke dîrokî bi dest dixînin. Her çalakî nikare bibe çalakiyeke dîrokî. Ji bo ku çalakiyek hem wateyên dîrokî û hem jî wateya xwe ya îroyîn bigire nav xwe, divê gavekê ber bi qonaxeke nû ve îfade bike. Çalakiyên dîrokî yên ku di dema rast, li cihê rast û encamgiriya civakî bi dest dixe, bi van çawaniyên xwe ji çalakiyên normal vediqedin û dibin ruh û xetek. Çalakiya azadiyê ya ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de li bajaroka Dihê ku yek ji cihên herî dûr ê welatê Kurdistanê ye û kesî navê wê nebihîstiye, di bin fermandariya fermandarê me yê qehreman Egîd de hat lidarxistin jî bi van taybetiyên xwe ruh û xetek e. 

Rastiyeke wisa heye ku şerê ji bo azadî, edalet û jiyaneke bi rûmet û jiyan bi şer re wate û ronahiyê distîne. Ev rastî ji bo gelê Kurd ê ku hatiye hatiye ber asta tunebûnê û ji bo ku xwe ji xweliya xwe vejîne, ji bo rizgariyê şer bike û têkoşîna azadiyê bide, gelekî bi qîmet e. Ev tişt tê wateya ku girêdana mezin a bi azadî, berxwedan û jiyanê û di heman demê de dijminê kuştina wate û bêrûmetiyê ye. Di nav rastiya gel û welat a ku di bin pencên qirkirinê de mêtingehbûna wê jî nayê qebûlkirin û tune tê hesibandin de, çalakiyeke wisa ya azadiyê bi hêzeke mezin a wateyê, bi kûrahiya hestan û bi baweriyeke bêdawî mumkun e. Hezkirina ji tiştên xweşik û rast, xwedîderketin û mezinkirina wê, bi çalakbûna wê ya di nav jiyanê de mumkun e. Tu diyardeya ku nayê jiyîn, wateya wê kûr nayê danîn, berê mirovan nade çalakiyên mezin. Heke li cihekî çalakiyeke mezin hebe, divê were zanîn ku li wir kûrahiya wate û hêzeke mezin a baweriyê heye. Bi van aliyan ve Pêngava 15’ê Tebaxê ya birûmet, bi kûrahiya xwe ya mezin a wate û hêza baweriyê jî dîrokî ye.

PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ LI KURDISTANÊ DESTPÊKA TÊKOŞÎNA GERÎLA YE

Helbet pêşxistina Pêngava 15’ê Tebaxê di encama lêkolîn, analîz û nîqaşên giran de bû ku li Kurdistanê bi kîjan rêbazê wê têkoşîn karibûya encamekê bistîne. Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku tê wateya peymana çek û gotinê, bi tenê wekî destpêka çalakiya çekdar nayê nirxandin. Li hemberî pirsgirêka hebûnê bersiva herî rast e. Di encama şîddeta li Kurdistanê û mêtingehiyê de derketiye holê. Li ser têkoşîna azadiyê ya welat û gelên din lêkolîn hatine kirin û biryara şerê gerîla hatiye dayîn.

