Şopdarên rastiyê yên li Heftanînê

Rojnamevanên ku li Heftanînê nûçeyan dişopînin, bûyerên li eniyê, berxwedana gerîla her roj bi nûçeyeke nû ji civakê re radigihînin.

Êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Heftanînê li bin guhê berxwedana dîrokî ya gerîla dikeve. Berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê ya ji bo têkbirina xewn û xeyalên dagirkeriyê yên AKP-MHP'ê dan destpêkirin, meheke her mezin dibe.

Medya navendî ya Tirk di rojên destpêkê yên operasyonê de nûçeyên nepixandî weşandin û hewl dan ku leşkeran serketî nîşan bidin. Lê vê yekê tenê du rojan dewam kir. Piştî du rojan mîna balonekê teqiya û operasyona xapandinê ya bi nûçeyan hewl dan bimeşînin, yekemcar di vê astê de têk çû. Operasyona dagirkeriyê ku mehekê li pey xwe dihêle, mîna operasyonên beriya niha cihekî berfireh di medya Tirk de nedît.

Ne li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ne jî li Enqere, Stenbol û navendên mîna wan ên nûçeyên derewîn, spîker û nûçegihanên wan newêrî studyoyên mobîl çêbikin.

Di êrişên dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de spîker û nûçegihanên derewîn ên medya Tirk diçûn ser sînor û qaşo di nava şer de ne nûçe radigihandin. Lê belê di operasyona Heftanînê de qet xuya nekirin. Tenê mirov bala xwe bidin ser derewînên medya Tirk wê bê dîtin ku berxwedana gerîla ya li Heftanînê çiqasî bi bandor e, çiqasî encamgri e.

Vê carê di operasyona derveyî sînor de li şûna 'Mehmetçîkan' ÎHA, SÎHA, F-16, Kobra, hawan, top û gelek teknîkên din cih girtin. Dema ku 'Mehmetçîk' nebe, qaşo medya Tirk jî êdî li qadê nikare nûçeyên germ biweşîne, 'destan'an binivîsîne. Çîrok nikarin bên amadekirin. Medya derewîn a Tirk kete rewşeke welê ku nûçegihanên wan mîna ku li qada şer in, atmosfereke sanal a şer li studyoyê amade kirin û bi vî rengî nûçe pêşkêş kirin. Ya rast nedihat bîra kesî ku wê ewqasî bikevin. Nûçeya 'şer' a ku nûçegihanê ATV'ê li studyoyê amade kir, kûrahiya rezaletê nîşan dide. Xuya ye ev medya têkçûyî jî li Heftanînê derseke ku ji bîr neke werdigire.

Nikarin çîrokên mîna, çîroka leşkerê mir; 'zavayê beriya sê rojan bû', 'destgiriyê şeş mehan bû', 'pitika nû ji dayik bû sêwî ma', 'dayikên rondikan dibarînin', 'hezkiriyên ku radihêjin çeka wan' binivîsînin. Ji ber ku devereke ku nûçegihan û pêşkêşvanên medya wan biçe nîne. Xuya ye gerîla di berxwedana Heftanînê de herî zêde tehdeyê li medya dewleta Tirk dike.

Nûçegihanên ku li Heftanînê li her qada ku berxwedan û êriş lê tên kirin nûçeyan dişopînin, bûyerên li eniyê diqewimin, berxwedana gerîla, jiyana wan, amadekarî, stran, govend, çîrok, helbestên wan û dilsoziya wan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re her roj bi civakê û raya giştî ya cîhanê re parve dikin.

Nûçegihanên ku di nava şert û mercên herî giran de bi moraleke mezin dixebitin û li ser şopa rastiyê berdêlên giran didin, keda wan wê ti carî neyê jibîrkirin. Eger em bi kelecan, berxwedan û çalakiyên gerîla yên li Heftanînê dihesin ev yek bi saya nûçegihanên çapemeniya azad e ku li ser mîrateya Gûrbetelî Ersoz, Halîl Dag û Kasim Engîn dimeşin. Li çiyê, deşt û zozanan, li bajaran mîna gerîlayekî dixebitin, dijîn û bi wêrekî berpirsyarên zehmet hildidin ser milê xwe. Em wan ji bîr nekin, dîrok niha çavdêriyên wan dinivîsîne.