PDK hespê Trûvayê ye

Dewletên ku Kurdistan dagir kirine, serhildanên ku nekarîne bi hêza xwe bidin sekinandin bi îxanetê ev tişt kirine. Ji Harpagos û heta niha sedema ku Kurd ne azad in ev e ku li Kurdistanê îxanet bûye teşeyeke jiyanê.

Mirov dikare bibêje ku sefera li ser Zapê ji bo dewleta Tirk sefereke dawîn e. Çarçove, kûrahî, amadekarî, argumana wê ya polîtîk û leşkerî ya seferê vî tiştî nîşanî me dide. Divê mirov qala planeke li ser esasê ‘Ne ketin û derketinê lê wekî qedandin û stendina encamê’ binirxîne.

Armanca sefera ‘dawîn’ ev e ku xala dawîn were danîn. Armanca ‘Xala dawîn’ jî ev e ku têkoşîna pêncî salî di şexsê berxwedana gerîlayan de biqedînin. Sedema ku Erdogan dibêje ‘Ji Zapê ber bi Garê, ji wir jî em ê biçin Qendîlê û wê êdî her tişt biqede’ û Wezîrê Parastinê yê Tirk dibêje ‘Êdî veger tune, vê carê armanca me ev e ku em ê terorê biqedînin’ ev in. Plansazî li ser esasê qedandinê hatiye kirin. Argumanên hêzên leşkerî û polîtîk ên ku sefer dane destpêkirin jî, diyar dike ev tişt wisa ye. 

Gelo sedema ku kesên ev plan û konsept çêkirine, çima wisa bi zelalî û tund diaxivin? Çima wisa tund tiştan dibêjin? Berê jî qala tiştên wisa kiribûn, plan kiribûn û bi konseptên cihê hin gav avêtibûn lê wekî ‘Tevgera herî berfireh û mezin a TCyê’ diyar nedikirin. Bi rastî jî çima wisa bi zelalî û tund diaxivin? Bêguman propaganda û argumana şerê taybet û psîkolojîk heye lê ma gelo hemû ev e?

SERHILDAN BI ÎXANETÊ HATINE TÊKBIRIN

Bêguman na. Di nava vê konseptê de rastiya îxanetê heye. Ev konsept ne sefereke wisa ye ku ji her dera dinyayê komên kujer ên li ser esasê DAÎŞ’ê di nav artêşa Tirk de bi cih kirine û li gorî wê hatiye amadekirin. Berê jî di gelek seferan de, ev hêz hatibûn bikaranîn lê encam nehatibû stendin.

Bingeha esasî ya vê konseptê îxanet e.

Em dizanin welatên serwer ên ku Kurdistan dagir kirine, di seferên dawîn de hêza wan a esasî, hêzên ji bo îxanetê ye. Li Kurdistanê di nava dîrokê de gelek serhildan çêbûye, gelê Kurd her dem li ber xwe daye û serî hildaye. Her carê ev serhildan û berxwedan bi destê îxanetê hatine têkbirin. Dewletên ku Kurdistan dagir kirine, serhildanên ku nekarîne bi hêza xwe bidin sekinandin bi îxanetê ev tişt kirine. Her dem ev rê dane ber xwe ku bi îxanetê serhildanan têk bibin.

Împaratoriya Osmaniyan, Sasanî û Safevî di serî de piştre jî TC, Iraq, Îran û Sûriyeyê bi heman awayî ev serhildan têk birine û piştre jî qetlîamên mezin kirine.

ÎXANETKAR NÊZÎ PÊŞENGÊN SERHILDANAN BÛN

Mirov dikare bibêje di hemû serhildanan de îxanet wekî hespê Trûvayê hatiye bikaranîn. Dewletên dagirker û mêtinger dema ku nekarîne li hemberî serhildanan tiştekî bikin, îxaneta navxweyî pêk anîne. Piştre jî kesên herî nêzî pêşengên serhildanan, wekî şûrekî di îxanetê de hatine bikaranîn.

Rayber ê ku biraziyê Seyîd Riza ye, pêşengên berxwedana Qoçgirî û Dêrsimê Elîşer û Zarîfe qetil kir. Xido Pirço serê birayê xwe Şahîn Axa yê ku yek ji pêşengê berxwedana Dêrsimê ye jêkir û teslîmî qirkeran kir. Alîşan Axa yê ku ew jî yek ji pêşengê berxwedana Dêrsimê ye, bi îxanetê serê wî hatiye jêkirin û teslîmî dagirkerên Dêrsimê hate kirin.

Bi îxaneta Êzdînşêr ê ku biraziyê Bedirxan Beg e jî serhildana Bedirxan a ku yek ji serhildana herî mezin a Kurdan e, tek çûye. Heke ne ji îxaneta Êzdînşêr bûye dibe ku serhildan bi ser biketa. Artêşa Osmaniyan nekarî serhildanê têk bibe lê bi saya îxaneta Êzdînşêr ev serhildan têk biriye.

