Ocalan: Heta şoreşa jinan pêk neyê, serfirazî jî wê pêk neyê

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: Heta ku di navbera mêran û jiyanê de û di navbera jin û jiyanê de aştî pêk neyê, wê bextewarî xeyaleke beredayî be.

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan me fikrên li ser jinê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji parêznameyên wî yên bi navê ‘Parastina Gelekî’ û ‘Krîza Şaristaniyê li Rojhilata Navîn’ wergirt.

Ocalan diyar dike heta ku şoreşeke xurt a jinan, pê re jî feraset û jiyana mêran neguhere, wê serfiraziya jiyanê jî ne pêkan be û dibêje, “Heta ku di navbera mêran û jiyanê de û di navbera jin û jiyanê de aştî pêk neyê, wê bextewarî xeyaleke beredayî be.”

“Serweriya mêran a ku hîyerarşiya keleporî li ser jinan ava kiriye, di dîroka şaristaniyê de her dem bûye xwedî raye. Desthilatdariya ku di forma netewe-dewletê de zêde bûye, vê hêza xwe bêtir ji zayendparêziya berbelav werdigire. Zayenparêzî jî herî kêm bi qasî nijadperestiyê îdeolojiyeke wisa ye ku desthilatdarî û netewe-dewletê ava dike. Ne fonksîyoneke normal a biyolojîk e. Zayenda jinan ji bo mêrên serwer, bi tenê objeyek e ku li ser wê dikare hemû îxtîrasên xwe pêk bîne. Di pirtûkên pîroz de jî tê gotin ‘Jin erdên we ne, hûn çawa bixwazin dikarin wisa biajon’ û di nav modernîteyê de jî bi gotina ‘Jin wekî tembûrê ye, hûn çawa dixwazin wisa lêbidin’ vê rastiyê tînin ziman. Di heman demê de gotina ‘Divê li ser jinan her dem zext û di zikê wan de jî zarok hebe’ karakterê faşîst ê vê serweriyê nîşan dide.

HERÎ KÊM BI QASÎ KAPÎTALÎZMÊ XETERE YE

Zayendparêziya civakî herî kêm bi qasî kapîtalîzmê cinawerekî civakî yê xetere ye. Mixabin serweriya mêran a kone û xasûk, ji bo astengkirina derxistina vê heqîqetê helwesta xwe didomîne. Ligel ku divê bi qasî kapîtalîzmê li ser wê lêkolîn were kirin, vê qada civakî di nav tariyê de tê hiştin. Hemû îdeolojiyên desthilatdarî û dewletê, çavkaniya xwe ya pêşîn ji helwest û tevgerên zayendparêz werdigire. Qada civakî ya herî kûr, ser wê hatiye girtin û li ser wê her cure, koletî û zext tê kirin, koletiya jinan e. Di vê objeya civakî de her cure teşeyên desthilatdariyê û dewletê tê ceribandin.

Kapîtalîzm û netewe dewlet yên ku haya wan ji van taybetiyên kûr ên koletiya jinan heye, gelekî qîmetê dide vî tiştî ku jinan bikin amûra sermaye û desthilatdariyê. Divê baş were zanîn heta ku koletiya jinan tunebe, wê tu koletî nikaribe pêk were û bi pêş bikeve. Kapîtalîzm û netewe dewlet tê wateya serweriya mêran a ku herî zêde xwe kûr kiriye. Bi kurtasî kapîtalîzm û netewe dewlet yekdestiya mêran a mêtinger û zalim e. Belkî jî parçekirina vê yekdestiyê ji parçekirina atomê dijwartir e.

Xweperestiya mêran a li ser mijara jinan her saet dikare were dîtin. Di vî warî de tu qanûnên exlaqî û hiqûqî nas nake, di çînên civakî de bêyî dudilî dikare cinayetê bike, her kes dikare vê rastiyê bibîne. Ev helwest bêtir li ser navê evînê tê pêşandan. Lê dema ku mirov têkiliya evîn û heqîqetê piçekî şîrove dike, wê were dîtin ku ev gotin dereweke gelekî mezin e. Ne di nav heywan û dar û beran de û ne jî di qada fîzîkî ya ‘bêruh’ de jî tu sûbjeya dibe mijara evînê, berê xwe nade çalakiyeke wisa. Hin jirêderketinên hê wateya wan nehatiye fêmkirin were dîtin jî, sedem û wateya van cînayetên mirovan diyar e ku gelekî cihê ye. Yek ji hêmanên sereke ne ku, divê têkiliya wan bi serwerî û mêtingeriyê were diyarkirin.