Têgeha gerîla cara yekem di gotara Karl Marx a bi navê ‘Li Îspanyayê şerê gerîla’ ya di sala 1850’an de  û di berhema bi navê ‘Li ser şerê gerîla’ ya Frîedrîch Engels ya di sala 1852’an de hatiye dîtin. Piştre jî hatiye dîtin ku di sala 1856’an de dema ku Îspanyolan li dijî Napolyon şer kirine, têgeha gerîla bi kar anîne. Di serê salên 1800’î de dema ku Îspanyolan li dijî artêşa Napolyon şerê serxwebûnê meşandine, mirov rastî têgeha gerîla tê. Ber bi salên 1850’î de Karl Marx di nivîsa xwe ya bi navê ‘Li Îspanyayê şerê gerîla’ û Frîedrîch Engel jî di berhema xwe ya bi navê ‘Li ser şerê gerîla’ de li ser vê têgehê sekinîne. Ev encam derxistine holê ku di şerê gerîla de hêzeke biçûk û qels dikare li hemberî dijminekî mezin têbikoşe û hatiye dîtin li ku derê hêzeke qels û hê nebûye sazî hebe, li hemberî êrîşan dikare bi tarza gerîla xwe biparêze û têbikoşe. Mînakên Vîetnam, Kuba, Angol û gelek mînakên din hatine lêkolînkirin. Di sedsala 20’emîn de Mao perspektîfeke siyasî lê zêde kiriye, şerê gerîla yê bûye têgeh û sazî li ser esasê yekîneyên biçûk, gelên bindest dikarin li dijî serwer û mêtingeran şer bikin û ji ber vê jî wekî bijartekekê hatiye tercîhkirin. Mao Zedûng ku teoriya gerîla wekî şerê gel ê demdirêj didît, fikrên Sûn Tzû bi fikrên Marksîst re kiriye yek û wisa bi rê ve biriye. Kevneşopiya berxwedana li ser axa xwe, li ser esasê stratejiyekê formule kiriye û navê wê jî kiriye’Stratejiya şerê demdirêj ê gel’. Ji ber ku di şerê gerîla de gelên bindest li dijî serweran, kêsên bê hêz li dijî kesên xurt, kesên ji derfetên teknîkî bêpar li hemberî kesên xwedî teknîkeke xurt şer dikin, şervanên azadiya Kurdistanê jî ev tişt wekî stratejiya têkoşîna bingehîn diyar kirine. 

Şervanên şerê gerîla û teorîsyenên gerîla ji demeke dirêj ve nîqaş dikirin divê şerê gerîla li çiyayan be yan jî li bajaran be. Yek ji meseleya ku rêxistinên çepgir ên Tirkiyeyê zêde nîqaş dikirin û li ser wê nedikarîn li hev bikin jî ev bû. Beşeke rêxistinên çepgir, sosyalîst û şoreşger diyar dikirin divê gerîla ji bajaran dest bi şer bike û beşeke din jî diyar dikir ku divê şer ji bejahiyê û çiyayan were destpêkirin. Welatên bê çiya yên mîna Filistînê rastiya gelên şerker afirandin û gel ji xwe re kirin çiya. Dîsa dema Îrlandayê li dijî mêtingeriya Îngîlîzan, dest bi têkoşîna gerîlatiyê kirin, ji ber bandora erdnîgariyê bajar ji xwe re kirin esas.

Tevgera me gavên pêşîn ên berxwedanê li bajaran avêt. Piştre di 15'ê Tebaxa 1984'an de pêngaveke şoreşgerî pêk anî û têkoşîna gerîla da destpêkirin. Piştre jî bi geşbûn û mezinbûna têkoşînê re serhildanên gel dest pê kirin. Ji bo li deşt û bajaran bi serhildanên gel re li gorî şert û mercên wan erdnîgariyan gerîlatiyê pêş bixin, hewldanên mezin hatin kirin û xebat hatin meşandin. Di warê têkoşîna me ya azadiyê de berxwedana ku li bajaran dest pê kir berê xwe da çiyayan û piştre jî berê xwe da deşt û bajaran. Tevgera PKK’ê bi xwe weke rêxistineke xweparastinê derket holê. Bi gotina ‘Kurdistan mêtingeh e’ li dijî mêtingerî, polîtîkayên înkar, qirkirin û faşîzmê têkoşîn da destpêkirin.  ARGK ne sedema şîddet û şer bû, ew bû encam. 

