Mizgîn, mizgîniya jiyana azad e

Heval Mizgîn bi stranên xwe destanên Dewrêşê Evdî û Edulê, Mem û Zîn, Siyabend û Xecê ji nê de pênase dikir û di şexsê xwe de eşqa wan zindî dikir û evîna wan bi welat re girê da û dighand serketinê.

Civaka me ya Kurd bi taybetî di du sed salên dawî de rastî hemu şêwazên qirkirinan hatiye. Ji bo wê jî civak neçar ma ku xwe bi rêya çandê biparêzê û bi rêya hunerê bîne ser ziman. Herî zêde jî bi rêya muzikê dikarî êş û azar, şahî û kêfxweşeyên xwe bîne ser ziman. Ji bo wê em dikarin bêjin ku rastiya civaka Kurd di muzîkê de veşartî ye. Eşq û lêgerînên xwe yên jiyana azad bi rêya hunerê her tim zindî kiriye. Giyan da laşê ku ji aliyê desthilatdaran hatibû zuhakirin û beton li ser hatibû rijandin.

Ruxmê hemu êrişên hovane jî civakê dikarî xwe li ser piya bigire. Ev jî ji hêza resentiya wê ya dîrokî tê. Ger ev civak heya roja me ya îro hat, di vê warê de rista çand û hunerê rista sereke ye. Ji ber ku "Çand, nasnameya mirove şêwazê jiyana mirov û jiyana civakê ye." Ango çand, nasnameya civakê û şêwazê jiyana civakê û insan bi xwe ye. Di vir de erkê sereke dikeve ser milê dengbêj, hozan, derwêş, û jindayîk. Daykên ku bi lorikên xwe bi stran û ewazên dil şewat, dîrok û zimanê me zindî hiştin.

Ji bo wê girîng e em her tim hunermendên civaka xwe bi rêz bibîrbînin û jiyana wan zindî bihêlin. Yek ji wan kesên ku cihê xwe di nava dilê gel de neqişand heval Mizgîn e.

Îro salvegera 28. ya şehedata hevala Mizgîn e (Gurbet Aydin) ku li Tetwan’ê di 11 Gulana 1992 dikeva nava şerekî û di encamê de tevlî kerwanên şehîdan dibe.

Dema em behsa heval Mizgîn bikin em nikarin tenê yek alî bigrin dest û binirxînin. Heval Mizgîn bi temenekî biçuk tevgera azadiye nas kir û di sala 1980 tevlî nava refên tekoşîna azadiyê bû.

Hozan Mizgîn şoreşger, hunermend û fermandarek bû. Weke fermandara yekemîn a tevgera azadiya jinê yê. Yekem jina ku di asta eyaletê de berpirsyartî girtiye ye. Berpirsa eyalata Gerzanê bû. Di şêwaza rêvebirina xebatê de, di nava rêhevalên xwe de mînak bû. Di nava gel de bi dilnizmiya xwe dihate naskirin. Bi coş û heycana xwe dikarî di demeke kurt de bandora xwe li ser hemî gelê herêmê bide çêkirin.

Dema heval Mizgîn ji aliye dijimin ve tê dorpêçkirin, dayika wê malê (dayika zarokan e) bi israr ji heval Mizgîn daxwaz dike ku cilên wê li xwe bike û tevî zarokên wê ji malê dûr bikeve û xwe xilas bike. Ew jî şûna heval Mizgîn bi dijmin re şer bike. Bêguman heval Mizgîn vê nêzkatiyê napejirînê. Lê ew dayîk heya roja îro bi keserên kûr wan roja tînê ser ziman û dibêjê: ‘min nedixwest heval Mizgîn şehîd bikeve, ji ber bandora heval Mizgîn li ser civakê pir zêde bû, hêza wê zêde bû. Dikarî asta tekoşînê bilind kiriba, ew pêşengek civakê bû. Min nedixwest em lehengek wiha kar xezala çol û çiya winda bikin. Cihê ew lêba, hêvî û bawerî lê şîn dibû. Hêz dida mirovan. Bi dengê xwe ya nazanîn, mizgîniya rojên azad dida Mizgîn'.

Hunermendên civakê ewên ku êşên gelê xwe bi rengekî herî kûr dijî û hîs dikin. Ev kurahî û hêza watedayînê, mirov di keseyetiya heval Mizgîn de bi rengekî şênber dibîne û hîs dike. Dema Rêber APO wê dişînê qada Ewropa, erka rêxistinkirina xebatên Hunerkom û avakirina Koma Berxwedan dide pêşiya wê.

Heval Mizgîn û heval Sefqan bi kedeke mezin vê xebatê bi rengekî serketî birêxistin dikin û didin meşandin. Bi awayekî fîlî di nav de cih digirin. Bi dengên xwe yê xweş gelek stranan tomar dikin. Di heman demê de heval Mizgîn cihê xwe di nava xebatên rêxistinkirina civakê de digire. Bi taybetî di damezrandina rêxistina yekemîn a jinê de cih digre. Xebatên damezrandinê kongra YJWK di sala 1987 didê meşandin û axaftina vekirinê ji milê heval Mizgîn de tê çêkirin. Lê heval Mizgîn vê yekê têr nabîne û bi israr dixwazê cihê xwe di nava qadên şer de bigre. Ji ber wê baş dizanîbû ku ji bo ew karibe hunereke azad biafirînê, pêwîste welatekî azad hebe ku karibê lê hunera xwe bide meşandin. Ji bo wê heval Mizgîn derbasî qadên şer yê herî pêş dibe.

Dema em behsa hunermendê rast dikin em dibêjin: Hunermend pîroziyên civakê ne. Civakê bi kurahî hîs dikin. Di nava civakê de ne û ji bo civakê dijîn. Her tim tiştên nû diafirînin, xwediyê xeyalên mezin in. Civakê jî bi xwe re bi bask dikin û ber bi azadiye ve dibin. Mirov dikare van teybetmendiyan di keseyata heval Mizgîn de bibînê. Em nikarin heval Mizgîn tenê weke kesekî bi lêv bikin. Heval Mizgîn bi stranên xwe destanên Dewrêşê Evdî û Edulê, Mem û Zîn, Siyabend û Xecê ji nê de pênase dikir û di şexsê xwe de eşqa wan zindî dikir û evîna wan bi welat re girê da û dighand serketinê.

Dengê heval Mizgîn bû qîrîna Besê û Zarîfeyan ku di kurahiya zinar û kendalan de nehate kuştin. Wê ti carî neyê kuştin û bi dengê Çîçek’an ra bûye yek.

Ew deng sekna bi rûmet ya Rindêxanê ye.

Ew deng awazên Meryem Xan û evîna Eyşeşanê ye.

Ew deng dengê bi hezaran jinên ku dilê wan ji bo azadiye dipirpitin û ber bi asoyên bilinda fir didin e.

Ew deng dengê Mizgîn’a leheng, dengê Mizgîn’a çeleng e.

Çavkanî: https://pajk.org/