MÊRÊN KU ÎXANETÎ JIYANÊ DIKIN

Pirsa sereke ev e ku mêr çima di meseleya jinan de evqasî hesûd, xwedî tehakum, zalim e û bîst û çar saetan di pozîsyonê de tecawizkariyê de dijî. Bêguman tecawizkar û tehakumkarî diyardeyên îstîsmarkirina civakî ne. Çawaniya civakî ya tiştan nîşanî me dide. Bêtir hiyerarşî, baviksalar û desthilatdariyê tîne bîra me. Yek ji wateya wê ya kûr jî, îxaneta li jiyanê ye. Girêdayîna jinê ya piralî ya ku bi jiyanê re datîne, dikare helwesta zayendparêziya civakî ya mêran zelal bike. Zayendparêziya civakî tê wateya têkçûna di bin bandora qelsker a zayendiya dewlemendiya jiyanê û helwesta wê ya hêrs, tecawiz û desthilatdariyê.

Koletiya li ser jinan bi qasî ku neşibe tu koletiyan gelekî tevlihev û jiyanî ye. Di nav dîroka şaristaniyê de têgehên bazara koleyan, saziyên haremtiyê piçekî dikare vî tiştî zelal bike. Lê pêkanînên modernîteya kapîtalîst a li ser jinê, bi qasî ku hesabê wê neyê kirin hatiye zêdekirin.Tu şaristaniyê bi qasî kapîtalîzmê bi jinê nelîstiye, îstîsmarkirina wê kûrtir nekiriye. Ev diyarde evqasî hatiye îstîsmarkirin, beşeke zêde ya jinan van kirinên ku wan dixin rewşeke xerab wekî nasnameya sereke ya jinbûnê dibînin. Di vê astê de ye ku ew jî di nav vê lîstikê de xwe wekî parçeyekî dibînin û ji vî tiştî gazinan nakin. Em bi tenê qala zextên diyarde û mêtingeriyê nakin. Koletiya ku li ser şaneyên civakê hatiye qebûlkirin wekî teşeyên renk, beden û ferasetê xwe bi şandilxwazî pêşkêş dike. Wan hay jê tuneye ku girêdana bi heqîqeta civakî wisan kiriye û ketiye asta ku bi tenê dikare li ser dikan were lîstin. Ya rast vî derfetî nabîne. Ji bo bidestxistina rûmeta jiyanê û heqîqeta wê, gelekî girîng e ku mirov vê mija li ser jinê belav bike.

TÊKÇÛNA MALBATÊ

Saziya ku maskeya modernîteyê dixe xwarê, rewşa têkçûna malbatê te. Di şaristaniya rojava de, têkçûna malbatê bi tenê qelsbûna girêdanên civakî nîşan nade, nakokiya wê ya bi civakê re, rewşa kûrbûna krîtîk û kaotîk jî nîşan dide. Çawa ku koletiya jinan asta koletiya civakî nîşan dide, rewşa kaotîk a di têkiliyên jin û mêran de jî nakokiya modernîteya kapîtalîst a roja me û rewşa kaotîk nîşan dide.

Kelepora ku civak hêza xwe ji şîddetê werdigire, di nav malbatê de ya ku yekeya herî jêr e jî di asteke gelekî xerab de ye. Bi taybetî li ser jinan şerekî nexuya heye. Bi tenê şaneyeke jinan tuneye ku şîddetê bandora xwe lê nekiriye. Rewşa zarokan jî wisa ye. Metoda perwerdekirinê ya sereke jî şîddet e. Gelekî zelal e ku zarokên bi şîddetê hatine terbiyekirin, piştî ku mezin bûn jî wê heman tiştî bikin. Bi serweriya xwe dispêre şîddetê serbilind û kêfxweş dibin. Ji dêvila ku hesta xurtbûna xwe dispêre desthilatdarî û şîddetê wekî nexweşiya civakî ya herî xetere were nirxandin, wekî hesta herî bilind û bi coş tê diyarkirin. Diyardeya ku divê were naletkirin, wekî dilpakiyeke herî bilind tê pêşkêşkirin.