Hemû zindiyên di xwezayê de xwediyê sê taybetiyên bingehîn in. Ev zêdebûn, parastin û xwarin e. Heke ev tişt nebin, wê jiyan ne mumkun be. Ev jî dide xuyakirin ku xweparastin çiqasî rastiyeke hebûnî ye. Jiyan ne tenê bêhnstendin e. Nabe ku jiyan bi tenê aliyên biyolojîk were nirxandin. Tê wateya mirov hay ji jiyanê hebe, dema hayjêçêbûn çêdibe, fêmkirin jî dest pê dike. Rêber Apo bi nirxandina xwe ya bi navê ‘Teoriya gulê’ qala vî tiştî kiriye û diyar kiriye ku gulek ji bo parastina xweşikbûna xwe, striyên xwe bi kar tîne. Gelekî ku xweparastina wî tune, nikare xwedî li rûmeta xwe, nirxên xwe, welat, azadiya xwe û li jiyana xwe ya biyolojîk jî xwedî derkeve. 

GERÎLAYÊN KURDISTANÊ JI TECRUBEYÊN CUDA SÛD WERGIRT LÊ STRATEJIYA XWE DERXIST HOLÊ

Weke ku min li jor jî behs kir, dîroka me ya têkoşîna çekdarî ya ku ketiye sala xwe ya 40’î, ji van tecrubeyan sûd wergirt û ji tecrubeyên têkoşînê yên gelên cuda encamên baş derxistiye. Lê divê ev bê zanîn ku ne rastiya gelê Kurdistanê û ne jî rastiya dijminên welatê me, ji ber rewşa jeopolîtîk û jeostratejîk naşibe rastiya tu welatî. Têkoşîna gerîla ya ku hate kirin jî, bi qasî ku ji tecrubeyên din sûd hate wergirtin jî, bi awayê ku naşibe yê tu derê, hate geşkirin. Di heman demê de di şer de dubare nabe û belkî yek ji qada ku herî zêde guherîn lê heye jî qada şer e. Nabe ku mirov bi awayekî dogmatîk, şematîk û bi qaliban nêzî rastiya şer bibe. Ji ber vê sedemê taktîkên ku li cihekî tên kirin,  li cihekî din nabe ku werin kirin. Lêbelê, em dikarin ji van tecrubeyan sûdê werbigirin, li ser şaşiyan bisekinin, sedemên sernekeftinê fêm bikin û îxtîmala serkeftinê xurttir bikin û îxtîmala têkçûnê kêmtir bikin. 

Di warê têkoşîna me ya azadiyê de heta niha lêkolînên li ser tecrubeyên gerîlatiyê yên li Vîetnam, Çîn, Amerîkaya Latîn, Meksîka, Nîkaragûayê xwedî wateyekê bû. Tevgera me hêmanên rast û mayînde yên rabirdûyê wekî mîrateyekê heta îro tevlî nav jiyanê kir, xwest aliyên ku teyîsina feraseta serwer e û xwe dispêre konjoktura sedsala 20’emîn û xîtabî îro nake jî, derbas bike. Di vê serdema ku em tê de ne,  dema mirov bala xwe bide geşedanên teknolojiyê û bandora van şeran, di heman demê de dema ku qonaxa têkoşîna me ya gerîla li ber çavan were girtin, tê dîtin ku me ev tecrube derbas kirine, wekî berê tu derbasbûna van tiştan nemaye. 

Em hatine serdemeke wisa ku divê di stratejî, şêwaz û helwestên taktîkî yên têkoşîna gerîla de ku heta niha hebû, hem li gorî rastiya cîhanê hem jî li Kurdistanê, guhertin û nûbûnên radîkal tê de bên kirin. Bi guhertinên bi sînor, bi hewldanên nûbûnên teng û ji ser re, bi guhertinên ku tê wateya restorasyonê, tu nûbûnên xurt nayên pêkanîn. Konjoktura dinyayê ya heyî, bandora hişê çêkirî yê li ser şer û geşedanên teknolojîk, şertên gerîlatiya li Asya, Efrîka, Ewropa û Emerîkayê û gerîlatiya di salên 1970’î de şoreşgerên Tirkiyeyê kirin û di salên 1980’î de li Kurdistanê hate kirin jî, guherandiye. 