Di serhildana Şêx Seîd de jî rola sereke ya têkçûna serhildanê îxanet e. Serbaz Qasim Ataç ê ku ew Şêx Seîd hevzava ne û bûrayê Xalid Begê Cibrî ye, dibe sedem ku Şêx Seîd dîl were girtin û serhildan têk biçe.

Di serhildana Agiriyê de jî bi awayên cihê îxanet hatiye bikaranîn. Hinek eşîr li dijî serhildana bi pêşengiya Îhsan Nûrî hatine bikaranîn û beriya ku serhildan bi ser bikeve, têk çûye.

Yek ji sedema esasî ya ku serhildan bi ser neketiye, îxaneta navxweyî ye. Îxaneta navxweyî wekî hespê Trûvayê ruhê gelê Kurd teslîm stendiye. Ji Harpagos û heta niha sedema ku Kurd ne azad in ev e ku li Kurdistanê îxanet bûye teşeyeke jiyanê.

DIVÊ RASTIYA PDK’Ê BAŞ WERE FÊMKIRIN

Heta ku ev rastî neyê fêmkirin û li ser esasê rast analîza wê neyê kirin, rastiya PDK’ê û sefera Zapê wê baş neyê fêmkirin. Dewleta Tirk sî salên dawîn li hemberî gelê Kurd şer kiriye, çi hewce kiriye ew bi cih aniye, ji hêzên navneteweyî di asta stratejîk de alîkarî stendiye lê dîsa jî nekariye encamekê bi dest bixe. Wekî demên berê, dema ku nekariye encamekê bi dest bixe, dîsa dixwaze îxanetê têxe dewrê.

Mirov bala xwe bidiyê wê were dîtin, dema ku serhildan bi hêzên leşkerî nehatiye têkbirin îxanet ketiye dewrê. Sefera dawîn bi êrişa îxanetê re tê kirin. Di vê pêvajoyê de PDK dikeve dewrê. Ji ber vê Erdogan dibêje ‘Em hatin dawiyê, em ê îsal terorê biqedînin, ji ber vê em hemû hêza xwe û derfetên xwe dixin dewrê. Heke wê dostên me, hêzên herêmî, NATO ew ê alîkariyê bidin me, a niha dema wê ye. Ji ber ku me êrişeke topyekun daye destpêkirin.”

Erdogan dema qala ‘hêzên herêmî’ dike bêguman qesta wê PDK ye. Wisa gotiye “Dostaniya me ya bi Nêçîrvan Barzanî ji bo me gelekî cihê ye û hiqûqa di navbera me de di asteke pêş de ye. Di her warî de fikra me wekî hev e. Wî jî got ku wê di vê meseleyê de tişta ku ji destê wî tê bike.”

Ev ne dîplomasî û ne jî têkiliyeke normal e. Ev daxuyanî tê wateya ku di konsepta tasfiyekirina Tevgera Azadiyê de mîsyona ku Erdogan daye PDK’ê. Bila tu kes bi awayekî din şîrove neke û wekî têkiliyeke dîplomasiyê nenirxîne! Hêzên navneteweyî yên ku ji îdeolojiya PKK’ê aciz in, mîsyona şerê li hemberî Tevgera Azadiyê dane malbata Barzaniyan. Bila tu kes vî tiştî înkar neke û bi awayekî din şîrove neke!

Dewleta Tirk û hêzên navneteweyî dixwazin bi destê malbata Barzanî tevgera azadiyê tasfiye bikin. Wekî di serhildanên berê yên Kurdan de di vê serhildanê de jî îxanetê dixin dewrê. Malbata Barzanî wekî hespê Trûvayê bi kar tînin û dixwazin xeta Tevgera Azadiyê û Rêbertiya wê tasfiye bikin. Divê êdî her kes vî tiştî bibîne û wisa fêm bike. Bila nebêje ‘PDK Kurd e, pêşmergeyên wan heye, ji bo Kurdan têkoşîn hatiye kirin û ji ber wê îxanetê nake’.Rayber jî Qasim jî û Êzdinşêr jî Kurd bûn.

Malbata Barzanî ne bi tenê êrişî Tevgera Azadiyê kirine û gerîla qetil kirine. Malbata Barzanî Saît qetil kirine, gelek fermandarên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê înfaz kirine, di şerê li hemberî YNK’ê de bi hezaran şervan qetil kirine.

Bi kurtasî, dewleta Tirk a ku hêza wê kêm bûye, malbata Barzanî wekî hespê Trûvayê bi kar tîne û dixwaze encamekê bi dest bixe. Lê Kurd ne Kurdên berê ne. Gelê Kurd rastiyeke gel a polîtîk bi dest xistine. Gerîlayên ku li hemberî dagirkerî û îxaneta li ser Zap, Metîna û Avaşînê li ber xwe didin, wê îxanetê jî têk bibin. Wê careke din dewleta Tirk a ku dijminatiya gelê Kurd dike wê bi îxanetê bi ser nekeve, wê gerîla îxanetê ji Kurdistanê biavêje.