Zayendparêziya civakî ne têgeheke wisa ye ku di nav desthilatdariya têkiliyên jin û mêran were bisînorkirin. Tê wateya desthilatdariyên herî biçûk ên di nav civakê de. Desthilatdariya dewletê ya ku bi modernîteyê re zêde bûye, dide nîşandan. Tu obje bi qasî jinan ne di rewşa tahrîkkirin û bibe meseleya desthilatdariyê de ye. Jin wekî hebûneke ku bûye obje, xwedî taybetiyên zêdekirina desthilatdariyê ye. Di rewşa tahrîkkirina her dem û zêdekirina desthilatdariyê de tê hiştin. Girîng e ku mirov têkiliya jinan a bi desthilatdariyê li ser vî esasî analîz bike û heqîqeta wê derxîne holê. Hemû mêr xwedî vê ferasetê ye ku daxwaza xwe ya desthilatdariyê li ser jinê pêk bîne. Heman feraset wekî daxwaza ji bo desthilatdariyê ya jin li ser hev dikin û li ser zarokan jî. Vê carê jin dibe gurê jinan. Bûyera ku em jê re dibêjin reaksiyona zincîrî ev e. Rola jinan a di pergala mêtingeriya kapîtalîst de gelekî zelal e. Ji bo pergalê welidandin û mezinkirina belaş dike û bi heqdestekî herî biçûk hemû kar pê tê kirin. Her dem di vê pozîsyonê de tê hiştin ku pergala zext û heqdest a artêşa bêkaran kêm bike. Mixabin ligel ku ew xwedî kedeke herî zehmet in jî Marksîst jî di nav de tu fikr, nakeve wê zehmetiyê ku qala maf û keda jinan bike. Ji bo vî tiştî analîz û helwesta polîtîk ava nake. Yek ji nîşana ku serweriya mêran, zayendiya civakî berbelav dike jî, têkiliya xwe bi keda jinê heye.

Bêguman wekî ya hemû zayendan xwezayeke jinan jî heye. Zanista biyolojiyê her roj bi delîlên zêde diyar dike ku jin ji civakîbûnê wêdetir hêmaneke navendî ye. Bi kurtasî fizîka jinan ya mêran dihewîne, lê fizîka mêran a jinan nahewîne. Jin ji ber xwezaya xwe bêtir bi xwe bawer e, lê mêr nikare li cihê xwe rûne. Dibe wekî belayeke li dora jinan.Ev hemû çavdêrî nîşan dide ku, fizîka jinan ne xwedî zeafan e lê bêtir navendî ye. Ji ber vê jî divê jin beriya her tiştî pênaseya ‘qels, kêm, nexweş’ a gotina çanda serweriya mêran red bike. Divê bikaribe bi mêran bide hîskirin ku ya berevajî rasttir e. Dema ku em dibêjin divê jin derbarê fîzîka xwe baweriyê bi xwe bîne, em qala vê rastiyê dikin.

Encama xwezayî ya vê pêkhatina fîzîkî ev e ku hişê hestiyarî yê jinan xurttir e. Hişê hestiyarî tê wateya ji jiyanê qut nabe. Di vî hişî de empatî û sempatî zêdetir e. Dema ku hişê analîtîk ê jinan xurt dibe jî ji ber hişê xwe yê hestiyarî bêtir bi hevseng e, girêdayî jiyanê ye û dûrî texrîbkirinê ye. Mêr bi qasî jinan nizane jiyan çi ye. Di Kurdî de ya ku di koma zimanên Aryen de ye, jîn jiyan e. Di heman demê de ev jin e jî. Jin a ku jiyan bi xwe ye, hemû aliyên jiyanê dûrî riyakariyê, bi awayê zelal û ji dil dibîne. Di vî warî de jîr e. Di jiyana xwe ya şexsî de jî em baş bi vî tiştî dizanin.

Berpirsê rastiya jinê ya bi sifetê entrîkayî, pişaftindêr, fahîşe û hwd. mêr e. Ti jin ku bi halê xwe bimîne hewceyî bi entrîka, fahîşetiyê nabîne. Fizîka wê, hebûna wê ya biyolojîk ne li gorî vê ye. Afirandêrê rastî yê entrîkayê û fahîşetiyê mêr e. Em pê dizanin kerxaneya pêşî ku li paytexta Sumeran Nîppûrê B.Z 2.500'î bi navê 'musakkatîn' hatî avakirin, desthilata mêr e. Li gel vê bêyî şerm û fedî weke ku fahîşetî bi destê jinê hatibe afirandin, ev nêzîkatî tim zindî tê hiştin. Berhema xwe, sûcdariya ku ew bûyî sedem dike aidî jinê, bi hişmendiya qelp a namûsê naleta herî xirab, lêdana herî xirab li jinê dike, komkujiyê li ser serê jinê kêm nake. Heta ku ev zêdek neyê pênasekirin encama ku em ê jê derbixin ew e ku divê mirov li ber êrîşa îdeolojîk a mêr bisekine. Li dijî hişmendiya desthilatdarîxwaz a mêr divê mirov hişmenidya sirûştî ya azadîxwaz a jinê bike raye, pêşî divê mirov serkeftina di qada îdeolojîk de zanibe, vê tam pêk bîne. Divê mirov ji bîr neke, teslîmbûna bi jinitî ya rêz û rêçikî ne fizîkî lê civakî ye. Ji koletiya hatiye serfirandin tê. Naxwe pêşî di qada îdeolojîk de divê mirov zora teslîmbûnê û hîsan bibe.