Stratejiya sereke ya ku ev 40 sal in taktîka me ya şer bi rê ve dibe, stratejiya şerê demdirêj ê gel bû. Ev stratejiya ku weke rêgezeke li hember nakokiyên sereke yên sedsala 20’an derket holê, ji bo tevgera me ya ku di destpêka salên 1970’an de dest pê kir, bû stratejiyeke bingehîn. Di vê çarçoveyê de bi şerê gerîla re şerê hebûnê hate meşandin. Êdî gelê ku dihat înkarkirin û dihat xwestin bê tunekirin nema û bû gelê xwedî nasname. Lê hevsengiyên cîhanê yên bi salên 1990’î ve hatin guhertin,  ji ber têkoşîna bindestan û ji ber geşedanên teknolojîk ên zanistî, pêwîstî bi guhertina stratejiya têkoşînê ya ku divê di têkoşîna azadiya gelan de jî were pêşxistin, têkoşîna bi têgehên wekî demokrasî, wekhevî û azadiyê ferz kir. Di vê çarçoveyê de tevgera me, bi derengî be jî, kete nava guhertineke stratejîk a ku Rêber Apo pêşbiniya wê dikir. Gerîla li gorî stratejiya ku diguhere, hedefên xwe yên taktîkî, qada çalakiyê, li gorî armanca çareseriya siyasî ya ku dabû pêşiya xwe, pozîsyona xwe ya nû diyar kir.

Bêguman ev guhertin, di destpêkê de ne wekî biyanîbûna cewhera xwe û guhertineke li ser esasê înkara wê, berevajî wê ji bo geşedana cewherê û jiholêrakirina astengiyên li ber wê, guhertinek pêk hat. Guhertina ku li vir pêk hat, ne wekî înkarekê, bi nêzikatiyeke ku li gorî cewherê gerîla biherike, domdar be û kûrahiyê werbigire, ket rojevê. Sedema herî bingehîn a ku sosyalîzma reel û rêxistinên din ên gerîla bi ser neketin ev bû û ev tişt bû sedem ku xwe dubare bikin. Tevgera me, ji aliyê din ve di pêşketina xwe ya dîrokî de hêza pêşxistina wê nîşan da. Di warê têkoşîna sosyalîst û demokratîk a van gelan de weke tecrubeyeke gelekî girîng pêş ket.

Di xwezayê de her diyardeya ku hêza jiyanê nîşan dide, di armanc û xeta xwe ya jiyanê de bi hevgirtineke navxweyî re di qonaxên guherînê re derbas dibe. Ev diyalektîka guherînê di warê civakên mirovan û sazî û têgehên ku diafirînin jî derbasdar e. Tişta ku naguhere jî ev e ku nikare hêza xwe ya jiyanê deyne holê, miriye û yan jî nêzî mirinê bûye. Tevgera me ya azadiyê ku li Kurdistanê bi eşkerekirina armancên xwe yên îdeolojîk pêş ket, bi vê diyalektîka guhertina xweza û civakê re jî kete pêvajoyeke guhertinê. Weke ku me di destpêkê de jî hewl da diyar bike, tevgera me ya ku ji destpêkê ve pêşketina nasnameya xwe ya neteweyî bi xeta azadiyê ve girêdaye, di hemû pêvajoyên xwe yên pêşketinê de jî ev tişt ji xwe re kiriye esas. Ji ber vê yekê pirsgirêk ji bo me tu carî nebû bi tenê têkoşîna neteweyî ya Kurdan, me xwe bi vî tiştî sînordar nehişt. Me ev tişt ji xwe re kir esas ku nasnameya Kurdan a di bin înkar û îmhayê de, di nav prensîbên azadî, edalet û îdeolojiya sosyalîzmê de jî geş bibe. Dema ku têkoşîna li ser van esasan hate pêşxistin, geşedanên girîng li têkoşînên neteweyî yên dinyayê û li têkoşînên sosyalîst zêde kir, tecrubeyeke nipînû afirand. 

