'PDK û Kevnebeesî ji bo têkdana pêkvejiyana pêkhateyên Kerkûkê dixebitin'

Xazî Feysel yek ji fermandeyên pêşmergeyan ê li Mexmûrê behsa hewlên PDK’yê dike bê ka çawa ji bo hizbîkirin û “zerkirin”a hikûmetê û veguhastina rikaberiyên hizbî bo Bexdayê dixebite.

Xazî Feysel yek ji fermandarên pêşmergeyan ê li sînorê Mexmûrê, ku di heman demê de kadroyê YNK'ê ye, bi sernavê 'PDK û veguhastina rikaberiyan' nirxandinek li ser kiryarên PDK'ê kir. Xazî Feysel amaje dide wê yekê ku PDK rikaberiyên hizbî yên li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên veqetiyayî vediguhêze Bexdayê.

Xazî Feysel wiha dibêje, “Partiya Demokrat a Kurdistanê di hemû kabîneyên Herêma Kurdistanê de her tim di nav rikaberî û duberekiyê de ye û hewl dide li cihê baregehên partiyan, rêveberî û dewletê bi kar bîne û planên xwe yên hizbî bi rêya saziyên îdarî bi rê ve bibe, bi taybetî jî di kabîneya nehem de ev reftara xwe ya kirêt xurttir kiriye.”

Di gel vê çendê, Xazî Feysel dibêje ku, “Li ser hizbîkirin û ‘zerkirin’a hikûmetê ji hêla PDK’yê ve belge gelek in, bo nûmûne daliqandina wêneyên serkirdeyan û dosyeyên fermangehan ên zer baştirîn belge ne û her sal jî di meha Tebaxê de PDK planên xwe yên xerab zêdetir dike. Her ku em rûpelên dîrokê yên PDK’yê vedikin, fikar û jevcudabûnên navxweyî zêdetir derdikevin pêşiya me û aloziyên nav partiyên Kurdistanê zêdetir dibin.”

Bi dewamî dibêje, “Li gel biryara hilbijartina encumena parêzgehên Iraqê, PDK’yê destpê kiriye xelkê dixapîne. Li şûna piştgiriya navçeyên Kurdistanî yên veqetiyayî, bi taybetî dest bi kampanyayeke têkder kiriye bi navê Kurdayetiyê. Qaşo PDK ew qas Kurdperwer e ku aliyên Erebî û Tirkmenî qebûl nakin ku baregehên wê werin Kerkûkê. Şikir xelk hişyar e û rewşenbîrên gelê me jî li ser vê lîstika siyasî ya kevn gelek tişt gotine. Rewşenbîr û gel vê tişta dawî şermezar dike da ku PDK neçar bimîne ku dest ji vê senaryoyê berde. Lê belê PDK dîsa dixwaze bi Beesiyên kevn re destên hev digirin û pirsgirêkan ji bo pêkvejiyana pêkhateyên Kerkûkê çêdikin.”

Xazî Feysel behsa tevgerên PDK yên li ser sînorê Mexmûrê dike û dibêje, “Her kes bi lîstikên navbera PDK û DAIŞ’ê dizane. Gelê Kurd û rûniştiyên navçeya me zerarmendê yekem ê vê lîstikê bûn, tenê kargehên çîmentoyê û bîrên neftê selamet bûn. Niha tevî ku li sînorê qezaya Mexmûrê û nahiyeyên wê desthilatdariya wê zêde ye, girîngiyê nade avakirina gundan û daxwazên cotkaran paşguh dike û dixwaze pirsgirêk û daxwazên devera me jî bike hizbî û fermangehan dixe xizmeta komkirina dengan.”

Xazî Feysel di dawiya nirxandina xwe de daxwazê ji parlamento û hikûmeta Iraqê dike û dibêje, “Sînorekî ji bo PDK’yê daynin da ku hikûmetê neke hikûmeteke hizbî û cudahiyê nexe navbera pêkhate û netewe û gelên Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî.”