Dema ku azadiya jinê berê xwe dide qada polîtîk, divê were zanîn ku mirov bi aliyê herî req ê şer re hevrû ye. Heta ku mirov nizanibe di qada polîtîk de bi ser bikeve, ti tiştek mayinde nabe. Serkeftina di qada polîtîk de, ne ew tevger e ku jin bibe dewlet. Berevajî, divê mirov têkoşîna dijî avaniyên dewletî û hîyerarşîk bide, pêkhateyên siyasî yên ne bi navenda dewletê, demokrasiyê, azadiya cinsî û civaka ekolojîk biafirîne. Hîyerarşî û dewletparêzî herî pir li sirûşta jinê naye. Ji ber vê pêkhateyên siyasî yên dijî-hiyerarşiyê û dewletê divê di tevgera azadîxwaz a jinê de bi rola pêşeng rabe. Hilweşandina koledariyê ya di qada polîtîk de bi zanîna serkeftinê ya di vê qadê de pêkan e. Têkoşîna vê qadê, hewceyî bi rêxistiniya demokratîk a jinê ya berfireh û têkoşîna vê heye.

Çawa ku hewcehiya civaka Rojhilata Navîn bi şoreşa çandinî-gundî ya duyan hebe, hewcehiya vê civakê bi şoreşa duyan a jinê jî heye. Dayiksalarî şoreşa jinê ya neolîtîk e. A rast, şoreşa neolotîk a bêhempa şoreşa jinê ye. Şoreşeke wiha ye ku mirovahî hê jî ji wê dixwe. Ev dijşoreşa mezin ku bi dijşoreşa baviksalarî, şaristanî û modernîteyê hilweşiyayî û koletiya herî kûr a jinê, kedxwariya wê anî û li hemû civakê berbilav kirî, di roja berdest de krîza wê ya sîstematîk û rewşa wê ya kaotîk li hemû qadên civakî têne jiyîn, çareser dibe. Tê fêhmkirin, jiyana ku li jinê hatî ferzkirin îxanet e. Heke tê xwestin ku were jiyîn beriya her tiştî divê ev bi jinê re dîsa bi zanîna dualî, di nav hevsenga hêzê de, divê hilberandina xweşikiyê û hîsa berz û parvekirina vê were pêkanîn. Divê ev rastî bikaribe were avakirin û xwe bigihînin vê heqîqetê. Ji vî alî ve divê ya tekane û gerdûnî ango jina berbiçav û mêrê berbiçav, mêrê îdeal a razger û jinîtî di zik hev de bin. Ji bo were jiyîn divê bîrewerî û vîn were avakirin. Divê ji hêla xwedîmilkbûnê û xwedîbûnê ve ji hîmî ve terka hev bikin. Li şûna namûsa rêz û rêçikî, divê mirov dilkêşiya xweşikbûnê û kesayata esîl deyne holê.

HETA KU ŞOREŞA JINÊ NEBE RIZGARIYA JINÊ NABE

Heta ku şoreşa jinê ya ji kûr ve neyê jiyîn, ji vî alî ve heta ku hişmendiya mêr û jiyan neguhere rizgariya jiyanê ne pêkan e. Ji ber ku jin, ku jiyana sereke bixwe neyê rizgarkirin, jiyan bixwe wê tim weke leylanê were jiyîn. Heta ku mêr bi jiyanê re û bi jinê re li hev neyê, şadî wê bibe xeyaleke virt û vala. Ji bo jinê û jiyana azad rastiya civakî bêsînor e. Civaka Rojhilata Navîn, jin bi modernîteya ku şaristanî dijî û fethkirî, bi qasî ku bixe, xistiye, ew ji xwebûnê derxistiye, aniye pozîsyona objeyê. Rêbaza rast ew e ku pirsgirêka civakî di ser jinê re were dahurandin û çareserî jî di ser eynî diyardeyê re be. Encex ku mirov maka çareseriyan, şoreşa jinê li ser maka pirsgirêkan ferz bike mirov dikare ber bi heqîqetê ve gavan bavêje.

Çareseriya modernîteya demokratîk li ser mijara pirsa jinê û şoreşa wê xwedî îddîa û çalak e. Neteweyên modernîteya demokratîk ne projeyên wiha yên bê jin in ku dikaribin werin bicihanîn. Berevajî, di her gavê de, şoreşên wiha ne ku bi parvekirin û çalakiya jinê dikarin pêk werin. Civaka ekonomîk di avakirina wê de hem bi pêşengiya jinê pêk tê û di ji nû ve avakirina wê de jî hêza jinê hewce dike. Ekonomî pîşeya gewherî ya jinê ye, çalakiya wê ye. Ekolojî zanisteke wiha ye ku encex bi bihistyariya jinê dikare bigihije civakê. Jin ji hêla nasnameya xwe ve hawîrdorparêz e. Civaka demokratîk hewceyî bi hişmendî û vîna azad a jinê heye. Modernîteya demokratîk aşkere serdema şoreşa jinê û şaristaniyê ye.''