TÊKOŞÎNA GERÎLA DI DIL Û MEJIYÊ KES Û CIVAKÊ DE CIH GIRT

Ev stûnên bingehîn ên vê pêşketin û ceribandinê ku di Partiya me de derket holê, xwe spart perspektîfên civak û kesayeta ku bi armanca jiyana nû û mirovên nû, avakirina jin, mêr hat pêşxistin. Di dîroka me ya têkoşîna çekdarî de ji bo avakirina mirovên nû, şerekî mezin ê hundirîn pêş ket. Helbet tecrubeya PKK’ê ji erdnîgariya Rojhilata Navîn û pêkhateya çandî ya dîrokî weke tecrubeyeke pir cuda û resen derdikeve holê. Ev yek di serî de ji Rêbertî û karakterê wî yê her tim tevger, pirskirin û afirandinên hundirîn û şehîdên ku ji bo vê xetê xwe feda kirine, tê.

Nasnameya Kurd a li Kurdistanê bi polîtîkayên qirkirinê yên bi hezaran salan hate mehkûmkirin ku ji koka xwe ya dîrokî were derxistin û di nava koletiyê de hat were xeniqandin. Hemû têgeh ji cewherê xwe hatin valakirin û berovajîkirin. Ji bo vê jî pêwîst bû ku têkoşîn ji vê xitimandina kesayetê dest pê bike. Têkoşîna PKK’ê bixwe beriya her tiştî şerekî mezin ê navxweyî, têkoşînek kesayetî dixwest. Têkoşîna azadiyê ya ku di destpêkê de bi hin xetên bingehîn hatibû danîn, her ku pêvajo bi pêş ket û astengiyên navxweyî yên pratîkî derketin holê, dest bi kûrbûna xwe kir. Ev klasîk ne têkoşînek bû ku bi şêwaz û rêbazên asayî yên ku ji hemû wateyên wê derbas dibin hat kirin. Bi pêkhatina şoreşa herî mezin a li erdnîgariya me, mêr, jin, siyaset, şer, dewlet, çand, exlaq, kevneşopî, malbat, evîn, tevger, kesayet û rastiyên ku hemû jiyana mirovan eleqedar dikin, bûne sedema têkoşînê. Têgihiştineke exlaqî ya nû û azad pêş xist, ku wê bi rengekî herî radîkal li dijî têgihiştinên klasîk û feodal ên ku gelê me ji dil û mejiyê difetisîne, têbikoşe ku ji mirovekî nû, jina nû, zilamê nû û pêkhatina civakî û wêdetir ne tiştekî din e. Ji ber vê karakterê tevgera me ya azadiyê bû têkoşîneke gerîla ya ku di dil û mejiyê ferd û civakê de cih girt.

SERKETINA GERÎLAYÊN KURDISTANÊ BÛ SEDEM KU RÊXISTINÊN DIN ÊN GERÎLA JÎ ÎLHAMÊ BISTÎNIN

Helbet ev têkoşîn ne têkoşînek hêsan û bi rehetî hat pêşxistin, bû. Li aliyekî li hemberî dijmin têkoşîneke dijwar hebû, li aliyê din jî li hemberî girêkên çînî, netewî, zayendî û herêmî yên rastiya mîlîtaniya vê têkoşînê têkoşîneke dijwar hate meşandin. Çawa ku di tevgera me de rastiya berxwedanê ya ku xwe fedayî vê xeta têkoşînê kirî derket holê, her wiha rastiya xiyanetkar a ku hewl dide rastiya pergala desthilatdar a li hemberî vê xetê pêşketiye zindî bihêle û wê di nava partiyê de bike desthilatdar, derket holê. Bi hezaran şehîdên me yên bedew, di têkoşînê de rêya berxwedanê ronî kirin û bûn pêşeng. Ya din jî rastiyek bû ku di îxanetê de xeniqîbû, di xitimandina Rojhilata Navîn de li ser bêrûmetiyê israr dikir.

Herî dawî têkoşîna bêhempa ya van her du xetan û hêza serketinê ya xeta berxwedanê nirxên mayînde yên têkoşîna me ku heta roja me ya îro hatine, afirandin. Serkeftina hêzên me yên gerîlayên Kurdistanê di heman demê de perspektîfa serketin û azadiyê rê li ber serkeftina ji bo hemû hêzên berxwedanê yên li dijî sîstemê û tevgerên gerîla yên li Rojhilata Navîn û cîhanê vekir û hişt ku rêxistinên din ên gerîla pêş bikevin. Rola têkoşîna me ya di têkçûna artêşa Tirk de, li gelek cihan bi taybetî li Zapê bi awayekî balkêş derketiye holê. Di heman demê de gelên cîhanê û jinan rola diyarker a Hêzên Parastina Gel a Kurdistanê di têkbirina DAÎŞ’ê de dîtin.

Eşkere ye ku geşedanên ku derketine holê yên têkoşîna me ya gerîla ya di berxwedana xwerêveberiyê de ji bo gelan, jinan û civakên herêmê, cîhanê û îro jî ji bo Kurdistanê çavkaniya hêvî, cesaret û îradeyê ye. Her kesî ev rastî bi awayekî zelal û berçav dît ku şerê gerîla yê bi îradeya rêxistinbûyî ya xweparastinê temînata azadiya jin, civak û welat e.

GERÎLATA JIN JI BO AZADIYÊ ŞERKIRIN FÊRÎ JINÊN KURD KIR

Têkoşîna me ya gerîla ya di roja me de, çar parçeyên Kurdistanê derbas kir û gihişt asteke ku xîtabî giştî Rojhilata Navîn kir. Heta ku ev yek jî derbas kir û veguherî rastiyek ku li çaraliyê cîhanê ji hêla hêzên antî-sîstêmê ve tê şopandin. Hêzên me yên gerîla ji bo pêkanîna vê erka watedar hewl didin. Yekîneyên me yên HPG û YJA STAR’ê ku li cîhanê û li Rojhilata Navîn weke hêzeke bêhempa derketine holê, ne tenê hêzek e ku çekê hildigire û şer dike. Bû tevgerek ku perspektîfên çînî-neteweperest ên jin û mêran bi aliyên xwe yên herî kûr dipirsî. Bi rêxistinbûna xwe ya li ser esasê gerîlatiya jin, teoriya qutbûnê, îdeolojiya azadiya jinê û partîbûyîna jinê ku Rêbertiya me di pêvajoyên herî dijwar ên têkoşînê de weke rêbaz di têkoşîna me ya azadiyê de xistiye meriyetê, nirx bi dest xist.

Bê guman vê yekê bi xwe ferdên ku tavilê azad bibin neafirand, lê fêrî xwenaskirin, xweserî û bi hişê jinê birêxistinkirina jiyana xwe kir ku ev jî pêngaveke bingehîn a azadiyê ye. Jin di nava tevgera me de fêr bû ku bê zilam bijîn, di şert û mercên herî dijwar de têbikoşin, jiyana xwe rêxistin bikin, li ser lingan bisekinin, ji bo azadiya xwe têbikoşin û fermandariyê bikin. Nêzîkatiya li jinê veguheriye nirxekî pir girîng û bûye kevneşopî.

Dibe ku ev rewş ji bo me ji rêzê bin, lê di erdnîgariyeke cîhanê ya weke Kurdistanê de afirandina rastiyeke wisa ya jiyan û têkoşînê destkeftî û tecrubeyeke gelekî girîng e. Geşedanên li ser rêya azadiyê ne ku divê tu carî neyên biçûkxistin. Di vê wateyê de têkoşîna gerîla ya serdema me, têkoşîna rizgarkirina jinê ji xefikên pergala mêrtiyê û afirandina qada jiyanê ya li derveyî van kemînan e. Ev helwesteke ciddî û jiyanî ye ku bi têgihiştineke şoreşgerî ya ku her tim ji bo paşerojê tê paşxistin, weke berê û tecrubeyên din ên şoreşgerî nayê birêvebirin. Zihniyeteke ku divê di kêliya ku bi hişmendî tê jiyîn de bê têkoşînkirin û avakirin. Nirxên komunal bi tunekirina vîn, laş, giyan û hişmendiya jinê bi jehr, qirêj û heta asteke hovane tên marjînalkirin. Wê demê divê têkoşîna gerîla ku têkoşîna komunalîzmê ye, vê pirsgirêka herî bingehîn û sereke çareser bike.

GERÎLABÛN TÊ WATEYA KU MIROV BI AZWERIYEKE MEZIN GIRÊDAYÎ AZADIYÊ BE

Garantiya serkeftina têkoşîna gerîla ev e ku pergaleke jiyanê ava bike ku tê de îradeya jinan û gelan hêza serfiraziyê ye. Rastiya ku em jê re dibêjin şoreş û çareserî êdî ne xewn, utopya û xeyalek e ku, piştî gelek salan pêk were. Rastiyek e ku niha tê afirandin. Gelekî girîng e ku ev tişt were fêmkirin. Ji ber ku di rastiya xwe de yek ji kêmasiyên têkoşînên azadiyê yên di nav dîrokê de jî ev e. Tê vê wateyê ku li dijî kolekirina jinê û bêîradehiştina jinê em azadiyê bixwazin û di nav pergala civakî ya ku em tê de dijîn û di kêlîka ku em dijîn de, vê azadiyê pêk bînin û li hemberî me vê berpirsyariya avakirinê heye. Di vir de bîrbûn gelekî girîng e. Felsefeyeke bingehîn e ku mirov zanînê, hînbûnê, jiyanê, dîrokê, jinan, mêran, zanistê, olê, polîtîkayê, rêxistinbûnê bi kurtasî derbarê jiyanê mirov her tiştî bizanibe û bi eşqa heqîqetê karibe cîhana feraseta biafirîne. Pêwîst e ku mirov tu carî nehêle ku ne bedena jinê, ne ruhê wê û ne jî hest û fikra wê nede pergalên serwer û tişta aîdî wê ye û xwezayî ye jî derxîne holê. Bi van aliyan ve têkoşîna me ya gerîla ya ku me bi nêrîna jineolojiyê ve pêşxistiye, têkoşîneke wisa ye ku hewl dide nirxên jinê li hemû şaneyên civakê belav bike. Gerîlabûn di wateya xwe ya wêjeyî de tê wateya bûyîna ferdekî azad ku bi dilgermî bi azadiyê ve girêdayî be. Gerîla rêgeza jiyanê ye. Gerîlabûn tê wateya jiyîna li dijî demê. Gerîlatî tê wateya ku mirov nêrînên tên zanîn, tarzên jiyanê û taybetiyên kesayetiyê derbas bike. Gerîla mirovên azad e. 

Hêzên me yên gerîla, li ser esasê perspektîfa jineolojiyê jî bi xwezayê re şêwazê jiyanê li ser esasên ekolojîk pêş dixin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê ku em dikarin weke ‘eko-gerîla’ jî bi nav bikin, bi qasî ku dibe şahid tovek diderize û nahêle ku kêzikek jî biêşe. Ew xwediyê vê bihisyariya ekolojîk e. Dema qadên xwe yên baregeh û stargehan çêdike jî, xisarê nade xwezayê, dema erdnîgariya Kurdistanê bi tunelên binê erdê wekî neqaşan ava dike, li Akbelenê ji bo darên tên birîn jî, ji bo daristanên li Cûdî , Gabar û Dêrsimê tên şewitandin jî, dilê gerîla diêşe. Gerîlayê Azadiya Kurdistanê bi perspektîfa xwe ya ekolojîk a li ser bingeha zanista jineolojiyê, bi karakterê xwe yê jinê û bi rêbazên xwe yên kuantûmê ve rûpelek nû di doktrîna gerîla de vekiriye. Gerîlatiya sedsala 21’emîn li ser xeta Egîd û Zîlan kûr dibe, li Kurdistanê dîroka azadiyê dinivîse. 

TU KES NIKARE PÊŞIYA ARTÊŞA ME YA GERÎLA BIGIRE

Pêngava 15’ê Tebaxê bi van hemû aliyan ve ne tenê ji bo nasnameya Kurd a azad, di heman demê de roja derketina nasnameya mirovê azad û jina azad e. Her derketina azadiyê weke berhema pêwîstiyeke civakî ya dîrokî pêş dikeve. Meşa me ya gerîla ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi awayekî fermî dest pê kir, li gorî vê diyalektîka azadiyê meşa xwe ya bi rûmet didomîne. Rêbertî bi cesareta xwe ya çareserkirina pirsgirêka Kurd şerekî mezin ê gel pêş xist. Pêwîst e bêbawerî û mantiqa nemumkin a zext û çewisandina gelê Kurd, li gorî siyaseta înkar û îmhayê ya bi salan were zêdekirin. Li Kurdistanê ji têkoşîna gerîla re cesaretkirin, tê wateya têkoşîneke berfireh.

Hêza rêxistinî ya Rêbertiyê û girêdanên xurt ên hevrêtiyê, hewldan pûç kirin. Di meşa gerîla de biryara 15’ê Tebaxê weke soza girêdana gelên azad, hevaltiya pîroz û jiyana azad bû. Sedemên dîrokî yên gerîlabûna li Kurdistanê, bi yên heyî re, qonaxek afirand. Pir girîng e ku mirov di destpêkê de vê esasê bibîne. Her diyardeya pêşkeftî ji hêla faktorên derve yên ku paşê hatine zêdekirin jî bandor dibe, lê ew bi giranî di bin bandora karaktera wê ya bingehîn de ye.

Ji destpêka têkoşîna me ya gerîla û vir ve, cesareta azadiyê ya li hemberî serweriyê, têkoşîna îdeolojîk û înada avakirina rêxistinbûna xwe xurt bûye. Ev karekterê têkoşîna me ya azadiyê îro jî bi geşbûn, xurtkirin û kûrtirbûnê didome. Eger nebe, têkoşîn bi ser nakeve. Îro di bin fermandariya hevalên Egîd de bi hezaran gerîla li ber xwe didin. Ruhê 15’ê Tebaxê û şêwazê heval Egîd li Zapê di asta herî jor de ye. Ev ruh bûye kabûsa dijmin. Berxwedana fedayî ya heval Rêdûr û Ardem a li Garzanê bêyî vî ruhî nayê meşandin. Helwesta heval Destan a li Nisêbînê ji şêwazê Zîlan cihê nayê nirxandin. Hêzên me yên gerîla îro li ser xeta Egîd û Zîlan ber bi serkeftinê ve dimeşin. Dema ku em sala 39’emîn a 15’ê Tebaxê li pey xwe dihêlin û dikevin sala 40’î, gerîla Geliyê Zapê li dijmin teng dike û nahêle dagirker derbas bibe. Geliyê Rojavayê Zapê ji faşîzmê re dibe goristan.

Sala 2023’an bû salekî ku li her xaka Kurdistanê ruhê 15’ê Tebaxê gihişt lûtkeyê. Ji Dêrsimê heta Botanê, ji Serhedê heta Xerzanê, ji Amedê heta Zapê ev ruh û îradeya xurt pêl bi pêl belav bû. Dema ku me cara ewilî dest bi vê têkoşînê kir, ji derveyî rastiyên ku me jê bawer dikir, tiştekî din nebû. Lê îro artêşekî me ya gerîla heye ku li ser bingehê tecrubeya têkoşîna 40 salan, bi hezaran şehîdên me, paradîgmaya netewa demokratîk û hêmanên gerîlatiya modernîteya demokratîk şer dike. Ne pêkan e ku ti kes bikare vê artêşa gerîla rawestîne. Serkeftin wê ya gerîla be ku li ser xeta Egîd şer dikin.